”Pêşveçûna virusa koronayê ji bendewariyên me baştir e,” Mette Frederiksen got.

Ji aliyê Deniz Serinci ve

Foto: Sandra Skillingsås, Arbeiderpartiet

Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen îro di civîneke çapemeniyê de got ku di pêşveçûna vîrûsa koronayê de tiştek heye ku mirov kêfxweş bibe û ji ber vê jî hikûmet amade ye civaka Danîmarkê zûtir ji nû ve veke.

Hejmara yên ku hatin rakirin nexweşxaneyê û yên ku di bin çavdêriya berfireh de ne kêmtir bûn.

”Pêşveçûna vîrûsa koronayê ji bendewariyên me baştir e,” Mette Frederiksen got.

”Em li rêketina xwe serkeftî bûn. Ji ber vê yekê, em dikarin ji bendewariya me bêtir civakê vekin.”

Niha hikûmet dixwaze muzareke bi partiyên din re bike di derbarê pirsa vekirina cih û karistanan de.

Li gor serokwezîra Danîmarkayê vîrûsa koronayê niha di bin kontrolê de ye û dezgeha tenduristiyê dikare bişopîne.

Her wiha niha amadekariya vekirina beşek ji dezgeha tenduristiyê tê kirin, ku bijîşkên taybet karibin nexweşan bibînin û nexweşxane karibin dest bi ameliyatên plansazkirî bikin.

Hemî şaredariyan xwe amade dikin ji bo vekirina dezgehên rojane yên zarokan, xizmeta rojane ya zarokan û dibistan – li gor pêşniyarên Rayedarên Tendurustiyê. Jiyana rojane ya zarokan cûda dibe, ji ber ku êdî di navbera wan de dê mesafeyeke dirêjtir bibe, dê bêtir li derve bilîzin û di komên biçûktir dê bilîzin.

Mette Frederiksen nêzikî mehek berê ji ber rêgirtina li pêşiya belavbûna vîrûsa Koronayê rewşa taybet li Danîmarkê ragihandibû. Ji ber vê gelek cihên civakî wekî dibistan, pirtûkxane, sînema, dezgehên werzîşê (Fitness), salonên tanîn, rûkenkaran, berber, bar girtî ne. Qedexe ye ku ji 10 kesan zêdetir, li hundur û derveyî jî, ji bo çalakiyan kom bibin. Herwiha sînorên Danîmarkê hatin girtin.

Pêşniyarên Saziya Tendirustiya Danîmarkê ev e ku mirov destê xwe gelek caran û baş bişo, elkola destşûştinê (håndsprit) bikarbîne, eger sabûn û av tune be û li nav qermûçeka milê xwe bikuxe û bipişke.

299 kes li Danîmarkê ku tûşî vîrûsa koronayê bûn jiyana xwe ji dest dan. Bi temamî û bi fermî 6511 kes bi koronayê ketin. 380 di nexweşxanê de ne. Ji wan 93di bin çavdêriya tund de ne û 80 mecbûr in cîhaza bêhngirtinê bikarbînin.

Li hemû dinyayê 1.970.225 kes bi korona ketin. Ji wan 124.544 kes mirin – li gor malpera Johns Hopkins University.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer