Kurdên ku Kurdî nizanin – Kurdên Çorumê
Gelek kêmnetewên Kurd hene li Anatoliya Navîn, mînak li Qonye, Heymana, Kirşehîr, hwk. Piraniya wan zimanê xwe ji bîr nekirin, ji bilî Kurdên deverekê: Çorum. DENIZ SERINCI, KOPENHAG Nêzîkî 100 gundên Kurd hene li Çorumê, nîvê wan Elewî ne, nîv Sunî ne. Texrîben 150.000 Kurdên Çorumê îro hene. Gelek li Ewrûpayê dijîn jî, li Elmanya, Fransayê, Danîmarkê, hwd. Tê gotin ku beşek ji gundên Kurd ji aliyê Siltanê Osmanî, Yavuz Sultan Selîm, ve hatin şandin Çorumê wekî xelat, ji ber ku dijî dijminê Faris, Safewî şer kir. Tê tehmîn kirin ku beşek din ji Kurdên Çorumê ji Dêrsimê di salên [...]
8 parlamenterên Swêdê hewl dan ku keçên winda yên Kurd bibînin
8 endamên Parlamentoya Swêdê hewl dan ku wan keçên Kurd ên li Şengalê, Kobanê û deverên din ji alîyê DAIŞê ve hatine revandin bibînin. Deniz Serinci 8 parlamenter belavokek şandin ji Wezîrê Derveyî yê Swêdê, Margot Wahlström re û daxwaza ketina tevgerê dijî DAIŞê kirin. Di nav yên ku îmze kirin de, du Kurd jî hene, Cebar Emîn û Emîne Kakebave. “Ji bo girtina pêşiya komkujî, tecawûz û revandina keç û jinan û bikaranîna wan wek kolên seks, pêwîst e şerê navxweyî yê Sûriyê û DAIŞê bên rawestandin. Gerek Swêdê jî berpirsyara xwe bîne cih,” parlamenteran nivîsîn. Parlamenteran dazwaz kirin [...]
Wezîrê Derveyî yê Danîmarkê: Em nikarin çek bidin YPGê, em ditirsin ew çekan bikevin destê DAIŞê
Di civîneke bilind de wezîrê derveyî yê Danîmarkê, Martin Lidegaard ligel partîyên muxalefet rewşa dawî ya Kobanî gotûbêj kir. Lidegaard ragihand ku hikûmetê pêşniyarîya şandina çekan ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re erênî nabîne. Hefteya bihorî hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Salih Mislim Danîmarkê zîyaret kiribû û li vir ji vî welatî piştgirî û çek xwest. Deniz Serinci ”Eger em çek bişînin ji hêzên Kurd li Sûriyeya Bakur re metirsîyeke mezin heye, ku ew çekan bikevin destên ne rast,” Lidegaard di civîneke çapemenî de got. Di berdewamiya axaftina xwe de wezîrê derveyî wiha got: ”Eger DAIŞ li Kobanê serkeve, çekan bi [...]
Penaberên Şengalê spasiya xelkê Roboskîyê dikin
"Em pir memnûn in bi mêvanperwerî û alîkarîya gelê Roboskîyê, penaberên Êzdî dibêjin. Deniz Serinci, Yilmaz Yildiz Foto: Roboski Aileleri Êzîyekî 60 salî, ku piştî dagîrkirina herêm û bajarê Şengalê ji aliyê rêxistina radîkal ya DAIŞ’ê ve reviya, li gundê Roboskîyê li Bakurê Kurdistanê ji ber nexweşî û tîbûnê jîyana xwe ji dest da. Kesê jîyana xwe ji dest dayî yek ji 200 penaberên Êzdî bû ku piştî êrîşa DAIŞ’ê a li ser Şengalê çûbûn xwe li Roboskîyê girtibûn. Hebûna wan penaberan li Roboskîyê di çapemenîya Tirk de pir deng veda, ji ber ku mirovên Roboskîyê di sala 2011’an de [...]
Nifûsa Zaxoyê ji ber penaberên Êzdî du qat bû
Ji ber dagîrkirina herêm û bajarê Şingalê ji aliyê rêxistina radîkal ya DAIŞ’ê ve gelek Êzdî ji cih û warên xwe rêvîn û bûn penaber li Herêma Başûrê Kurdistanê (KRG). Deniz Serinci, Yilmaz Yildiz Ji ber zêdebûna penaberan nifûsa bajarê Zaxoyê li Başûrê Kurdistanê niha nêzikî du qatî bû. Gelek ji van pênaberan li dibistan, mizgeft, înşaet û qeraxê çeman dimînin. Hinek ji wan jî li park, bîstan û înşaetan bi cih bûne. Ji ber vê yekê vebûna dibistanan mehekê hate paş xistin. Berevan Ehmed ku li Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê kar dikê ji Rûdawê re got ku ew her [...]
Îsmaîl Beşîkçî: AKP ti gav naavêje
"Him behsa pêvajoya aştiyê dikin, him baregehên leşkerî çêdikin û hejmara koruciyan zêde dikin. Ev bêwate ye." Deniz B. Serinci Sosyologê Tirk û namzetê berê bo Xelata Aştiyê ya Nobelê, Îsmaîl Beşîkçî dibêje Tirkiyê "ti gav naavêje" ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd. Beşîkçî, ku bi navê "Xocayê zer" jî (Sarı Hoca) tê naskirin, ji ber nivîsên xwe yên siyasî bi ser hev de nêzî 17 sal di zindan de derbas kir. Wî ji Jiyan.dk re nêrînên xwe derbarê bûyerên dawî yên Licê ya Diyarbekirê anî zimên. Li meha Hezîran ciwanên ji Tevgera Ciwanen Welatparêz Yên Şoreşger (YDG-H) li navçeya Licê [...]
”Ez serbilind im ku kurê min bo azadî şehîd bû”
Roja yekşemê li bajarê Kopenhagê, paytexta Danîmarkê bi boneya salvegera îdamkirina serokê Komara Kurdistan a Mehabadê, Qazî Mihemed û hevalên wî ”Roja Şehîdan” hate bibîranîn. Ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistan-Iran (PDKI) ve hate aranje kirin û jî axaftvanên ji her çar perçên Kurdistanê pêk hatin. Bibîranin bi sirûda netewî ”Ey reqîb” û deqîqeyek bêdeng bo bîranîna kuştî û qurbanên Kurdistanê dest pêkir. Gelek partî û rêxistin beşdar bû di bibîraninê de û behsa serokên Kurd, wekî Qazî Mihemed, Ebdulrehman Qasimlo, Seîd Şerefkendî, Mela Mistefa Barzanî, Şêx Meşûq Xeznewî, hwd, hat kirin. Sala 1946′an li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê bi [...]
Ta Beşikçi hebe xewna Kurd(istan) namire!
Ji Kurdistanê Nwe 23.9.13 “Dibêjin dema dewleta neteweyî bi ser çûye. Eve ne rast e. Bi dehan dewletên nû hatin avakirin. Lê vê behaneyê tenê bi ser Kurdan de diçespênin. Azadîya Kurdan tenê di dewleta Kurdî´deye” (Dr. Ismail Beşikçi). Ta çend sal berî niha jî eger serok û serkirdeyekî Kurd behsa rakirina hidûdên navbera perçeyên Kurdistanê û damezrandina dewleteke serbixwe bikiriba, ne tenê ji alî ”dewleta merkezî” ya perçeya xwe, belku ji her çar alî ve dihat dorpêçkirin û tehdîd kirin. Li 4 dewletên navçê ewê behsa Kurd û mafê Kurd û dewleta Kurdî bikiriba, hege Kurd jî nebûya, dibû [...]
Kongra Netewî wek “kartola sor” di destê Barzanî de ma!
Werin em ji hevre rast bêjin, ev Kongra Netewî ku niha bo 25. 11 hatîye paşxistin nabe. Sebeb? Lewra ew ”tişt”a ku Kek Mesud jê re gotibû “belê” ne evebû ku niha barê Kongra Netewî hilgirtîye. Ev Kongre, ne ew “Konferansa partî û rêxistinên siyasî yên herçar perçên Kurdistanê” ye ku Kek Mesud însiyatîva wê hildabû ser xwe, û ne jî ew “Konferansa final” e ku Ocalan pêşnîyar û daxwaz kiribû. Ev Kongra han tişteke ku bi “teqîna” nakokîyên navbera PDK û PKK´ê (li ser Rojava) kemilî, lê, wek ku berdewamî û tevavkerê herdu însiyatîvên pêştir be, hat nîşandan. Kurt [...]
Kongra Netewî
Perspektiv 1 Silav û rêz / Kongra Netewî Berî ku dest pê bikim, germtirîn silav û rêzên xwe pêşkêşî cemîyeta Kurdistana Nwê, xwendkar û xebatkar û nivîskarên wê dikim. Kêfxweşim ku emê heftê carekê li vî quncikî bi we re bim. Bi hêvîyên her hefte roja … di Perspektîv de bi perspektîveke nû... Îro, babeta Pirs û çarenivîsa Kurd bi qasî ku li Turkîyê, di nav Turkande û di medyaya Turkîde tê nîqaşkirin û nirxandin, li Kurdistanê û di medyaya kurdî de nayê nîqaşkirin. Bala xwe bidin rojname û televizyonên turkî, babeta here germ Kurd e. Rojava. (Kurd li [...]