Nameyek ji Dezgeha Tenduristiyê (Sundhedsstyrelsen) di derbarê destpêka dibistanê (pola 0-5) û dezgehên rojane yên zarokan (dagtilbud).
Tedbîrên baş ji bo dêûbavan li ser jinûvevekirina dezgehên rojane yên zarokan û dibistanên seretayî:
- Divê zarokê te destê xwe gelek caran bişo – an elkola destşûştinê (håndsprit) bikarbîne
- Li nav qermûçeka milê xwe bikuxe û bipişke – ne li destên xwe
- Destê xwe nede kesî, maç neke û hembêz neke – têkiliya sosyal sînordar bike.
- Haya te ji paqijiyê hebe
- Dûrahiyekê bihêle – bêje ji kesên din re ev jî wisa bikin
Tedbîrên baş ji bo dêûbavên bi zarokên di dezgehên rojane de (dagtilbud)
- Heke mûmkin be, zarokê xwe li qadên derveyî dezgehê radest bikin.
- Dema ku tu zarokê xwe radest dikî û tînî, ji zarok û dêûbavên din re dûr bimînin. Dûrahiyekê bihêlin.
- Divê zarok destê xwe bişo berî ku sibê biçin derve.
- Zarokê xwe fêr bike ka mirov çawa destên xwe dişo û bi zarokê xwe re bipeyive ka mirov çawa pabendî tedbîrên giştî li ser paqijiya baş dibin.
- Divê cil û kincê zarokê te heye ku karibe li derve bimîne. Heke hewa baş e, krema rojê ji bîr neke.
- Lîstikên ji malê neyne.
- Divê zarokê te xwarinê bi kesên din re parve neke. Nimûne, di pîrozbahiya rojbûnê de xwarinê belav neke.
- Haya te taybetî hebe ji nîşanên nexweşiyê di zarokê te de – Heke nîşana nexweşiyê hebe, zarokê te li malê bimîne. Kengî 48 demjimêr derbas bûbin piştî ku nîşana zarok nema, dibe ku zarokê te dikare vegere dezgehê.
- Heke tu bi xwe nexweş î, li malê bimîne û bi xwe radestî zarokê neke û nestîne jî.
- Ger zarokê te li dezgehê nexweş ket, bilez zarokê xwe bîne.
Tedbîrên baş ji bo dêûbavên bi zarokên di polên 0-5 de.
- Bi zarokê xwe re bipeyive ka mirov çawa dikare çêtir xwe û kesên din ji tûşbûnê biparêze.
- Ji zarokê xwe re bêje ku her çend ku dibistan û dezgehê vedibin, jiyana rojane ya wan venagere jiyana wan a normal. Em hê jî mecbûr in xwedî li hevdu derkevin û xwe li dijî belavbûna tûşbûnê biparêzin.
- Bêje ji zarokê xwe re destên xwe bişon berî ku diçe dibistanê.
- Zarokê xwe li derveyî dibistanê radestî bike û bîne. Bi gelek kesan re kom nebe, nimûne di hatûçûnê de. Dûrahiyekê bihêlin.
- Divê cil û bergê zarokê te hebin da ku karibe piraniya roj û wexta dibistanê de li derve bimîne. Heke hewa baş e, krema rojê ji bîr neke.
- Divê zarokê te xwarinê bi kesên din re parve neke. Nimûne, di pîrozbahiya rojbûnê de xwarinê belav neke.
- Her roj elektronîkên zarokê xwe (mobîl, tablet, komputer) paqij bikin. Bêjin ji zarokê xwe re elektronîka bi yên din re parve neke.
- Pabendî tedbîrên Dezgeha Tendurustiyê derbarê zarokan û rêketina lîstikê bin. Bi heman zarokan re bilîzine.
- Haya te hebe ji nîşanên nexweşiyê di zarokê te de – Heke nîşana nexweşiyê hebe, zarokê te li malê bimîne. Kengî 48 demjimêr derbas bûbin piştî ku nîşana zarok nema, dibe ku zarokê te dikare vegere dezgehê.
- Heke tu bi xwe nexweş î, li malê bimîne û bi xwe radestî zarokê neke û nestîne jî.
- Ger zarokê te li dibistanê an li dezgehê nexweş ket, bilez zarokê xwe bîne.
- Haya te ji rewşa derûnî ya zarokê xwe hebe û bipirse li ser tirsa/endîşeya wî.