Di heyama yek heftiya derbasbûyî de zêdetirî 83 hezar geştiyar serdana bajarên Herêma Kurdistanê kirine ku piraniya wan hatine Hewlêrê.

Desteya Geşt û Guzara Herêma Kurdistanê di beyanameyekê de diyar kiriye ku hejmara wan kesên ku 25 heya 31’ê meha derbasbûyî serdana Herêma Kurdistanê kirine zêdetirî 83 hezar kesan bûye ku bi merema bihorandina rojên serê salê serdana Kurdistanê kirine.

Li gorî beyanameyê ji wan 83 hezar kesan 42 hezar hatine Hewlêrê, 29 hezar kes çûne Silêmanî û 10 hezar kes jî çûne Germiyanê. Ev yek nîşana aramî û ewlehiya baş li Kurdistanê ye.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer