“Ger xwendin nebe, mîllet û civak jî sernakeve,” Xweşnav Îso dibêje.
Ji aliyê Deniz Berxwedan Serinci ve
Duhî 22 şagirtên ciwanên Rojavayê Kurdistanê ku fêrnama navendî wergirtin li bajarê Herningê bi malbatî û bi coş û şahî hatin pîroz kirin. Şahî ji aliyê Partiya Yekitî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê ve hate li dar xistin.
Li saloneke nêzikî navenda Herningê bi girseyeke gelekî mezin pîrozbahîya şagirtan bi beşdarîya malbatan dest pê kir. Piştî yek deqîqe rêzgirtin ji bo şêhîdên Kurdistanê, sirûda netewî ”Ey Reqîb” hat xwendin. Xweşnav Îso ser navê Partiya Yekitî Demokrat a Kurd li Sûriyê bixêrhatina hemî mêvan kir û rê da stranbêjan.
Hunermend bi hunera xwe û bi deng û awazên xwe taybet dane şahîyê û beşdar rakirin govend û dîlanê.
Xweşnav Îso armanca şahiyê ji Jiyan.dk re wisa anî zimên:
”Em dixwazin piştgiriya keç û xortên me bikin, ku ew jî karibin di pêşerojê de xizmeta vî welatî bikin, û xizmeta xwe jî bikin. Xwendin pir girîng e. Ger xwendin nebe, mîllet û civak jî sernakeve,” wî got.
Gelek kêfa beşdarvanan jî hatin. Slava Xelîla 21 salî spasîyên xwe anî zimên.
”Şahî gelekî baş bû, ji ber ku ji me re bawerî da. Em kêfxweş bûn, ku Kurdê me wisa dikin ji bo me,” keça Efrînî ji Jiyan.dk re got.
Slava vê havînê dibistana amadeyî ya Haderslev xilas kir û di pêşerojê de dixwaze perwerdehiya dermanvan bixwîne.
Pîrozbahiya şagirtan teqrîben saet 16 de bi dawî hat. 22 şagirtan:
– Nûjîn Sîdo
– Yûsêf Sîdo
– Subhî Şêxo
– Siwar Mihemed Elî
– Ahîn Miheme Elî
– Hêvîn Mamo
– Rênas Ebdullah
– Rewan Ebdullah
– Mihemed Haman
– Nûreddîn Şêxo
– Sîzar Hennen
– Silava Xelîl
– Welat Sîdo
– Hêlana Mihemed Hûsên
– Mihemed Semîr Mamo
– Raman Mihemed
– Mustafa Mihemed
– Ciwan Alo
– Siyamend Hemê
– Mihemed Şehî Hemê
– Xedîce Ehmed
– Mihemed Elhesin