Serkomarê Iraqê Celal Talebanî rewşa Iraqê a niha û dahatî bi metirsîdar da zanîn û daxwaz ji aliyên siyasî kir, bi destûr û rêkeftinameyên navbera xwe pêbend bin.
Li gorî Ajansa Kurdistan Talebanî di gotarekê de li ahengeke partiya Dawe li Bexdayê ku ji hêla Serokê lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî Fûad Masûm ve hate xwendin, ragihand ku xebat û berxwedana hevbeş a aliyên siyasî yên Iraqê ya raborî, karîbû bingehên dîktatoriyê bileqîne.
herwiha amaje pê da ku qonaxa nû piştî vekêşana hêzên Dewletên Yekgirtî yên Amerîka (DYA) berpirsyariya mezin dixe ser milên serkirdeyên siyasî û pêwîst e hemû alî rijdtir kar bo niştiman bikin.
Talebanî got, “Ev hemû pêwîstiyê bi seqamgîriya siyasî û otomasferekî siyasî heye, û tê de pêbendbûna bi destûr û rêkeftinan zal be, ew jî rewş û barûdoxê pêşbîniya metirsiyekê dike, eger guftûgo û rêkeftinan û guherîna ra çê nebe”.