“Karmendên giştî divê betlana xwe bikarbînin”
Hikûmeta Danîmarkî: Karmendên giştî ku ji mal re hatine şandin divê betlana xwe bikarbînin. Ji aliyê Deniz B. Serinci ve Pressefoto Îro Wezîrê Bacê yê Danîmarkî Morten Bødskov di civîneke çapemenî de naveroka rêketina ji bo karmendên giştî eşkere kir. Naverok wisa ye: • Karmenden gişti ku ji mal re hatine şandin divê betlana (tetîl) xwe bikarbînin. • Karmendên ku heta 13ê Nîsanê şol nakin, divê pênc roj ji betlana xwe bikarbînin. Ew mercek e. • Karmend dikare rojên betlanê, rojên betlaneyên taybet, û ev dema ku zêde kar kirî (afspadsering) wek betlane bikarbînin. Ev dikarin rojên xizmetê (omsorgsdage) û [...]
Hikûmet dixwaze kombûna ji 2 kesan zêdetir qedexe bike
Hikûmeta Danîmarkî dixwaze kombûna ji du kesan zêdetir qedexe bike û cezaya binpêkirina qedexeya kombûnê zêde bike. Ji aliyê Deniz B. Serinci ve Foto: Steen Brogaard Hikûmeta Danîmarkî, ji bo ku pêşiya belavbûna vîrûsa Koronayê bigire, dixwaze qedexeyên nû ragîhînin. Pêşniyarên qedexeyên nû wisa ne. 1-Herî zêde du kes Îro: Kombûna ji 10 kesan zêdetir, li hundur û derveyî jî, qedexe ye. Qanûna nû: Qedexekirina kombûna ji du kesan zêdetir. Qanûn ne ji bo karistanan, kesên ku di eynî malê de dijîn an xwendevanên ku di kolej de dijîn û mutbex parve dikin. 2-Cezayên pere yên bilindtir Îro: Cezaya pere ji bo binpêkirina [...]
حکوومەتی دانیمارک باری نا ئاسایی درێژ دەکاتەوە
حکوومەت باری نا ئاسایی تاکو ١٣ی ئاپریلی ٢٠٢٠ درێژ کردەوە. Screenshot: DR سەرۆکوەزیرانی دانیمارک مێتە فرێدرێکسن ھەموو رێکارێک دەگرێتەبەر بۆ بەرەنگاربوونەوەی پەتای کۆڕۆنا. مێتە فرێدرێکسن بریاری دا بە درێژ کردنە وی داخستنی وەلاتی دانیمارک. بە داخستنی شوێنە گشتیکان وەکو: قوتابخانە، باخچەی مندالان، خواردنگە، سینەما، قاوەخانە، سەرتاش، شوێنی وەرزیش. حکوومەت بە ھەموو توانایەوە ھەوڵدەدات بۆ بەرەنگاربوونەوە و رێگری گرتن لە ھەرچی زیاتر بڵاوبوونەوەی ڤایرۆسی کۆڕۆنا. سەرۆکوەزیران مێتە فرێدرێکسن دووبارەی دەکاتەوە کە زۆر گرینگە کە ئێمە ھەموومان پابەندی رێنمایەکان بین، خۆ بەدوور بگرین لە یەکتر نزیک بوونەوە، ھەتا لە رۆژی پاک بوونەوەش دا، ھەروەھا داواش دەکات کە ھاووڵاتیان لە سەفەر کردن خۆ [...]
Girtina Danîmarkê tê dirêjkirin
“Girtina civaka Danîmarkayê heta piştî tetîla Îda Nîsanê (Påske), ango 13ê Nîsanê tê dirêjkirin,” serokwezîr got. Ji aliyê Deniz B. Serinci ve Foto: Screenshot: DR Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen di civîneke çapemeniyê de li Kopenhagê derbarê virûsa koronayê daxuyaniyên nû da. Serokwezîr behsa rêgirtina li pêşiya belavbûna korona kir û dirêjkirina civatê ragihand. “Girtina civaka Danîmarkayê heta piştî tetîla Îda Nîsanê/zadika hêksore (Påske), ango 13ê Nîsanê tê dirêjkirin,” serokwezîr got. Hikûmeta Danîmarkayî tedbîrên dijî vîrûsa korona berdewam dike û wan însîyatifan dirêj dike: - Girtina sînoran - Girtina dibistanan, pirtûkxaneyan, sînema – Girtina dezgehên werzîşê (Fitness), salonên tanîn, rûkenkaran, berber, [...]
Serokwezîr: Kombûna ji 10 kesan zêdetir qedexe ye
”Gerek emê zincîra enfeksiyonê biweşînin,” Serokwezîr Mette Frederiksen got. Ji aliyê Deniz B. Serinci ve Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen di civîna çapemeniyê de derbarê virûsa Coronayê axivî. Di civînê de Wezîrê Tenduristiyê Magnus Heunicke, Serokê Dezgeha Tenduristiyê Søren Brostrøm, kesek ji Wezareta Karên Derve û Berpirsê Polîsê Neteweyî Thorkild Fogde jî beşdar bûn. Serokwezîr Mette Frederiksen got ku 82 kes niha di nexweşxaneyê de ne. Ji wan 18 kes di lênerîna berfireh de ne. ”Gerek emê zincîra enfeksiyonê biweşînin,” Serokwezîr got. Ji bo têkoşîna li dijî Coronayê hikûmet dest bi însiyatîfên nû dike ji 18ê Adarê heta 30ê Adarê: - [...]
Badînî: Erdogan dixwaze Kembera Erebî çêke
Çavdêrê siyasî û mamostayê zanîngehê, Dr. Redwan Badînî: “Erdogan dixwaze Kurd li welatê xwe bike kêmnetew.” Ji aliyê Deniz Berxwedan Serinci ve Li gorî Dr. Redwan Badînî, zanistê sîyasetê, rojnamevan û mamosteyê beşa medyayê di zanîngeha Selahedînê, hikûmeta Tirkiyê dixwaze li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê “Kembera Erebî” dubare bike. Wî akademîsyenê Kurd di serdana xwe ya Denîmarkê de ji Jiyan.dk re wiha got: ”Rejîma Baas gundên Kurdan standin, Ereb anîn Cezîrê. Kurd ji vir derxistin,” wî got. “Niha jî Erdogan dixwaze kemberek nû ya Ereban û Tirkmenan çêke.” Çavdêrê siyasî û mamostayê zanîngehê li bajarê Albertslunda Kopenhaginê, bi Komela [...]
DIAKURD: Em dixwazin dengê Kurdistanê bigihînin cîhanê
DIAKURD civîna xwe li Danîmarkê li dar xist. Ji aliyê Deniz Serinci ve Konfederasyona Kurdên Diyaspora (Diakurd) li welatê Danîmarkê, li bajarokê Brøndby Strand ya Kopenhagê, civînek li dar xist. Çend rêxistinên Kurdî beşdarî civînê bûn. Civîn du roj bi rê ve çû û beşdarvan ji Belçîka, Rûsya, Elmanya, Fînlandiya, Norwêc, Swêd û Danîmarkê hatin. Di civînê de behsa hevkariya rêxistinên Kurdistanî li Danîmarkê û hewcebûna yekbûna rêxistinên Kurdî, mijara entegrasyonê û doza Kurdî kirin. Keya Îzol serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ye û xelkê Amedê ya Bakurê Kurdistanê. Wî ji Jiyan.dk re armanca DIAKURDê wiha anî zimên: “Gelek [...]
22 şagirtên Kurd hatin pîroz kirin
"Ger xwendin nebe, mîllet û civak jî sernakeve,” Xweşnav Îso dibêje. Ji aliyê Deniz Berxwedan Serinci ve Duhî 22 şagirtên ciwanên Rojavayê Kurdistanê ku fêrnama navendî wergirtin li bajarê Herningê bi malbatî û bi coş û şahî hatin pîroz kirin. Şahî ji aliyê Partiya Yekitî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê ve hate li dar xistin. Xweşnav Îso Li saloneke nêzikî navenda Herningê bi girseyeke gelekî mezin pîrozbahîya şagirtan bi beşdarîya malbatan dest pê kir. Piştî yek deqîqe rêzgirtin ji bo şêhîdên Kurdistanê, sirûda netewî ”Ey Reqîb” hat xwendin. Xweşnav Îso ser navê Partiya Yekitî Demokrat a Kurd [...]
Penaberekî Kurd li dibistana amedeyî a Kolding HF & VUC bi pileya herî baş derçû
Penaberekî Kurdê Hesekê Nûredîn Şêxo li dibistana amedeyî a Kolding HF & VUC bi pileya herî baş derçû. Ji aliyê Deniz Berxwedan Serinci re Kurdê Hesekê Nûredîn Şêxo di demeke zû de zimanê Denîmarkî fêr bû û dibistana xwe ya Kolding HF og VUC vê havînê bi pileya herî baş (11,0) teva kir. Nûredîn ligel bav, dayik, xuşk û birayê xwe di dawiya sala 2013ê de wek penaber hatin Denîmarkê. Vê demê Nûredîn tenê 17 salî bû. Di bawernameya îmtîhanê ya Nûredîn de 15 ders heye. Ji wan 15 dersan xortê Kurd 12 caran pileya herî bilind 12 stand. Di [...]
Ahîn dibistana amedeyî xilas kir – lê nikare berdewam bike
Penaberên demkî mecbûr in mesrêfên xwendinên xwe bidin. Deniz Serinci Havîna 2018ê ji bo Ahîn Mihemed Elî demeke xweş bû. Wê ji îmtihana dibistana amedeyî ya Denîmarkî derket û di îmtihanê de bi ser ket bi puana 10,6. Keça 26 salî, ku xelka Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, şivqa xwe da serê xwe. Ahîn zû zimanê Denîmarkî fêr bûbû û wek wergêr bo penaberên din kar dikir. Xewnên wê yên mezin hebûn ji bo pêşerojê. Dixwest derbasî zanîngehê bibe û bijîşkîtî bixwîne. Ji ber ku li hemû welatên cîhanê hewcebûna alîkarîyên bijişk hene. Lê kêfxweşiya wê zêde berdewam nekir. Li Denîmarkê [...]