Piştî gefên berdewam yên Îranê derbarê girtina tengaviya Hormozê, tev welatên Kendawê ketin amadebaşiyê û Amerîka û Brîtaniya jî gefa êrîşan bo ser Îranê kirine lewma egera şerek giran li dijî wî welatî di rojevê de ye.

Cîgirê Serok Erkanê Îranê û herwiha Wezîrê Parastinê yê wî welatî Ehmed Wehîdî cardin gefa girêdana tengaviya Hormozê kir û wiha got:’’ Hebûna demdirêj ya Amrîkayê, ji bilî ziyan, nakokî û pevçûnan tu encamek bi xwe re nayne, lewra jî divê tavilê ji kendava Farsî derkeve û careke din venegere vir’’.

Loma jî gefên vê dawiyê yê Komra Îslamî ya Îranê, Amrîka, Brîtaniya û welatên Erebî hêrs kirî ye.

Derbarê wê de Brîtanyayê diyar kir ku wê di rêya serbazî de derwazeyê Hormozê vekirî bihêle û artêşên Erebistan Se’udî û Welatên Kendavê xwe ji bo şer amade dikin û gengaze ku di dahatiyek nêz de li beramber Îranê şereke bê sînor bikin.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer