Li başûrê Kurdisanê, bajarê Çemçemalê li dijî komkujiya li Şirnexê, xwepêşandanek hate sazkirin û tê de tevî şewitandina alaya Tirkiye û wêneyên serokwezîrê wî welatî, daxwaz ji hikûmeta herêmê hate kirin ku helwesteke aşkere derbibire.

Malpera Dengê Azad blav kir ku duhî demjimêr 15:00’ê welatiyên Çemçemalê bi armanca şermezarkirina komkujiya Şirnexê ya li Bakurê Kurdistanê, xwepêşandaneke nerazîbûnê saz kir ku tê de jimareyeke berçav ji welatî, rêxistinên civaka sivîl, mamostayên olî amade bûn, alaya Tirkan û wêneyên serokwezîrê wan Recep Tayîp Erdogan hatin şewitandin.
Herwiha li bajaroka Kifriyê jî xwepêşandanek hate sazkirin û tê de daxwaz hate kirin ku pêkhênerên komkujiya Şirnexê, li Dadgeha Laheya Navdewletî bên berdadkirin.
Ji aliyekî din ve parlamenterê Tevgera Goranê Hêmin Mamend jî ji Malpera Awêneyê re got, “Wek çend parlamenterên Goranê me daxwaz kir ku serokatiya parlamentoyê komîsyoneke parlamentoyê pêk bîne û serdana Şirnexê bike. Mixabin hersê serokatiyên herêmê helwesteke cidî nîne beramber vê komkujiyê, helwesta wan şerminane ye.”
Ji aliyekî din ve parlamenterê Tevgera Goranê Hêmin Mamend jî ji Malpera Awêneyê re got ku pêwîst e konsolxaneya Tirkiyeyê ji herêmê bê derxistin û hemû şîrketên tirkan jî ji axa herêmê bên derxistin û bo maweyeke demî jî be, rê neyê dayîn tiştên tirkî bên herêmê.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer