BERFSIPÎ (Snehvide)
Læs eventyret om "Snehvide" på kurdisk. Oversat af Mustafa Kaplan. Rojek ji rojan jinmîrek hebû. Ji dil gelek dixwest zarokek ya wê hebi. Rojekê zivistanê ber bi pencerê runiştî bû, û nekiş çêdikir. Şibaka li ber runiştî, ji darê guzê bû. Rabî ser xwe çû ber șibakê, û berê xwe da derê, deste xwe danî ser çarçûwa șibakê bê daxwaza wê, tîşekê şibakê li tilîya wê re çû, sê dilop xwîna wê, rijîya ser berfê. Pê re got, ax! Xwezî min zarokek hebîya. Bila wek berfê sipî, wek xwînê sor, û wek çarçûwa wê șibakê ji reş bûya. Piştî salekê, [...]
Egera şerek giran dijî Îranê di rojevê de ye
Piştî gefên berdewam yên Îranê derbarê girtina tengaviya Hormozê, tev welatên Kendawê ketin amadebaşiyê û Amerîka û Brîtaniya jî gefa êrîşan bo ser Îranê kirine lewma egera şerek giran li dijî wî welatî di rojevê de ye. Cîgirê Serok Erkanê Îranê û herwiha Wezîrê Parastinê yê wî welatî Ehmed Wehîdî cardin gefa girêdana tengaviya Hormozê kir û wiha got:’’ Hebûna demdirêj ya Amrîkayê, ji bilî ziyan, nakokî û pevçûnan tu encamek bi xwe re nayne, lewra jî divê tavilê ji kendava Farsî derkeve û careke din venegere vir’’. Loma jî gefên vê dawiyê yê Komra Îslamî ya Îranê, Amrîka, Brîtaniya [...]
Piştî 96 salan ji hevjîna xwe cuda bû
Zilameke Îtaliyayî ji ber aşkera bûna îxaneteke hevjîna xwe di 60 salan berî niha de, piştî 96 salan lê cuda bû. Li gorî malperên Îtalî, dema ku Antanyou di nav nameyên kevn yên xwe û hevjîna xwe de digre, nişkê ve nameyekê dibîne ku jiyana wî ya 96 salan tevlîhev dike. Antanyou di nav nameyan de nameyekê dibîne ku sala 1940’an kesekê bo hevjîna wî şandibû, lewma bo wî aşkera bû ku wî kesî di gel hevjîna wî pêwendiya evîndarî hebûye û nameyên evîndarî bo hevdu şandine. Piştî ku mijara han di gel hevjîna xwe Rusa bas dike, wê jî [...]
Celal Talebanî dahatiya Iraqnê xeterî dibîne
Serkomarê Iraqê Celal Talebanî rewşa Iraqê a niha û dahatî bi metirsîdar da zanîn û daxwaz ji aliyên siyasî kir, bi destûr û rêkeftinameyên navbera xwe pêbend bin. Li gorî Ajansa Kurdistan Talebanî di gotarekê de li ahengeke partiya Dawe li Bexdayê ku ji hêla Serokê lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî Fûad Masûm ve hate xwendin, ragihand ku xebat û berxwedana hevbeş a aliyên siyasî yên Iraqê ya raborî, karîbû bingehên dîktatoriyê bileqîne. herwiha amaje pê da ku qonaxa nû piştî vekêşana hêzên Dewletên Yekgirtî yên Amerîka (DYA) berpirsyariya mezin dixe ser milên serkirdeyên siyasî û pêwîst e hemû alî rijdtir kar [...]
Îtaliya nexweşxaneyekê li Kurdistanê ava dike
Li ser budceya hikûmeta Îtaliyayê dê nexweşxaneyek ji bo hemû nexweşiyan li nahiyeya Enkawe ya Başûrê Kurdistanê bê avakirin. Li gorî ajansa kurdistan Wezîrê Tenduristî yê Herêma Kurdistanê Tahir Hewramî di vê derbarê de ragihand ku hikûmeta Îtlaiya bi rêya konsulxaneya xwe li Hewlêrê re bi awayekî fermî daxwaza avakirina wê nexweşxaneyê li Enkawe kiriye û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî razî bûye. Hewramî amaje kir ku ew nexweşxane dê li ser erdê dêra Enkawe bê avakirin, dêrê jî razîbûna xwe nîşan daye bi mercê ku her welatiyekî ji her ol û pêkhateyekê be di dema pêdivî de serdana nexweşxaneyê bike. [...]
Li Çemçemalê ala Tirkan û wêneya Erdogan hate şewitandin
Li başûrê Kurdisanê, bajarê Çemçemalê li dijî komkujiya li Şirnexê, xwepêşandanek hate sazkirin û tê de tevî şewitandina alaya Tirkiye û wêneyên serokwezîrê wî welatî, daxwaz ji hikûmeta herêmê hate kirin ku helwesteke aşkere derbibire. Malpera Dengê Azad blav kir ku duhî demjimêr 15:00’ê welatiyên Çemçemalê bi armanca şermezarkirina komkujiya Şirnexê ya li Bakurê Kurdistanê, xwepêşandaneke nerazîbûnê saz kir ku tê de jimareyeke berçav ji welatî, rêxistinên civaka sivîl, mamostayên olî amade bûn, alaya Tirkan û wêneyên serokwezîrê wan Recep Tayîp Erdogan hatin şewitandin. Herwiha li bajaroka Kifriyê jî xwepêşandanek hate sazkirin û tê de daxwaz hate kirin ku pêkhênerên [...]
Xetê trênê Hewlêr-Kerkûk-Zaxo bi hev girê dide
Biryare di dahatiyekî nêzîk de xetê trênê di navbera Hewlêr, Kerkûk û Zaxo de bê vekirin. Li gorî ajansa nûçeyan ya Peyamnêrê Serokê Lijneya Pîşesazî û Aborî li civata parêzgeha Kerkûkê Cemal Mewlûd diyar kiriye ku wan berê nivîsîneke Wezareta Veguhastinê ya Iraqê bo vekirina xetê trênê di navbera Kerkûk – Silêmanî û Kerkûk Mûsil ret kirine. Navbirî destnîşan kir ku wê demê wan daxwz kirine ku xetê trênê ya navbera Kerkûk – Hewlêr – Zaxo bê vekirin, lewma niha kar li ser wê tê kirin û ew proje dê ji hêla şîrketeke Frensî ve bê cîbicî kirin.
Mela Kirêkar: Malikî hewla têkdana Kurdistanê dide
Emîrê berê yê Ensar El-Îslam Mela Kirêkar ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî dixwaze rewşa Kurdistanê têk bide û daxwaz ji min kiriye ku vegerim Iraq û şerê PDK û YNK’ê bikim. Li gorî malpera Rudaw, Mela Kirêkar ragihandiye ku meseleya vegera wî a bo Herêma Kurdistanê, bûye mijarekî siyasî ya mezin û her aliyek dixwaze bo şerî aliyê beramberê xwe bi kar bîne. Emîrê berê yê Ensar El Îslamî da zanîn ku Malikî têkilî bi wî re daniye û dixwaze ew vegere Iraqê û şerê YNK û PDK’ê bike. Cihê bibîrxistinê ye pêştir jî Malpera Dûrbînê ya îslamî ragihandibû, [...]
Di heftiyekê de 83 hezar kes hatine Başûrê Kurdistanê
Di heyama yek heftiya derbasbûyî de zêdetirî 83 hezar geştiyar serdana bajarên Herêma Kurdistanê kirine ku piraniya wan hatine Hewlêrê. Desteya Geşt û Guzara Herêma Kurdistanê di beyanameyekê de diyar kiriye ku hejmara wan kesên ku 25 heya 31’ê meha derbasbûyî serdana Herêma Kurdistanê kirine zêdetirî 83 hezar kesan bûye ku bi merema bihorandina rojên serê salê serdana Kurdistanê kirine. Li gorî beyanameyê ji wan 83 hezar kesan 42 hezar hatine Hewlêrê, 29 hezar kes çûne Silêmanî û 10 hezar kes jî çûne Germiyanê. Ev yek nîşana aramî û ewlehiya baş li Kurdistanê ye.
Li Silêmaniyê ala Tirkan hate şewitand
Li bajarê Silêmanî a Başûrê Kurdistanê xwenîşadanek bi merema şermezarkirina komkujiya devera Şirnexê pêkhat û têde ala Tirkan hate şewitandin.