“Leyla Qasim bû remza berxwedana jina Kurd”
“Hezaran dayikên Kurd navên zarokên xwe kir Leyla li her çar perçên Kurdistanê,” Leyla Peköz Çalişkan got. Ji aliyê Deniz Serinci ve 46 sal piştî mirina xwe, çalakvana Kurd Leyla Qasim dîsa dîsa ket rojevê Jina Kurd di 12ê Gulana 1974ê ji aliyê rejîma Baas ve li Bexdadê hate îdamkirin. Çend sal berê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî bi minasebeta îdamkirina Leyla Qasim de peyameke wisa pêşkêş kiribû. "Şehîd Leyla Qasim sembola canfedayî, bawer bi xwe kirin, welatparêzî û jina Kurd e û herwiha ciha serbilindî û serfiraziya her takekî Kurd e û lazim e heta heta bîranîna [...]
“Bi sedema kuştina Şerefkendî Ewropa şiyar bû”
Xakîbegî: ”Ewropa ji xewê şiyar bû.” Ji aliyê Deniz Serinci ve Di salvegera kuştina serokê berê yê Partiya Demokrata Kurdistanê-Îran (PDKÎ), Dr. Sadiq Şerefkendî de, rêberê Kurd tê bibîranîn. Şerefkendî piştî kuştina serokê partiyê Ebdulrehan Qasimlo bi girtina dengên giştî yên Komîteya Navendî bû Sekreterê Giştî yê PDKÎyê. Ew di 17ê Îlona 1992ê de li Berlînê li Elmanya ligel sê hevalên xwe ji aliyê sîxurên dewleta Îranê ve hate kuştin. Bûyer weke ”Qetlîama Mykonosê” tê naskirin, ji ber cihê kuştinê, xwaringehekê li Berlînê. Rostem Cehangîrî Rostem Cehangîrî, endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ, Fuad Xakîbegî, serokê Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên [...]
Bîranîna Enfalê: “Min 300 zarok binaxkirin”
Nusret Tahîr serokê Navenda Enfalê li Duhokê: “Min 300 zarok binaxkirin” Ji aliyê Deniz Serinci ve Nusret Tahîr serokê Navenda Enfalê li Duhoka Başûrê Kurdistanê ye. Tahîr derbarê kuştî û birîndarên Enfalê zanyarî dide li parêzgeha Duhokê. Lê ev zehmet e, ji ber ku hertişt tevlihev bû. ”Enfal bo me wekî roja Qiyametê bû: Herkes xwest xwe biparêze, ji ber vê yekê nêrîneke giştî tine,” Tahîr got. Normalî tê tehmînkirin ku 182.000 Kurd di dema Enfalê de ”winda bû”. Lê ev hejmar jî bi xwe ne tam e, ji ber ku gelek term tucar nehatin diyar kirin. Rejîma Iraqê êrişê [...]
Qehremanê Helebçê – Hoşyar Elî
Hoşyar Elî herdu seqên (bacak) xwe piştî teqîna mayinan winda kiriye. Niha li mayinan lêdigere û wan bi destê xwe betal dike. Ji aliyê Deniz Serinci ve Pir bi xeter e û herdu seqên (bacak) xwe di teqîna mayinê de winda kiriye ji. Lê Hoşyar li Kurdistana Iraqê dîsa jî erdê ji mayinan paqij dike. 32 sal in ew bi vî karî re mijûl e û ji ber vê xelkê herêmî wî wek “Mayin Hoşyar” bi nav kir. Hoşyar li Helebçê dijî, bajarek ku bi êrişa kîmyawî ji aliyê rejîma Bexdadê li adara 1988ê bi navûdeng bû, û xwe goriya [...]
“Namûs wekî pere ye”
“Namûsa keçan beşek ji rûyê fermî yê malbatê ye. Eger keç li gor adetan tevnegere, malbat dikare rêza xwe di nav civakê de winda bike. ‘Namûs’ mîna pere ye. Ev pere statuya her malbatê diyar dike,” pispor Joanne Payton dibêje. Ji aliyê Deniz Serinci ve Tundiya li dijî jinan û kuştinên bi navê namûsê her di rojeva Başûrê Kurdistanê de ne. Lê tundiya li dijî jinan û kuştinên bi navê namûsê li derveyî Kurdistanê, di nav Kurdên koçber de jî rastiyek e. Di nav bûyerên herî navdar de kuştinên Pela Etrûşi li Swêdê di 1999ê de, Fadîme Şahîndal li Swêdê [...]
Nîzamedîn Arîç: Bila hêzên Kurd bibin yek
Hevpeyvîn ligel hunermend Nîzamedîn Arîç. Ji aliyê Deniz Serinci ve Hunermendê navdarê kurd Nîzamedîn Arîç diyar kir ku dema qedexeya li ser zimanê kurdî rabibe û zarokên kurd bikarin bi kurdî perwerdeyê bibînin ew dê vegere welatê xwe. Arîç anî ziman ku dewleta tirk li ser rakirina qedexeya kurdî derewan dike. Hunermendê navdarê kurd Nîzamedîn Arîç ku bêtir ji nêzikî 40 sal in li sirgûnê û xerîbiyê dijî, diyar kir, ji ber ku zimanê wî li Tirkiyeyê hatibû qedexekirin ew neçar ma ji welatê xwe dervkeve û li xerîbiyê bijî. Li ser vegera xwe jî Arîç wiha got: “Helbet ez [...]
Christian bû Şakir û fêrî Kurdî bû
Hevpeyvîn ligel Christian Thoning, Danîmarkîyekî ku fêrî Kurdî bû. Ji aliyê Deniz Serinci ve ”Çi dikî, rind î?” Christian Thoning ji min dipirse, gava ez wî cara yekem li rawestgeha trênê ya Kopenhagê dibînim. ”Baş im, spas, tu çi dikî?” ez bersiv didim. Di eynî demê de ez şaş dimînim, ji ber ku mêrekî Danîmarkî dibînim ku bêyî aksan û bêyî xete zimanê min diaxive. ”Elhamdulîllah, ez jî baş im,” Christian bersiv dide. 20 sal berê Christian derbasî Îslamê bûye û di nav Misilmanan de wekî Şakir tê naskirin. Ne cara yekem e ku ez Ewropayekî dibînim ku bûye Misilman. [...]
Serokwezîr plana jinûvevekirina Danîmarkê eşkere kir
"Eger em di betlana Nîsanê (påske) de bibînin, ku di riya rast de neçe, peyama me pir zelal e: Em Danîmarkê ji nû ve venakin.” Ji aliyê Deniz Serinci ve Foto: Sandra Skillingsås, Arbeiderpartiet Serokwezîr Mette Frederiksen di civîneke rojnamevanî de li Kopenhagê plana jinûvevekirina Danîmarkayê piştî belavbûna virûsa koronayê eşkere kir. Li gor seroka hikûmetê Danîmarka bi qonaxên biçûk bi awayekî hêdî, bi baldarî û kontrolkirî tê vekirin. Xwendevanên dibistanên amedeyî (gymnasium) îsal dikarin biçin îmtîhanên xwe. Hefteya dahatî ji 15ê Nîsanê ve bexçê zarokên 0-3 salî (vuggestue), bexçê zarokên mezintir, dibistanên zarokên herî biçûk û dezgehên rojane yên [...]
”Bi îhtîmaleke mezin emê Danîmarkê ji nû ve vekin”
"Lê emê êdî wek berê nikaribin xwe di trên (qîtar), bus û metro de nêzîkî hevdu bikin," wê got. "An jî gelek mirov gelekî nêzîkî hev bisekinin û ahengekê li gel hev lidarbixin," Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen dibêje. Ji aliyê Deniz Serinci ve Foto: News Øresund - Johan Wessman Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen di hevpeyvîneke li gel kanala DR de îşev got ku Danîmark "bi îhtîmaleke mezin" ji nû ve piştî Îda Nîsanê/zadika hêksore (Påske) vedibe. ”Bi îhtîmaleke mezin emê bi awayekî hêdî, kontrolkirî û aram bikarin Danîmarkê ji nû ve vekin," serokwezîr got. Li gorî serokê hikûmeta Danîmarke ne diyar [...]
KORONA: Rênimayan bo jinên ducan
Rênimayên rayedarên Dezgeha Tendurustiyê ya Danîmarkê li dijî vîrûsa Koronayê bo jinên ducan (bihemle). Ji aliyê Deniz B. Serinci ve Ez xwe çawa biparêzim li dijî tûşbûnê? Destê xwe pir caran bişo û alkola destşûştinê (håndsprit) bikarbîne, nimûne piştî ku te destê xwe da destikên dergehî (derî), digmêyên elektrîkê û dema tu vedigerî mala xwe. Li nav qermûçeka milê xwe bikuxe û bipişke Têkiliya fîzîkî, destdan, hemêzkirin û maçkirinê kêm bike. Haya xwe ji paqijkirinê hebe Ji bilî wê tu dikarî Neçe cihên qelebalix. Veguhestina gelemperîyê bikarneyne, eger ne pêwîst e. 1.5 metir ji kesên din dûr bibe. Li zarokên kesên [...]