Pispor: Sedema marjînalîzekirina tevgera Kurdên Iranê ev e ku piştî bidawîbûna têkoşîna çekdarî kêmasiya motîvasyona siyasî çêbû. Herwiha pirsgirêkên navxwe, perçebûnê û koçkirina kadroya wan bo Ewrûpayê an Kurdistan Başûr.
Ji aliyê Deniz Serinci ve
Li gorî Xalîd Ezîzî, sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Rojhilatê serokên Rojava, Kurdên Iranê ji bîr dikin.
”Mixabin Rojava li ser xelkên Iranê an rewşa mafên mirovan pir neaxivin. Peyama me wiha ye: Bila girîngî bidin pirsa demokrasî û Kurd li Iranê jî,” wî çend sal berê got.
”Piştgiriya gelê Kurd bikin, ji ber ku ew jî wekî we bo demokrasî, mafên mirovî û sekularîzm, ango cudahî navebera dîn û siyaset, tedikoşîn.”
Li gorî Ahmet Aliş, dîroknas ji Zanîngeha Bogaziciyê li Stenbolê, tevgera Kurd li Iranê di encama bûyerên piştî şoreşa Îslamî li 1979ê hate marjînalîze kirin de.
Ji ber vê yekê Kurdên Bakur, Başûr û Rojava bêtir bala çapemeniya Rojava dikişîne.
”Herwiha, li partiyên kevn ên Iranê piştî bidawîbûna têkoşîna çekdarî kêmasiya motîvasyona siyasî heye,” Aliş got. ”Di salên 1990an de piştî pirsgirêka navxwe û koçkirina kadroya wan bo Ewrûpayê an Kurdistan Başûr ev kêmasî mezintir bû,” Alis got.
Serokên bi karîzma nav Kurdên Iranê jî tunin, Alis bawer kir.
Sekreterê giştî yê berê yê Partiya Demokrat a Kurdistana Iranê (PDKI), Ebdulrehman Qasimlo di 1989ê de li Vîyanayê hate kuştin.
Eynî tişt hat serê paşwerê wî, Seîd Şerefkendî li Berlînê di 1992ê de. Di salên 1990yan de kadroyên PDKI koçî Kurdistan Başûr bûn. Li vir peymanek îmze kir ku êrişê Iranê nekin ji axa Başûr ku bahane nedin Komara Îslamî êrişê û zerar bidin Başûr.
Di sala 2004ê de Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, bi kurtî PJAK, hate damezrandin û dest bi têkoşîna çekdarî kir. Berê çend salan peymana agirbest îmze kir.
Yek ji mezintirîn kêmnetewên Iranê
Kurd yek ji mezintirîn kêmnetewên Iranê ye û nifûsa wan teqrîben 8-10 mîlyon e. Destûra wan nîne ku partiya xwe ya siyasî avakin di hundirê Iranê de.
Ezîzî kirpandiye ku partiya wî Iraneke federal dîxwaze ku mafên zimanî, kultûrî û herêmî dide hemû netewan.
Lê rejîma Iranê normalî tevgerên Kurd bi daxwaza dabeşkirina Iranê sucdar dike.
Wladimir van Wilgenburg, ku pisporekî Rojhilata Navîn e di Fonda Jamestown Foundation de ligel tawanên Tehranê hevfikir nîne.
“Li Iranê ti partiya Kurd tune ku daxwaza Kurdistaneke serbixwe dike. Kurdên Iranê bêtir mafên kultûrî, siyasî û sosyal dixwazin,” weke ku wî got.
Eger kes serxwebûn bixwaze, ev sucê siyaseta rejîma Iranê bi xwe ye, li gorî Ezîzî.
”Eger rejîm mafê herkes bide, çima kes bixwaze ji Iranê cûda bibe? Eger herkes wekhev bibe, Iran jî yek bibe. Eger kes perçebûnê an serxwebûn bixwaze, ev nîşan e ku Iran nekarî wekheviyê avabike.”
Hizban di nav xwe de jî perçe bûn
Ali Rahigh-Aghsan, mamoste di Zanîngeha Malmö ya Swêdê, got ku gellek Kurd li civaka Iranê entegre bûn û ji ber vê naxwaze cûda be, herçend ku dîsa jî daxwaza bêtir mafên kulturî dikin.
Herwiha wekî Iraniyên din ew bi nakokiya navbera alîgirên sîstema Îslamî ya û reformîstên sekuler re mijûl in.
“Ji bo Kurdan pirsgirêka navbera tevgerên Îslamî û yên sekuler ji mijarên etnîkî girîngtir e,” Rahigh-Aghsan re got û berdewam kir:
“Di encama kuştina serokên pir bi karîzma wekî Qasimlo û perçebûna navxwe ya Kurdan de pozîsyona wan di sehneya navnetewî de biçûktir bûye”.
PDKI di sala 2006ê de bû du perçe, yek (PDK) di bin serokatiya Ezîzî, yek din (PDKI) di bin serokatiya Mistefa Hicrî.
Partiya komunîstan, Komele jî perçe bûn.
Lê gotûbêjên navbera herdu PDK’yan heye li ser jinûveyekbûn û berdewam in
“Ez hêvîdar im ku di demeke nêz de çareserî were. Ez çakbîn im. Yekbûn girîng e, ji ber ku eger tu wek netewek bixwaze xwedî mafê xwe bibî, pêwîst e herkes beşek ji ev proje be,” Ezîzî got.