Li Rojhilatê pêleke girtina ciwanan destpê kiriye

Li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê girtina ciwanan gelek xurt bûye û di vê mehedê de zêdetirî 40 kes hatine girtin. Li gorî ajansa Mukiryan di vê mehê de pêleke mezin a girtin û zîndanîkirina ciwanên kurd li bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê destpê kiriye ku tê texmîn kirin hejmara wan zêdetirî 40 kesan be. Ajansa han navê 12 kesan belav kiriye ku di dema 2 rojên derbasbûyî de hatine girtin. Tê gotin hemû ew 40 kes ji ber hizrên siyasî hatibin girtin lê heya niha sedema girtina wan ji hêla hêzên ewlehiyê ve [...]

By |31. december 2011|Categories: Kurdî|Kommentarer lukket til Li Rojhilatê pêleke girtina ciwanan destpê kiriye

Kurd navmala xwe rêkdixin, tenê Rojhilatî ji hev dûr in

Kurdên Başûr, Bakur û Rojava bi merema beşdarîkirin di kongreya neteweyî de ku tê çaverêkirin di nêz de li Hewlêrê bê saz kirin xwe nêzîkî hev kirine û dixwezin bi dengê hevgirtî beşdar bin, lê heya niha di navbera artiyên Rojhilatê Kurdistanê de ev nêzîkbûn nayê dîtin. Ev heyama çend rojan e ku pêvajoya ji hevdu nêzîkbûna aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê destpê kiriye û di vê navberê de aliyên opozîsyon û desthilat bi hevdu nêzîk bûne bi merema rasthatina pirsgirêkên ku li Iraqê pêkhatine. Di vê navberê de duhî û çend rojan berî niha jî Celal Talebanî telefona Serokê [...]

By |26. december 2011|Categories: Kurdî|Kommentarer lukket til Kurd navmala xwe rêkdixin, tenê Rojhilatî ji hev dûr in

Cîhada, erkeke îslamî ye ya anarşîzmeke olî?

Diyar Molayî Di xutbeya mizgeftê de ku ciheke pîroz tê hesibandin handan bo pêkanîna tund û tûjiyan bi navê îslam û bi fermana cîhadê, anarşîsteke olî ya pir xetere ku di destpêkê de zirarê bi olê û piştre bi kesatiyan melayan û di dawiyê de derbeyeke bo tev texên civakê û welat. Mirov demekê dibe xwediyê bandorê û ramanê peyda dike ku pabendî yasayan be, yasayên ku bi xwe danîne û bûye beşek ji jiyana wan, lewma rêzgirtin bo yasayan nîşaneya kesayetiya mirov e. Yek ji xalên pozîtîv ku bûye sedema pêşketina welatên sekolar azadî di hemû waran de û [...]

By |23. december 2011|Categories: Kurdî|Kommentarer lukket til Cîhada, erkeke îslamî ye ya anarşîzmeke olî?

Iraq ber bi ku ve diçe?

Raport: Diyar Molayî Ev çend rojin û her piştî vekêşana hêzên Amerîka li Iraqê rewşa siyasî ya wî welatî rastî pirgirêkên mezin bûne û pêweniyên navbera Sune û Şî’eyan têkçûne û egera pêkhatina şerê hundir gelek xurt bûye, kurd jî hewl didin ku di vê navberê de navbijîvaniyê bikin, ji aliyekî din hinek serkirdeyên kurd di vê baweriyê de ne ku pêwîste ew di vê qeyrana hatî pêş de mifahê werbigrin bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê. Piştî êrîşa Amerîka û hêzên hevpeymanan bo ser Iraqê di sala 2003’an de û têkçûna rejîma Sedam Hisên çend hikûmet hatine ser [...]

By |22. december 2011|Categories: Kurdî|Kommentarer lukket til Iraq ber bi ku ve diçe?

Serok Barosso dest davêje pirsgirêka Demirbaş

Nexweşiya Şaredarê SUR ê Abdullah Demirbaş lê giran dibe. Divê tedawiya wî li derveyî welêt pêk were. Lê qedexeya dadgeha Turkiyê rê li ber digre ku derkeve derve. Dezgeha Mafê Mirovan Kurdocide Watch-CHAK ji bo ku qedexeya li ser Demirbaş rake, demek e kampanya xwe di gel dezgehên hevkar, “Komela li Dijî Jenosîdê li Frankfurt”ê û “Komîteya Piştgiriyê ya Demirbaş” dide domandin. Navenda CHAK ê, di vê çarçoveyê de nameyek taybetî gihand Serokê Komîsyona Ewropayê Jose Barroso. Duhî bersiva Komîsyona Ewropayê, li ser navê navenda CHAK ê, ji Cîgirê Serokê Giştî Gabar ÇIYAN re re hate şandin. Bersiv, ji ”Meseya [...]

By |19. november 2011|Categories: Kurdî, Kurdistan/Verden, NYHEDER|Kommentarer lukket til Serok Barosso dest davêje pirsgirêka Demirbaş

Operation Qendîl – Dawî an jî destpêk?

Li Tirkiye’yê ji sala 1984’an virve kengê siyaset, artêş û hikûmeta tirk di derbarê tevgera netewî ya Kurdistan’ê de têkeve tengasiyê amaje bi ‘‘wî aliyê sînor‘‘ dike! Ji roja ku komara xwe damezrandine nehatiye bîra rayêdarên tirk ku koka pirsgîrêkê li Enqere’yê ye ne li devereke din! Faysal Dağlı Niha li bazara Enqerê dîsa îhale ya ‘operasyona Qendîl’ê’ vebûye. Gefên dijî PKK’ê û (bi awayeke sergirtî dijî hezên Başûrê Kurdistan’ê jî) êdî yek ji daxuyanî û nûçeyên rojane yên hemû cûre medya û rayadarên tirk e. Leşker an jî siyasetmedar, çi desthilatdar, çi mûxalefet, yê ku beyanî zû şiyardibe û [...]

By |7. november 2011|Categories: Kurdî, Kurdistan/Verden, NYHEDER|Kommentarer lukket til Operation Qendîl – Dawî an jî destpêk?

Dalkurd: Êşa Wanê êşa me ye

Dalkurd FF û Koma Kanala TV ya Swêdî maçek futbolê jibo alîkarî û piştgiriya Wan ê organize dike. Dalkurd li alîyekî û li aliyê din, Koma Kanala TV yî dilîzîn. Koma Kanala TV yî ji nasdarên Swêdê pêk tê. Daxuyaniya Dalkurdê wisa ye: Li hemberî bûyerên xwezayî, mirov bê hêz dimîne. Lê însanetî dikare, bibe alîkar, bibe şîrikê êşa heye û birînan derman bike. Lewma divê jibo avakirina Wan ê gav bêne avêtin. Dalkurd, bi nasdarên Swêdê û bi we re dixwaze berpirsiyaretiya xwe ya însanî bi cî bîne û alîkariyê pêşkêşî xwîşk û birayên me li Wan ê bike. [...]

By |3. november 2011|Categories: Danmark, KULTUR, Kurdî, NYHEDER|Kommentarer lukket til Dalkurd: Êşa Wanê êşa me ye

Li Fransayê peykera bîranîna jenosîda Suryaniyan

Li Fransayê bi qasî 20 hezar Suryani/Asuri/Keldanî dijîn. Di sala 2006 an de, li Sarcelles ê peykerek ji bo bîranîna pirkûjiya Suryaniyan hatibû danîn. Roja 20/10-2011 î, li Saint-Brice yê peykerekî din, ji bo bîranîna qirkirina Suryaniyan di sala 1915 an de hate danîn. Piştî hevdîtinên bi dirêjî ya Komela Asurî Kildaniya li Fransayê û Yekîtiya Asuri Kildaniya li Fransayê bi şaredarê bajêr Alain Lorand re, biryar ji aliyê belediye hate dayîn û peyker bi merasîmekî û beşdariya 500 kesan, hate danîn. Di merasîmê de parlementerê fransî, şaredarê bajarên cewaz û rêvebirên komele û yekîtiyên Suryaniyan/Asuri/Kildaniyan beşdar bûn. Serokê Navenda [...]

By |2. november 2011|Categories: Kurdî, Kurdistan/Verden, NYHEDER|Kommentarer lukket til Li Fransayê peykera bîranîna jenosîda Suryaniyan