Kurdên Rojava peymaneke hevbeş îmze dikin
Li gor zanyariyên dawiyê yên ku gihîştine, Encumena Niştimanî ya Kurdên rojava, Partiya Yekîtiya Demokrat û Encumena Gel ya nêzîkî PYDê ê peymanekê di navbera xwe de îmze bikin. Peyman dê li ser xalên hevbeş be ku aliyên siyasî yên Kurdî bikaribin bi hev re xebata xwe bi rê ve bibin û tevgerê ji astengan biparêzin. Li gor zanyariyan jî, civîn û hevdîtinên di nava wan aliyan de berdewam in. Endamê sekreteriya Encûmena Niştimanî ya Kurd Mistefa Îsmaîl ji AKnewsê re aşkere kir, “Me beriya 2 mehan ji aliyê PYDê ve nameyek wergirt, tê de daxwaza hevkarî û hevdengiyê dikirin, me [...]
Amerîka konsolxaneya xwe li Sûriyayê dadixe
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hişyarî da hikûmeta Sûriyeyê ku ger aloziyên wî welatî berdewam bin dê konsolxaneya xwe dabixin. Li gorî ajansa BBC’ê berpirseke Amerîkayî got ku wan bi desthilatdarên Sûriyeyê re di vî warî de gotûbêj kirine û ji wan xwestine ku konsolxaneya Amerîkayê di warî ewlehî de biparêze û ger wî karî nekirin ew neçar in ku konsolxaneya xwe dabixin. Hişyariya Amerîkayê bo daxistina konsolxaneya xwe di demekê de ku ev heyema çend mehan e li Sûriyeyê alozî êkhatine û heya niha zêdetirî 6000 kes hatine kuştin û Amerîka û welatên Ewropayî jî sizayên aborî xistine ser wî [...]
Weşana ROJ TV li ser Eutelsate hate rawestandin
Ji ber ku propaganda ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kiriye heyva destkirda fezayî ya Eutelsatê, weşana Roj TV rawestand. Li gorî nûçeya ANFê, Eutelsatê, duh ragihand, di çarçoveya biryara dadgeha Danîmarkayê de, ku Roj TV wek “alîgira PKKê” nîşan dabû, weşana Roj TV dide sekinandin. Li gorî nûçeyê, bi vî awayî li Kurdistana Tirkiyê, kurd niha nikarin Roj TV temaş bikin, tenê li ser înternetê bernameyên Roj TV dişopînin. Navenda Eutelsatê li paytexta Fransa, Parîsê ye.
Se’ûdiye ji bo Îranê: Haydarî kiryarên xwe be!
Navneda Lêkolîn û zaniayriya Îslamî yê Erebistanê Şahzade Tirkî Elfeysel diyar kir ku di egera girtina tengaviya Hurmizê ji hêla Îranê ve dê bi tundî rastî wî welatî bên. Li gor malpera Elerebiye, Tirkî El-Feysel di konferansekê de bi amajekirina aloziyên li ser tengaviya Hurmiz got: Me hemûyan gotinên rêberên Îranê di warê girêdana dertenga Hurmiz û gef ji welatên cîran bihîst. Kiryarên han dê aloziyên deverê pêtir bikin û egera encamek pêşbînînekirî heye. Navbirî ragihand ku em li hember pirsa navikî di navbera Îran û civaka cîhanî de bêalî ne, lê li hember gefên li ser ewlehî û berjewendiyên [...]
“2012 ji bo kurdan gelek giring e”
Rojnameyeke Îsraîlî belav kir ku sala 2012’ê ji bo kurdan gelek giring e û ger kurd xwe jîr bikin dê dîsa bibin xwediyê statûya xwe ya berê li rojhilata navîn.” Rojnameya Jerusalem Post a Îsraîlê, ku bi zimanê înglîzî tê weşandin, di şiroveyekê de, ku ji aliyê nivîskarê rojnameyê Aydin Fîşman ve hatiye nivîsandin, rewşa kurdan li her 4 perçeyên Kurdistanê, şirove dike û sala 2012ê wek sala kurdan bi nav dike. Rapora han ku di Ajansa Kurdistan de jî hatiye belav kirin behsa dîroka kurdan tê kirin ku li dema împratoriya Med de, kurd xwedan desthilat bûne û heyama [...]
Rojhilatî li hemberî Farisan yek deng in
Çend rojan berî niha konferanseke havpar ya hêzên opozîsyona Îranê li Almaniyayê meşiya ku têde kurdên Rojhilat bo yekem car yek deng û yek helwest bûn. Li gorî malpera Rohilattimes roja 7 û 8’ê vê mehê konferanseke li welatê Almaniyayê di navbera aliyên opozîsyon yên Komara Îslamî pêkhat ku derbarê dahatiya Îranê û çawaniya rêketina aliyên siyasî di Îraneke piştî Komara Îslamî de bû. Li gorî ku hatiye belav kirin bo yekem car kurdên Rojhilat di vê konferansê de yek helwest bûn û li hemberî farisan bi tundî piştevanî ji mafê neteweyî yên xwe kirin. Di konferansê de kurdan ragihadine [...]
JIWA TV bi Hewramî dest bi weşanê kir
Televîzyona (JIWA TV) ku biryare bi zaraweya Hewramî weşanê bike, duhî weşana xwe ya test destpê kir. JIWA TV, televîzyoneke lokalî ya Hewramî ye ku çend mehan berî niha ji hêla sentera rewşenbîrî û kulturî ya Jiwa hate damezirandin û êvareya duhî dest bi weşana xwe ya test kir. Ku li ser pêla UHF 47 belav dibe. Tê gotin ku dê JIWA TV destpêkê tenê li devera Hewraman û Şarezû weşanê bike lê dê piştre li bajarên Xaneqîn û Kirmaşan û gelek bajarên din yên Rojhilat û Başûr bê dîtin.
ROJ TV bi ser ket
Piştî 3 civînan û demek zaf dadgeha welatê Danîmarkayê biryar li ser bi mafbûna ROJ TV da û giliya hikûmeta Tirkiyeyê ret kir. Îro ji serê sibê ve xelkek zan li pêşiya dadgeha Danmarkayê li bajarê Kopinhaginê li hev civiyan bi merema piştevanî kirin li ROJ TV, di mîtînga han de peyamnêrê jiyan.dk jî beşdar bû, piştre demjimêr 13:00 bi dema Ewropayê biryara dawiyê derbarê ROJ TV hate dayîn, ku dadgehê TV ya han bi maf zanî û giliya Tirkan ret kir. Piştî derketina biryara dadgehê kurdên li pêşiya dadgehê dest bi kêfxweşiyê kirin û guwend gelek berfireh bû, nêzîkî [...]
Xamineyî cardin gef ji Amerîkayê xwar
Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî bi tundî êrîş kire ser Amerîkayê û diyar kir ku ew dê rêya xwe berdewam bikin. Di axaftinekêd e ku di TVyên fermî yên Îranê de belav bû Elî Xamineyî destnîşan kir ku ew tu car nakewin bin bandora Amerîka û welatên Rojavayî û cezayên wan jî çi ji rewşê naguhere û dê karên xwe berdewam bikin. Ev axaftinên Xamineyî di demekê de ne ku Amerîka û welatên Rojavayê rêketine li ser dûrpêçkirina petrola Îranê û ji ber hindê jî berpirsên Îranê gefa daxistina tengaviya Hormozê kirine û welatên Erebî jî xwe bo [...]
Dramayekî televîzyonî li ser jiyana Mandela
Jiyaname û tekoşîna rêberê navdar ê Afrîqaya Başûr, Nelson Mandela, di dramayekî televîzyonî de tê nîşan dan. Di nûçeyekê de li gorî rojnameya Guardian a Brîtanî, Ajansa Kurdistanê belav kir ku jiyan û têkoşîna rêberê navdar ê Afrîqaya Başûr, Nelson Mandela, ku piştî 27 sal zîndan bû yekemîn serokomarê reşik ê welatê xwe, dê bibe dramaya televîzyonî. Li gorî nûçeyê, Mandela, ku niha 93 salî ye, qebûl kiriye ku 60 sal ji jiyana wî bibe drama. Ev drama dê 6 beş bê kişandin. Di nûçeyê de hat gotin, bûdceya vê dramayê dê 20 milyon dolar be û dê ji aliyê [...]