Hevpeyvîn ligel Melek Muxtar, nîgarvaneke Kurd li Denîmarkê.
Tu dikarî xwe bidî nasandin?
Ez ji gundê Mabeta li Efrînê me. Çend sal berê hatim Denîmarkê. Li vir him bi mûzik, huner û nigarvaniyê re mijûl im. Di warê mûzikê de Bavê Selah bandor/tesîr li min kir. Ez her wiha bi rêya huner fikr û ramanên xwe tînim zimên.
Dikarî behsa xurbetiya xwe bikî?
Sirgûnbûn û xurbetî ne biryara min bû û di destê min de nebû. Rewşa min jî wek deh hezaran ji gelê me ye ku pela şerê çekdarî û agirê zikreşî, nejadperestiyê ku em avêtin piştî sînorên welatê me. Mixabin tiştê ku hat serê me em kirin hepsa xeribiyê ya ku bi neynokên xwe yên tûj can û dilê me diguhurîne.
Wek nîgarvaneke Kurd ji Sûriyê tu çawa hestên xwe li ser tablo werdigerîne?
Gelek zehmet e ku bîranînên te ji gîhanê te bi kevin û winda bibin. Ketina bîranînên ji mirov ew jî mirinek e lê ji mirina normal bi hêrstir û şewattir e, ji ber ku rih û hestên te dişewitîne.
Ev hestan ez carek din didim hev di tabloyê xwe de, bi zimanekî nû û hestên germtir ji ber ku tiştên di xeyala te de rewşek wek rewşa jîyana te ye lê bi rengekî kûrtir.
Afrandina wan tiştan ji nû ve zelal foke rûyê wan dudiyê û rast di çerçeweke ji ramanên nû ku hemî raman di nav hev re derbas dibin û her ramanek ji wan têkilîyên xwe bi tiştên ku li ser axa te mayî re mane. Rewşa dilşikestî yê, xizanîyê û kuştin û xerakirina malê.
…û bi taybetî û rewşa welatê te jî ne durist e…
Rast e ku hemî cîhan di rewşeke zehmet de ye û di kirîzeke mezin û kûr de ye, lê ez dikarim bêjim ku xerabiya cîhanê bû ye nav nîşana mirov e.
Ji ber vê yekê tiştê ku tê serê gelê me min dişewtîne, agir bi dilan dixîne.
Cîhana xirab û ne tunebûna hezkirinê dihêlê ku ez gelek bixebitim ji bo cîhanek bi evînî û hestên mirovantî ku kuştina mirov û xerakirina cîhanê were sekinandin, cîhan bibe bajarekî evînî û însan bi zarokekî bi hest bibe.