Ezîz Tamuyan: “Em ne Kurd in. Ew Kurdî diaxivin, em Êzdikî diaxivin.”

Ji aliyê Denîz Serincî ve

Li welatê biçûk yê Kafkasya Ermenîstanê lihevnekirineke nasnameyî heye di nav civata Êzidî de. Baweriya Êzdiyan bi Melekê Tawus û Xwedê heye. Li gor Êzidiyan Tawusê Melek nûnerê Xwedê ye li ser erdê û di heman demê de sembola başiyê ye. Êzidî her roj du caran berê xwe didin rojê û duayan dikin. Di dîroka xwe de ew rastî zor qetlîaman hatine.

Ezîz Tamuyan

Nêzîkî 40.000 Êzidî li Ermenîstanê dijîn, ku berê ji Kurdistana Bakur hatine. Çend caran Êzdiyên Êrîvanê li ber ofîsa Netewên Yekbûyî êrişên dijî Êzdiyên Iraqê şermezar kirin. Xwenîşandan ji aliyê rêxistina Yekîtiya Êzdiyên Ermenîstanê ve hatibu rêxistin kirin. Ev Yekitî xwedîyê wê nêrînê ye ku Êzidî ne Kurd in.

Di hevpeyvînekê de, serokê Yekîtiya Êzdiyên Ermenîstanê, Ezîz Tamuyan, got:

“Em ne Kurd in. Ew Kurdî diaxivin, em Êzdikî diaxivin. Eslê Kurd ji Rojhilata Navîn e, eslê me ji Babîlên kevn in.”

Tamuyan û Xidirê Hacoyan, serokên Yekîtiyê, rojnameya wan bi navê “Êzdixaye” nîşan kir ku di ser rûpela xwe de “Mîlletê min Êzidî ye, zimanê min Êzdikî ye, dînê min Şerfedîn e,” peyvek bo ola wan, dinivîse. Li 2002ê Meclîsa Netewî ya Komara Ermenîstanê di encama serîlêdana Tamuyan û koma wî de Êzidî wekî netewek cuda û zimanê wan wekî Êzdikî naskir. Êdî di dibistanên Ermenîstanê de him dersa “Kurdî”, him dersa “Êzdikî” tê dayîn.

Herwiha ala wan jî heye, ku ji rengên sipî û sor û rojeke zer pêk tên. Ala Yekîtiyê wekî ya Kurdistanê ye, lê tenê rengê kesk nine.

Haco re got: “Kesk rengê Îslamê ye,” .

Kurdoloj Garnik Asatrian ji Zanîngeha Dewletê ya Êrîvanê piştgiriya îddiayên Tamuyan û koma wî dike.

“Êzidî û Kurd bi temamî ji hev cuda ne. Eynî netewe nînin,” weke ku Asatrian bahs kir.

Titalê Kerem

Lê belê, akademîsyenên derveyî Ermenîstanê li gel îddiayên Tamuyan û koma wî hevfikir nînin. Ew dibêjin ku Êzidî Kurdiya Kurmancî diaxivin û beşek ji kultûra Kurdî ne.

Philip G. Kreyenbroek professor e û serokê Beşa Iranolojî di Zanîngeha Göttingena Elmanyayê de. Wî wiha axivî:

“Bêgûman Êzidî Kurd in. Zimanê wan Kurdî ye, pirtûkên wan ên pîroz bi Kurdiya Kurmancî ne û eslê wan ji Lalişa Kurdistana Iraqê ne.”

Wî got sedema înkarkirina Kurdbûnê, Komkujiya Ermenîyan  ya sala 1915ê di destê Împaratoriya Osmanî ye. Wan deman hêzên Hemîdiye yê, yekîneke Kurd ên nîvsiwarî, tevlî komkujiyê bûn.

Borzû Eliassi, lêkolîner di Zanîngeha Oxfordê li gel Kreyenbroek hev fikir e.

“Çi gûman nîne ku Êzidî Kurd in. Tirk û hîn komên Kurd beşdarî Komkujiya Ermenîyan li 1915ê bûne. Ji ber vê naxwazin wekî Kurd di civaka Ermenî de bihên naskirin.

Matthias Bjornlund, dîroknaseke Danîmarkê ku pisporê Ermenîstanê ye, bawer dike ku Êzidîyên Ermenîstanê mecbûr in xwe ji Kurdên ne-Êzidî dûr bisekinin, ji ber ku çend ji van tevlî Komkujiya 1915ê bûn. Herwiha di Şerê Nagorno-Karabax 1991-94ê navbera Ermeniyan û Misilmanên Azerî, Êzidî carek din pêwîst dît xwe wek dilsoz û pro-Ermenî nîşan bikin.

Bjornlund got: “Piştî wî şerî, piranîya Êzidîyên Ermenîstanê dest bi gotina “Em tenê Êzidî ne” kirin, ji ber ku ev kêmtir bi ciyawazî ye û wekî beşek ji Îslamê nayê dîtin,”.

Titalê Kerem seredîtorê rojnameya Riya Taze ye, ku rojnemeya herî bi temen ya Kurdan e û li 1932ê li Ermenîstanê hatiye damezrandin.

Titalê Kerem xwe wiha dide nasandin: “Netewa min Kurd e, ola min Êzdayatî ye.”

“Helbet em Kurd in. Em Kurdî qise dikin. Lê kîn û hêrs di dilê gellek Êzidîyan de heye ji ber qetlîaman ku Kurdên ne-Êzidî li dijî wan kirine.”

Ezîz Gerdenzerî bijîjk û nivîskarekî Êzidî ye ku li Gurcîstanê ji dayik bûye, lê gellek salên xwe li Ermenîstanê û Asyaya Navîn jî derbas kirine. Li gorî wî di hîn komên Êzidî de di encama tevkujiyên dîrokî de peyva “Kurd” tê maneya “Misilman”:

“ Êzidî şemsparêz in. Êzidî û Kurd yek netew in. Ziman, dîrok, irf û edetên Kurd û Êzidîyan yek in. Lê mixabin, piştî 72 fermanên komkujiya Êzidîyan bi  destê neyar û dijminê netewî û bi destê birayên xwe yên Misilman, peyva ‘Kurd’, li cem hinek êzîdîyan wek misilman tê dîtin,” Ezîz Gerdenzerî ji wisa bas kir.

Kommentér via Facebook

kommentarer