Emîrê berê yê Ensar El-Îslam Mela Kirêkar ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî dixwaze rewşa Kurdistanê têk bide û daxwaz ji min kiriye ku vegerim Iraq û şerê PDK û YNK’ê bikim.

Li gorî malpera Rudaw, Mela Kirêkar ragihandiye ku meseleya vegera wî a bo Herêma Kurdistanê, bûye mijarekî siyasî ya mezin û her aliyek dixwaze bo şerî aliyê beramberê xwe bi kar bîne.
Emîrê berê yê Ensar El Îslamî da zanîn ku Malikî têkilî bi wî re daniye û dixwaze ew vegere Iraqê û şerê YNK û PDK’ê bike.
Cihê bibîrxistinê ye pêştir jî Malpera Dûrbînê ya îslamî ragihandibû, serokwezîrê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan, û serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî, dixwazin Mela Krêkar ji Norwêce bînin Herêma Kurdistanê.
Li gor nûçeyê yên ku hewl didin Mela Krêkar bînin Herêma Kurdistanê, pêk hatine ji Recep Tayîp Erdogan, Nurî Malikî, serokê Kutleya Hevpeymaniya Şîeyan Îbrahîm Caferî, hikûmeta Tehran û çend hêzên kurdî.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer