Li bajarê Silêmanî a Başûrê Kurdistanê xwenîşadanek bi merema şermezarkirina komkujiya devera Şirnexê pêkhat û têde ala Tirkan hate şewitandin.

Li gorî malpera Hawlatî, piştînîvroya îro li bajarê Silêmanî xwenîşndanek li dijî komkujiya devera Şirnexê pêkhat û têde çendîn hutaf û silogan li dijî hikûmeta Tirkieyê hatibûn bilind kirin û herwiha xwenîşanderan ala Tirkan şewitandin.

Li gorî çavkaniyê xwenîşanda li cadeya Salim destpê kir û heya ber parka Azadî ya bajarê Silêmanê berdewam bû.

Di xwenîşandanê de daxwaz ji Amerîka hate kirin ku êdî çekan bi Tirkan neforşe, ji ber komkujiyan Şernaxê bi firoka F-16 hatiye encamdan ku Amerîkayê çêkiriye.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer