DIAKURD civîna xwe li Danîmarkê li dar xist.

Ji aliyê Deniz Serinci ve

Konfederasyona Kurdên Diyaspora (Diakurd) li welatê Danîmarkê, li bajarokê Brøndby Strand ya Kopenhagê, civînek li dar xist. Çend rêxistinên Kurdî beşdarî civînê bûn.

Civîn du roj bi rê ve çû û beşdarvan ji Belçîka, Rûsya, Elmanya, Fînlandiya, Norwêc, Swêd û Danîmarkê hatin. Di civînê de behsa hevkariya rêxistinên Kurdistanî li Danîmarkê û hewcebûna yekbûna rêxistinên Kurdî, mijara entegrasyonê û doza Kurdî kirin.

Keya Îzol serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ye û xelkê Amedê ya Bakurê Kurdistanê. Wî ji Jiyan.dk re armanca DIAKURDê wiha anî zimên:

“Gelek êriş hene li dijî gelê Kurd ji aliyê çar dewletên dagirker ve. Ji ber vê jî pêwîst e Kurd xwe mobîlîze bikin,” wî got û wisa berdewam kir:

”Armanca vê civînê amadekirina damezrandina rêxistina diyasporayê. Em xwe amade dikin ku kongreke giştî pêk bînin. Di ve kongrê de hemû rêxistin, dezge û saziyên Kurdî ku hene li derveyê Kurdistanê tê de beşdar dibin û kordînasyoneke ava dikin di nav xwe de. Em wisa dixwazin piştgirî li doza Kurdistanê bikin.”

Welat Nehrî xelkê Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye û ji Fînlandiya beşdar bû. Wî rewşa DIAKURDê ji Jiyan.dk re wiha şîrove kir:

“Em Kurd nikarin helwesteke hevpar çêkin û dengê xwe bigihînin cîhanê. Ji ber vê, niha dema wê ye ku federasyon û rêxistin kom bin û bikaribin di karê xwe de di asteke bilindtir de organîze bin. Em hêvî dikin ku emê wisa dengê Kurdistane di nav navendên biryardanê de li cîhanê bigihînin.”

DIAKURD xwe wek rêxistineke serbixwe bi nav dike û çar cara civîya; Li Stockholm, Moskva, Brukselê û niha jî li Kopenhagê.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer