Læs eventyret om “Snehvide” på kurdisk. Oversat af Mustafa Kaplan.
Rojek ji rojan jinmîrek hebû. Ji dil gelek dixwest zarokek ya wê hebi. Rojekê zivistanê ber bi pencerê runiştî bû, û nekiş çêdikir. Şibaka li ber runiştî, ji darê guzê bû. Rabî ser xwe çû ber șibakê, û berê xwe da derê, deste xwe danî ser çarçûwa șibakê bê daxwaza wê, tîşekê şibakê li tilîya wê re çû, sê dilop xwîna wê, rijîya ser berfê.
Pê re got, ax! Xwezî min zarokek hebîya. Bila wek berfê sipî, wek xwînê sor, û wek çarçûwa wê șibakê ji reş bûya. Piştî salekê, jinmîre re, zarokek keç çêbû. Laşê wê wek berfê sipî, lêvên wê wek xwînê sor, û porê wê ji, wek rijîyê reș bû.
Navê wê danî’ Berfsipî’. Bes jinmîr piștî zayînê mir. Mîr ji, piştî mirna jina xwe, carek dîn zevicî. Jina wî ya nû, gelek sipehî û ji xwe baver û kibar bû , lê belê gelek ji, çav ne bar bû. Ji xwe pêvetir delal nas ne dikir. Neynikek bi sihir hebû. Her car ji neynika xwe dipirsî.
-Neynika ser dîwar, ka ji min re bêje, kesê ji hemîyan sipehîtir kî ye li vî welatî? Ka ji min re bêje.
Neynîka li dîwar hilawistî, ji jinmîrê digot:
-Jinmîra delal, bê șik kesê ji hemîyan sipehîtir tu yî li vî welatî, ji te delaltir û sipehîtir kes dî nîni. Dilê wê pê wan gotinan aram dibû, û keyfa wê gelek xweș di bû. Neynika wê herdem ya rastî jê re digot. Li wê demê de Berfsipî ji, hedî hedî mezin dibû, her rojên di çû Berfsipî xweșiktir û delaltir dibû. Jinmîr ji wê rewșê, ket nav șik û waswasan de, jê re bê bawerî peyda bû, û hedar wê ne dihat. Çû ber neynika xwe û jê pirsî .
– Aynika biçûk ya li diwar hilawistî, ka ji min re bêje, kî ye sipehî li vî welatî?
Û neynikê bersiv da.
-Jinmîra delal, tu yi sipehîya wê derê, lê Berfsipî hezar caran ji te xweșiktir û delaltir re!
Pê wan gotinan, Jinmîr ser û bin bû. Ne xwaziyek gelek dijwar û hesûdîyek ne mirovî, nik peyda bû.
Ji xwe re digot, ji min pitir sipehî na vê li welatî bimîne. Hema yekser gazî nêçîrvanekê kir, û jê re got.
– Wê Berfsipî yê bibe nav daristanê, li vir bikuje,û dilê wê ji min re bîne, ca ez ji te bawer bikim. Nêçîrvanê reben, bê daxwaza xwe, Berfsipî hilgirt û berê xwe da daristanê. Kar kir Berfsipîyê bikuje, wê heynê re Berfsipî, dest pê girî kir. Û got:
-Nêçîrvanê delal, bihêle ez bijîm, ez ê bazbidim herim nav daristanê, û qet paș ve na zivirim. Nêçîrvan bi wan gotinên Berfsipîye re, rehmek ket dilê wî û ji xwe re got, çira ez dê wê keçka bê guneh bikujim, kuștina wê keçkê, her tim û tim dê vicdana min bi êșî ni. Dilê Nêçîrvanî ma keçkê ve, û got:
-Here, carek din li wan dera ne xweyê, û ne mine.
Nêçîrvanî ji xwe re got, ez de bezkuvîyekê bi kujim , û dilî vî derxim, û jinmîrê re bibim ca ji min bawer bike. Bezkûvîyek kușt û dil wê derxist, û ji jinmîrê re bir. Jinmîrê ew dil bi bawerîya dilê Berfspîyê keland, û bi keyfek xweș xwar.
Berfsipî ya reben baz da çû nav daristanê , șaș ma, ne zanî ku da heri. Ji tinêtîya xwe ya nav daristanê de, gelek tirsîya. Carbaran bazdida milê cepê, carbaran milê rastê. Ji revînê gelek westîya bû , pîyên wê li beran ketenê, tîș tîș bibû, û ji xwînê sor dikir. Dar û sitîryên daristanê fîstanê wê lîme lime, û ket ket kirîbû.
Keçka guneh ji westandinê ti hal ji re nema bû. Ber bi ewara direng gihișt nik xanîyek biçûk, hema yekser xwe awêt malde.
Li malede mase, lalî , kursî û cihên razanê hebû, lê hertişt gelek biçûk bûn.Durberê masê heft kursî, ser masê ji heft lalîk ber bi her lalîyekê kêrik , şineyek (çatal), kevçikek, û șerbikek tijî șerbet, û li her lalîyekê de ji, piçek heșînatî, û piçek nan hebû.
Berfsipî wê rojê, qet nan ne xwarî bû. Gelek têhn û birçî bibû. Hema dest awête ji her lalîyekê piçek rakir, û ji her șerbikekê piçek șerbet vexwar. Piștî nan xwarnê, piçek ser xwe ve hat , hema ji nișkêve xwe awêt ser wan heft cihên biçûk, yên rex dîwarî, û yekser kete xewek giran.
Dê berdewam bi.
Not: Ew nivîs, ji”Eventyr Og Historier” hatîye wergerandin.
Nivîskar anonim e. Zimanê pirtukê danîmarkî ye.