Pispor: “Elewî dengê xwe dan CHPê ji ber ku bawer dikin CHPê laîkiyê diparêze li dijî rojeva olî ya AKPê.”

Ji aliyê Deniz Serinci ve

Her sal bi armanca bîranîna qurbanên şewata Sêwasê di meha Tîrmehê de Elewiyan, baweriyeke olî li Tirkiyê û Kurdistana Bakur, diçin bajarê Sêwasê. Li vir şewata otêla Madimakê li 1993ê protesto dikin. Girseyeke fundamentalist êrîş birin ser hotelê ku hunermendên Elewî yên ku bona bîranîna çalakiya Pir Sultan Abdal hatibûn bajêr tê de diman û hotel şewitandin. Di encama êrişê de 33 hunermend hatin kuştin.

Ji derveyî welêt Dîlan Yilmaza 19 salî ji Elmanyayê hate bo serdana gora Hasret Gultekin. Sazbend û muzîkereke navdar Hasret Gultekinê 22 salî bi Kurdî û Tirkî stiriye û di nav qurbanên şewata Sêwasê de bûye.

Dîlan nerehetiya xwe derbarê hebûna wêneyên Mistefa Kemal Atatirk di cihê bîranînê de anî ziman. Atatirk di 1923ê de dewleta Tirkiyê damezrand û bikaranîna zimanê Kurdî qedexe kir. Herwiha terîqetên olî, di nav wan de yên Elewî jî, di 1925ê de hatin qedexekirin.

“Çima em wêneyên kesên ku nasnameya me qedexe kirin bikartînin? Dîlan pirsiya û wiha berdewam kir:

“Ma kê bi hezaran Kurdên Elewî kuştin li Dêrsimê? Atatirk û CHPê nebûn?”

Erdogan lêborîn xwest

Di komkujiya Dêrsimê de di 1937ê û 38ê de Kurd ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kuştin. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan li ser navê dewletê lêborîn ji komkujiya Dêrsimê xwest.

Salan in, piraniya Elewiyan dengê xwe dan partiya laîk, Partiya Komara Gel (CHP).

Lê belê, pispor got ku Elewiyên Kurd hêdî hêdî CHPê terk dikin ji ber bûyerên di nav partî de. Di cihê wê de wan Elewiyan tevlî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).

Çalakvanekî Elewî û Kurd, Kemal Bulbul diyar kir ku di nav Elewiyan de guhertin hene.

“Berê me hemû dengê xwe dan CHPê. Niha Elewiyên Bakurê Kurdistanê derbarê Komkujiya Dêrsimê zêdetir hişyar in. Lê dîsa jî bêtir dem pêwîst e bo Elewiyan ku ji CHPê re dûr bikevin,” wî got.

Li Tirkiyê tê tehmînkirin %10-20 ji nifûs Elewî ne. Herwiha li Ewrûpayê, bi sedhezaran Elewiyan dijîn.

Li Elmanyayê Kurdên Elewî ji Elewiyên Tirk perçe bûn û Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) damezrand. Li Danîmarkê, komekê ji Kurdên Elewî Komela Pir Sultan Abdal damezrand. Serokê wî Ali Ekber Çevik got ku gel bi sedema derfetên nû wekî înternet û medyayên nû zêdetir li dijî CHPê derdikevin:

“Niha Elewiyan dibînin ku CHPê pêşiya êrişên komên fundamentalist dijî Elewiyan di salên 1970an, 80an û 90an de negirtin. CHPê û Atatirk Elewîtiyê qedexe kir û wan kuştin li Dêrsimê,” Çevik re got.

“Di dema qetlîamên Elewî de, CHPê hikimdar bûye.”

Joost Jongerden, professor di Zanîngeha Wageningenê li Hollandayê, hevfikir e. Di dema qetlîamên Elewî de, CHPê hikimdar bûye.

“Delîlên zelal hene ku hikûmet û dewlet di qetlîamên Elewî de an tiştek nekirin an jî pir dereng ketin tevgerê. Li Sêwasê di 1993ê de rayedar neket tevgerê, lê tenê temaşe kir.”

Li gorî pisporan Elewî normalî piştgiriya CHPê kir, ji ber ku alternatîf tunebû.

Esra Ozyurek, mamosta di Zanîngeha Californiayê de, diyar kir ku Elewî giran giran rexneyê CHPê dikin.

“Elewî gelek car rastî qetlîaman hatin di dîroka komara Tirkiyê de. Qetilan hertim fundamentalîstan bûn. Di navbera partiya hikimdar AKP – ku eslê wê fundamentalîst e – û CHP – ku laîk e – piranî CHPê çêtir dibînin.”

Elise Massicard, nivîskara pirtûkan li ser Elewîtî, vê nêrînê parve dike:

“Pir Elewî difikirin ku ti partî nûnertiya and piştgiriya wan nake. Ango dengê xwe didin CHPê ji ber ku bawer dikin CHPê laîkiyê diparêze li dijî rojeva olî ya AKPê,” wê got.

CHP qetlîama Dêrsimê parast

Guman kirina Elewiyan derbarê CHPê di salên dawîn de ji nû ve zindî bû.

Parlamenterê CHPê, Onur Oymen di 2009an de siyaseta AKPê derbarê pirsgirêka Kurd rexnekiribû û qetlîama Dêrsimê parast.

Oymen wiha got: ”Ma di serhildana Şêx Saîd de, di serhildana Dêrsimê de li Qibrisê dayîk negiriyan? Ma kesekî wê demê got ku, ji bo dayik negirîn, têkoşînê rawestînin. Vê yekê cara yekemîn e hûn dibêjin.”

Parlementera CHPê a Îzmirê Birgul Ayman Guler di 2013an de li meclîsa Tirkiyê derbarê xweparastina bi Kurdî wiha got:

“Hûn nikarin Kurdparêziyê ji min re wek pêşverûtî û azadîxwazî bidine qebûl kirin. Hûn nikarin netewa Tirk bi miletê Kurd re wekhew bibînin û bidine qebûlkirin.”

Ji ber gotinên Guler parlementerê Semsûrê Salîh Firat ji CHPê îstifa kir û tevlî AKPê bû.

“Ew ê dengê xwe bidin reqîbê herî mezin ê AKPê”

Serokê CHPê, Kemal Kilicdaroglu, ku bi eslê xwe Elewiyê Kurd ê Dêrsimê ye, nîşana ”gur” bikaraniye, ku normalî sembola neteweperestên Tirk in.

Lê bûyerên wiha nabe sedema tevlîbûna Elewiyan bo HDPê, Mehmet Ümit Necef got. Ev bi xwe profesor e di Zanîngeha Danîmarkaya Başûr. Li gorî dîtina Elewiyan van du partî zêdetir siyaset li ser Kurdbûnê û Rojhilatê Tirkiyê dimeşînin.

Serokê Fexrî yê Federasyona Elewiyên Ewrûpayê, Turgut Oker, got ku Elewî ji dewletê wekheviya olî daxwaz dikin. Dixwazin îbadetxaneyên xwe, Cem, wekî îbadetxaneyê fermî bê naskirin, avakirina mizgeftên Sinî di gundên Elewî de bê rawestandin û dersa olî di dibistanan de, ku ji Îslama Sinî pêk tê, bi zordarî nebe.

“Em wekhevî û jiyanek bi rûmet dixwazim bo herkesî li Tirkiyê. Çi mafên piraniyan hene, bila bo kêmnetewan jî hebin,” Oker got.

Li gorî Necef piraniya Elewiyan – him yên Tirk û yên Kurd – wê dengê xwe bidin CHPê, ji ber ku AKPê mafên wan nade.

“Heta ku Elewî wekheviya olî nastînin li Tirkiyê, ew ê dengê xwe bidin reqîbê herî mezin ê AKPê, ango CHPê,” li gorî Necef.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer