Zilameke Îtaliyayî ji ber aşkera bûna îxaneteke hevjîna xwe di 60 salan berî niha de, piştî 96 salan lê cuda bû.

Li gorî malperên Îtalî, dema ku Antanyou di nav nameyên kevn yên xwe û hevjîna xwe de digre, nişkê ve nameyekê dibîne ku jiyana wî ya 96 salan tevlîhev dike.

Antanyou di nav nameyan de nameyekê dibîne ku sala 1940’an kesekê bo hevjîna wî şandibû, lewma bo wî aşkera bû ku wî kesî di gel hevjîna wî pêwendiya evîndarî hebûye û nameyên evîndarî bo hevdu şandine.

Piştî ku mijara han di gel hevjîna xwe Rusa bas dike, wê jî îtîraf bi wê nameyê kir lê daxwaz ji hevjînê xwe kir ku wê yekê ji bîr bike.

Lê dema ku îxanta han aşkera dibe zilam serdana dadgehê dike û daxwaza cudabûnê dike û dadgeh jî ew yek pejirand.

Kommentér via Facebook

kommentarer