Dîroka têkiliya Elewîyan û CHP
Pispor: "Elewî dengê xwe dan CHPê ji ber ku bawer dikin CHPê laîkiyê diparêze li dijî rojeva olî ya AKPê." Ji aliyê Deniz Serinci ve Her sal bi armanca bîranîna qurbanên şewata Sêwasê di meha Tîrmehê de Elewiyan, baweriyeke olî li Tirkiyê û Kurdistana Bakur, diçin bajarê Sêwasê. Li vir şewata otêla Madimakê li 1993ê protesto dikin. Girseyeke fundamentalist êrîş birin ser hotelê ku hunermendên Elewî yên ku bona bîranîna çalakiya Pir Sultan Abdal hatibûn bajêr tê de diman û hotel şewitandin. Di encama êrişê de 33 hunermend hatin kuştin. Ji derveyî welêt Dîlan Yilmaza 19 salî ji Elmanyayê hate [...]
Nîqaşa nasnameyî di nav Êzidîyên Ermenîstanê de
Ezîz Tamuyan: “Em ne Kurd in. Ew Kurdî diaxivin, em Êzdikî diaxivin." Ji aliyê Denîz Serincî ve Li welatê biçûk yê Kafkasya Ermenîstanê lihevnekirineke nasnameyî heye di nav civata Êzidî de. Baweriya Êzdiyan bi Melekê Tawus û Xwedê heye. Li gor Êzidiyan Tawusê Melek nûnerê Xwedê ye li ser erdê û di heman demê de sembola başiyê ye. Êzidî her roj du caran berê xwe didin rojê û duayan dikin. Di dîroka xwe de ew rastî zor qetlîaman hatine. Ezîz Tamuyan Nêzîkî 40.000 Êzidî li Ermenîstanê dijîn, ku berê ji Kurdistana Bakur hatine. Çend caran Êzdiyên Êrîvanê li ber [...]
Nesrîn Qasimlo: Eger dilê min ne saxlem bûya ezê ji sekinandina dil bimirama
Nesrîn Qasimlo: "Dewleta Avusturyayê qatil serbest berdan. Min îtîraz kir, lê ev ji aliyê dadgeha bilind a wan hate red kirin. Min xwe bi tenê hîs kir." Helen Krulich hevjina berê ya siyasetmedar û rêberê Rojhilatê Kurdistanê Ebdulrehman Qasimlo yê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran ye. Di nav Kurdan de wek Nesrîn Qasimlo tê naskirin. Ebdulrehman Qasimlo di 13ê Tîrmeha 1989ê de li Vîyanayê ji aliyê dewleta Îranê ve hat qetilkirin. Di sala 1988ê de hevdîtinên nûnerên komara Îslami ya Îranê û sekreterê giştî yê PDKÎ Qasimlo destpêkirin. Roja 13ê Tîrmeha 1989ê Qasimlo ligel hevalên wî Dr. Fazil Resûl û Ebdullah Qadirî Azer ku nûnerê [...]
Pispor: Seîdê Kurdî bi sedan zarokên Ermenî ji mirinê rizgar kirin
Rola Kurdan di komkujiya Ermenî de çi bû? Ji aliyê Deniz Serinci ve Her sal di 24ê Nîsanê de Ermeniyên hemû dinyayê kuştîyên xwe bibîrtînin. Di vê tarîxê de Komkujiya Ermenî di 1915ê de ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve destpêkir. Di encama sirgûnkirina û qetlîaman de tê texmîn kirin ku navbera 1 û 1,5 mîlyon Ermenî hatin kuştin. Rola Kurdan di komkujî de çi bû? Ugur Ümit Üngör Ugur Ümit Üngör, professor ji Zanîngeha Utrechtê li Hollandayê û pisporekî Komkujiya Ermenî, ji bersiva vê pirsê wiha şîrove kir: “Hîn eşîretên Kurdî alikariya hikûmeta Osmanî kir û Ermenî kuştin. [...]
“Leyla Qasim bû remza berxwedana jina Kurd”
“Hezaran dayikên Kurd navên zarokên xwe kir Leyla li her çar perçên Kurdistanê,” Leyla Peköz Çalişkan got. Ji aliyê Deniz Serinci ve 46 sal piştî mirina xwe, çalakvana Kurd Leyla Qasim dîsa dîsa ket rojevê Jina Kurd di 12ê Gulana 1974ê ji aliyê rejîma Baas ve li Bexdadê hate îdamkirin. Çend sal berê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî bi minasebeta îdamkirina Leyla Qasim de peyameke wisa pêşkêş kiribû. "Şehîd Leyla Qasim sembola canfedayî, bawer bi xwe kirin, welatparêzî û jina Kurd e û herwiha ciha serbilindî û serfiraziya her takekî Kurd e û lazim e heta heta bîranîna [...]
“Bi sedema kuştina Şerefkendî Ewropa şiyar bû”
Xakîbegî: ”Ewropa ji xewê şiyar bû.” Ji aliyê Deniz Serinci ve Di salvegera kuştina serokê berê yê Partiya Demokrata Kurdistanê-Îran (PDKÎ), Dr. Sadiq Şerefkendî de, rêberê Kurd tê bibîranîn. Şerefkendî piştî kuştina serokê partiyê Ebdulrehan Qasimlo bi girtina dengên giştî yên Komîteya Navendî bû Sekreterê Giştî yê PDKÎyê. Ew di 17ê Îlona 1992ê de li Berlînê li Elmanya ligel sê hevalên xwe ji aliyê sîxurên dewleta Îranê ve hate kuştin. Bûyer weke ”Qetlîama Mykonosê” tê naskirin, ji ber cihê kuştinê, xwaringehekê li Berlînê. Rostem Cehangîrî Rostem Cehangîrî, endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ, Fuad Xakîbegî, serokê Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên [...]
Bîranîna Enfalê: “Min 300 zarok binaxkirin”
Nusret Tahîr serokê Navenda Enfalê li Duhokê: “Min 300 zarok binaxkirin” Ji aliyê Deniz Serinci ve Nusret Tahîr serokê Navenda Enfalê li Duhoka Başûrê Kurdistanê ye. Tahîr derbarê kuştî û birîndarên Enfalê zanyarî dide li parêzgeha Duhokê. Lê ev zehmet e, ji ber ku hertişt tevlihev bû. ”Enfal bo me wekî roja Qiyametê bû: Herkes xwest xwe biparêze, ji ber vê yekê nêrîneke giştî tine,” Tahîr got. Normalî tê tehmînkirin ku 182.000 Kurd di dema Enfalê de ”winda bû”. Lê ev hejmar jî bi xwe ne tam e, ji ber ku gelek term tucar nehatin diyar kirin. Rejîma Iraqê êrişê [...]
Qehremanê Helebçê – Hoşyar Elî
Hoşyar Elî herdu seqên (bacak) xwe piştî teqîna mayinan winda kiriye. Niha li mayinan lêdigere û wan bi destê xwe betal dike. Ji aliyê Deniz Serinci ve Pir bi xeter e û herdu seqên (bacak) xwe di teqîna mayinê de winda kiriye ji. Lê Hoşyar li Kurdistana Iraqê dîsa jî erdê ji mayinan paqij dike. 32 sal in ew bi vî karî re mijûl e û ji ber vê xelkê herêmî wî wek “Mayin Hoşyar” bi nav kir. Hoşyar li Helebçê dijî, bajarek ku bi êrişa kîmyawî ji aliyê rejîma Bexdadê li adara 1988ê bi navûdeng bû, û xwe goriya [...]
“Namûs wekî pere ye”
“Namûsa keçan beşek ji rûyê fermî yê malbatê ye. Eger keç li gor adetan tevnegere, malbat dikare rêza xwe di nav civakê de winda bike. ‘Namûs’ mîna pere ye. Ev pere statuya her malbatê diyar dike,” pispor Joanne Payton dibêje. Ji aliyê Deniz Serinci ve Tundiya li dijî jinan û kuştinên bi navê namûsê her di rojeva Başûrê Kurdistanê de ne. Lê tundiya li dijî jinan û kuştinên bi navê namûsê li derveyî Kurdistanê, di nav Kurdên koçber de jî rastiyek e. Di nav bûyerên herî navdar de kuştinên Pela Etrûşi li Swêdê di 1999ê de, Fadîme Şahîndal li Swêdê [...]
Nîzamedîn Arîç: Bila hêzên Kurd bibin yek
Hevpeyvîn ligel hunermend Nîzamedîn Arîç. Ji aliyê Deniz Serinci ve Hunermendê navdarê kurd Nîzamedîn Arîç diyar kir ku dema qedexeya li ser zimanê kurdî rabibe û zarokên kurd bikarin bi kurdî perwerdeyê bibînin ew dê vegere welatê xwe. Arîç anî ziman ku dewleta tirk li ser rakirina qedexeya kurdî derewan dike. Hunermendê navdarê kurd Nîzamedîn Arîç ku bêtir ji nêzikî 40 sal in li sirgûnê û xerîbiyê dijî, diyar kir, ji ber ku zimanê wî li Tirkiyeyê hatibû qedexekirin ew neçar ma ji welatê xwe dervkeve û li xerîbiyê bijî. Li ser vegera xwe jî Arîç wiha got: “Helbet ez [...]