Li ser budceya hikûmeta Îtaliyayê dê nexweşxaneyek ji bo hemû nexweşiyan li nahiyeya Enkawe ya Başûrê Kurdistanê bê avakirin.

Li gorî ajansa kurdistan Wezîrê Tenduristî yê Herêma Kurdistanê Tahir Hewramî di vê derbarê de ragihand ku hikûmeta Îtlaiya bi rêya konsulxaneya xwe li Hewlêrê re bi awayekî fermî daxwaza avakirina wê nexweşxaneyê li Enkawe kiriye û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî razî bûye.

Hewramî amaje kir ku ew nexweşxane dê li ser erdê dêra Enkawe bê avakirin, dêrê jî razîbûna xwe nîşan daye bi mercê ku her welatiyekî ji her ol û pêkhateyekê be di dema pêdivî de serdana nexweşxaneyê bike.

Hewramî aşkere kir ku budceya avakirina nexweşxaneyê ji hêla hikûmeta Îtaliya ve hatiye peydakirin û ew ê nexşe û dîzayna projeyê amade bike, lê hikûmeta herêmê dê projeyê cî bi cî bike.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer