Kurteya civîna ragehandinê ya 7ê Gulanê ligel serokwezîr Mette Frederiksen:

Danîmarkiyan pabendî rênimayên rayedaran di derbarê dûrahiyê, paqijiyê, û hwd de bûn. Ji ber vê yekê, nuha derfet heye bo berdewamkirina vebûna hêdî ya Danîmarkayê. Lêbelê, gerek mirov hê jî pabendî rênimayên rayedarên tenduristîyê li ser dûrahiya fîzîkî û paqijiya baş bin. Ji bo serfiraziya jinûvevekirinê girîng e ku kes rêkar û rênimayan ber çav bigrin.

Ji bilî rênimayên naskirî, jinûvevekirinê girêdayê stratejiyeke testkirineke êrîşker e (offensîv). Niha pir bal dikşînin li ser test/ezmûnkirina kesên bi nîşanên sivik, tespîtkirina tûşbûnê (ango tûşbûnê ji ku hate) û îzolekirina yên ku tûşbûn/bi koronayê ketin. Ji bilî wê niha beşek mezintir ji nifûsê vedixwînin ji bo test/ezmûnkirinê, her çend nîşanên wan hebin an na.

Di qonaxa duyemîn a jinûvevekirinê de:

• Vebûna tevahî ya dikan û navendên mezin ên kirînê (molên danûstandinê) di 11ê Gulanê de.

• Xwaringeh, kafe û hwd. dikare xizmetê bikin li gorî rêkarên taybetî yên li ser dûrahiya fîzîkî, hwd xizmet bike – di 18ê Gulanê

• Polên/sinifên 6ê heta 10ê dîsa dikarin biçin dibistanê (di 18ê Gulanê de)

• Çend şîrketên (dikan/şerîke) taybet dikarin jinûvevekin û karmendên wan dikarin werin kar

• Divê werzîşên profesyonel bêyî temaşevan bêne pratîk kirin

• Pirtûkxane ji bo krediya pirtûkan vedikin (di 18ê Gulanê de)

• Hege ew rewşa tenduristiyê rê/destûr bide, werzîşên derve û jiyana komeleyê yê derveyî dikarin ji nû ve vekin.

• Dêr (îbadetxana mesihîyan) û civakên olî bi rengeke baldarî dikarin vekin (di 18ê Gulanê de)

Hê jî biryar nehat dayîn kengî kontrola sînorê ya demkî dê bidawî bibe. Hikûmet debarê vê yekê herî dawî di 1ê Hezîrana 2020ê de radigihîne.

Eger ji ber jinûvevebûyînê tûşbûnê zêde bibin, dê jinûvevebûnê hêdî bibe. Divê dezgeha tenduristîyê karibin rewşê teqîb bikin û divê em di mehên dahatî de xwedî li hev derkevin.

Li vir zêdetir bixwîne:

https://www.regeringen.dk/nyheder/2020/pressemoede-om-genaabning-af-danmark-fase-2/

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer