“Dewleta Tirk li du ti kes qet nagere. Bêgûman dewlet baş dizane çi bû di şeva bûyerê de,” pispor dibêje.

Ji aliyê Deniz Serinci ve

Şeva 28ê Kanûna 2011an de 34 Kurdên ji gundê Roboskî û Bujehê girêdayî Qilaban a Şirnexê bi hinceta ku di nava wan de Partiya Karkerên Kurdistanê, PKK’î hene di encama bombebarana balafirên Tirk jiyana xwe ji dest dan. Di nav wan de 19 zarok hebûn.

Heta niha ti kes nehate cezakirin ji ber vê komkujiyê. Dozgeriya Leşkerî di 7’ê Çileya 2014’an biryara “neşopandinê” dabû. Malbatên kuştîyan li dijî vê biryarê îtîraz kirin. Dozgeriya Leşkerî vê îtîrazê jî red kir.

Serokê Komela Roboskiyê, Velî Encu, ku bi xwe jî di komkujiyê de birayê xwe yê 16 salî û 11 xizmên xwe winda kirin, berê girtina xwe wiha got:

“Dewlet helwesta xwe naguhere, lê di ne cezadayîna berpirsiyaran de berdewam e.”

Wî wisa berdewam kir:

“Piştî ev bûyer hertiştê me bi temamî guherî. Ferqa jiyana me beriya û paşê komkujiyê ev qas mezin e ku nayê gotin,” Velî Encu got. Ev wiha berdewam kir:

”Tesîra ev qetlîamê li herderê tê dîtin, di cejn û daweta gelê me de. Gelek zarok, ku bavê xwe winda kiriye, dibistana xwe berda.”

Tehdît dikin?

Wî herwiha îdîa kir ku dewleta Tirk tehdît dike.

”Cendirme nahêlin em behsa vê komkujiyê ji çapemenî re bikin. Bi dehan caran gef û tehdîtan xwestin têkoşîna me bidin rawestandin,” Velî Encu got.

Racî Bîlîcî, serokê Komela Mafên Mirov (IHD), şaxa Amedê tawanên Velî Encuyê teqeze kir.

”Malbatên Roboskiyê tê tehdît kirin ji aliyê rayedaran ve. Armanc tirs bidin van mirovan ku neaxivin ji çapemenî re,” Bîlîcî got û mînakek da:

Heta niha dewlet lêborîn nexwest, lê xwest tazmînat bidin van malbatan. Ev nehat qebûlkirin ji aliyê malbatên kuştîyan ve.

Ebdurrehman Encu di komkujiyê de lawikê xwe Bilal Encuyê 15 salî winda kir. Li gorî wî dewleta Tirk bi tazmînatê van “biçûk dixin”:

”Me wek mirov nabînin. Ew bi bertîlê bersiva daxwaza me ya ji bo edaletê didin. Me zarokên xwe bi pere nekirîn. Mal û milkê hemû dinyayê bidin min, ez dîsa jî nikarim cihê zarokê xwe tijî bikim. Ez pere naxwazim, ez dixwazim berspirsyaran bê cezakirin,” Ebdurrehman Encu got.

Felek Encu kurê xwe yê 13 salî di komkujiyê de winda kir. Navê wî Erkan bûye û ev di eynî demî de biçûktirîn qurban bûye. Felek nerazîbûna xwe wiha anî ziman:

“Em pere naxwazin. Em cezakirina berpirsyaran dixwazin. Nikarin me bi pere bêdeng bikin.”

“Dewlet li pey qatil qet nagere.”

Li gorî Welat Zeydanlioglu, edîtorê kovara Kurdish Studies li Swêdê, sedema ne çareserbûna doza Roboskiyê ev e ku “qetil ji aliyê dewlet ve baş tê naskirin”.

“Kes nehate cezakirin, ji ber ku dewlet li pey wan qet nagere,” wî got.

Umut Ozkirimli, profesor di Navenda Beşa Rojhilata Navîn de, Zanîngeha Lunda Swêdê, hevfikir e:

“Dewleta Tirk li du ti kes qet nagere. Bêgûman dewlet baş dizane çi bû di şeva bûyerê de,” wî got.

Li gorî wî Saziya Sîxuriyê ya Neteweyî ya Tirk (MIT) xeber da ku yek ji serokên leşkerî yên PKKê Bahoz Erdal (Fehman Husên) di nava komeke nêzikî Roboskî de bûye û artêş ji ber vê êriş kir.

“Niha, bi zanebûnê kirin an xete bûye? Em nikarin zanibin,” Ozkirimli got.

Servet Encu ku di komkujiya Roboskiyê de ji mirinê filitîbû, tevî gef û tehdîtan doza xwe berdewam dike:

”Emê heta kujer dernekevin holê dê lêgerîna edaletê berdewam bikin.”

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer