Biryare di dahatiyekî nêzîk de xetê trênê di navbera Hewlêr, Kerkûk û Zaxo de bê vekirin.

Li gorî ajansa nûçeyan ya Peyamnêrê Serokê Lijneya Pîşesazî û Aborî li civata parêzgeha Kerkûkê Cemal Mewlûd diyar kiriye ku wan berê nivîsîneke Wezareta Veguhastinê ya Iraqê bo vekirina xetê trênê di navbera Kerkûk – Silêmanî û Kerkûk Mûsil ret kirine.

Navbirî destnîşan kir ku wê demê wan daxwz kirine ku xetê trênê ya navbera Kerkûk – Hewlêr – Zaxo bê vekirin, lewma niha kar li ser wê tê kirin û ew proje dê ji hêla şîrketeke Frensî ve bê cîbicî kirin.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer