Birêvebirê Enstîtuya Tendurustiyê ya Dewleta Danîmarkayê, Kåre Mølbak: “Egera pêla duyemîn a vîrûsa koronayê kêm e”.

Foto: Tuala Hjarnø

Birêvebirê Enstîtuya Tendurustiyê ya Dewleta Danîmarkayê, Kåre Mølbak dibêje ku heke gel pabendî rênimayên rayedara bibin, “egera pêla duyemîn a vîrûsa koronayê kêm dibe”.

“Ez tehmîn nakim ku li Danîmarkayê pêlayek din dê wekî petayekî (epîdemî) mezin bibe,” Kåre Mølbak di civîneke çapemeniyê de got.

Wî her wiha got ku vîrûsa koronayê niha di bin kontrolê de ye û dezgeha tenduristiyê dikare rewşê bişopîne.

Serokwezîr Mette Frederiksen du meh berê ji ber rêgirtina li pêşiya belavbûna vîrûsa Koronayê rewşa taybet li Danîmarkê ragihandibû. Ji ber vê gelek cihên civakî wekî dibistan, pirtûkxane, sînema, dezgehên werzîşê (Fitness), salonên tanîn, rûkenkaran, berber, bar hatibûn girtin. Qedexe ye ku ji 10 kesan zêdetir, li hundur û derveyî jî, ji bo çalakiyan kom bibin. Herwiha sînorên Danîmarkê hatin girtin.

Pêşniyarên Saziya Tendurustiya Danîmarkê ev e ku mirov destê xwe gelek caran û baş bişo, elkola destşûştinê (håndsprit) bikarbîne, eger sabûn û av tune be û li nav qermûçeka milê xwe bikuxe û bipişke.

533 kes li Danîmarkê ku tûşî vîrûsa koronayê bûn jiyana xwe ji dest dan. Bi temamî û bi fermî 10.591 kes bi koronayê ketin. 198 di nexweşxanê de ne. Ji wan 43 di bin çavdêriya tund de ne û 33 mecbûr in cîhaza bêhngirtinê bikarbînin.

Li hemû dinyayê 4.197.142 kes bi korona ketin. Ji wan 286.615 kes mirin – li gor malpera Johns Hopkins University.

Kommentér via Facebook

kommentarer