Çavdêrê siyasî û mamostayê zanîngehê, Dr. Redwan Badînî: “Erdogan dixwaze Kurd li welatê xwe bike kêmnetew.”
Ji aliyê Deniz Berxwedan Serinci ve
Li gorî Dr. Redwan Badînî, zanistê sîyasetê, rojnamevan û mamosteyê beşa medyayê di zanîngeha Selahedînê, hikûmeta Tirkiyê dixwaze li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê “Kembera Erebî” dubare bike.
Wî akademîsyenê Kurd di serdana xwe ya Denîmarkê de ji Jiyan.dk re wiha got:
”Rejîma Baas gundên Kurdan standin, Ereb anîn Cezîrê. Kurd ji vir derxistin,” wî got. “Niha jî Erdogan dixwaze kemberek nû ya Ereban û Tirkmenan çêke.”
Çavdêrê siyasî û mamostayê zanîngehê li bajarê Albertslunda Kopenhaginê, bi Komela Kultûrî ya Kurd li Denîmarkê re semînerekî lidar xist. Wî ji Jiyan.dk re wisa berdewam kir:
“Erdogan dixwaze herêmên Kurd ji hev cuda bike, ku Kurd di dawiyê de li welatê xwe bibe kêmnetew.”
Projeya ”Kembera erebî” ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hat destpêkirin. Dewlet ji Dêrikê destpê kir heta rojavayê Serêkaniyê û 335 gundên Kurdan standin. Dirêjiya vê xetê 275 kîlometre bû û di navbera 10 û 20 kîlometre ber bi hûndir ve fireh dibû.
Ji bilî standina gundan, Kurd rastî gelek astengen din hatin. Di 5 Cotmeha sala 1962’an de serjimarek li herêma Cizîrê çêbû. Nêzikî 150 hezar Kurd ji hemwelatiyê Suriyê hatin derxistin û bênifûs bûn; newelatîyên qeydkirî (ecnebî) û herwiha newelatîyên neqeydkirî (maktumîn). Redwan Badînî bi xwe xelkê Heseke ye û apekî wî di nav wan ”ecnebiyan” de bû. Mamosteyê zanîngehê wisa behsa apê xwe kir:
”Bavê min leşkeriyê nekir, lê dîsa jî bû hemwelatî. Apê min leşkeriya sûrî kir, lê ecnebî bû. Tiştekî mantiq û edalet tunebû.”
Ecnebîbûn bandoreke mezin li ser apê Redwan Badînî hişt.
”Apê min nekarî tiştek bikre. Hertişte wî, xaniyê wî, malê wî, hertiştê wî qaçax bû. Herwiha apê min nekarî jin û zarokê xwe li ser navê xwe qeyd bike. Ji ber vê ji ser fermî nezewicî bû.”
Ecnebî nekarî biçe hotelê, Şamê, Helebê an derveyê welêt.
Sedema bênifûskirina Kurdan li gorî hikûmeta Sûriyê ev bû ku ew beyanî ne, ji Tirkiyê hatine wir. Lê Redwan Badînî xwedî nêrîneke din e: Li sala 1957ê neft li Rimêlan hatibû kifşkirin û herwiha ji Kurdan tirsiyan.
”Bandora serhildana Kurdistana Başûr li 1961ê gelek hebû li herêma Rojavayê Kurdistanê. Gelek kes çûn ji Cezîrê û piştgiriya Kurdên Başûr kir. Hikûmeta Sûriyê ji hesabê xwe kir. ’Ve sibê eynî li vê derê jî serhildan çêbe’ fikriyan. Ji ber vê jî hewl dan Kurd zeyif bikin,” wî got.
Wî demî serokê ewlehiya siyasî ya Hesekê Mihemed Teleb Hilal pirtûkek li ser Kurdan amade kir. Di pirtûkê de behsa guhertina demografîk a Cezîrê kir.
”Pirtûka Teleb Hilal rê vekir bo erebkirina herêmên Kurdan û siyaseteke nejadperest,” Redwan Badînî got.
Çavdêrê siyasî û mamostayê zanîngehê çend caran bi berpirsên Wezareta Derve ya Rûsyayê re civiyaye û endamê komîta taybet ji bo gengeşekirna destûra nû ya Sûriyê ye. Ji Jiyan.dk re got ku bawer nake, rejîma Beşar el-Esad xweseriyê bide Kurdên Rojava.
”Zîhnîyeta Esad erebê şofînî ye. Dibe ku ji bo hin berjewendiyên xwe û ji ber sedemên taktîkî hin mafan bide Kurdan,” wî got. ”Lê bawer nakim ku xweserî an mafên çarenûsî bide Kurdan. Lê Esad dikare li dijî Tirkiyê karta Kurdî bikarbîne -wekî bavê xwe yê Hafiz ku serokê PKKê Abdullah Öcalan anî cem xwe.”
Min pirs kir: Em ji êrişa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistan çi ders bistînin?
”Heta Tirkiye hebe, Kurdistan çênabe. Li Tirkiyê, îslamist, sosyalîst, çep, rast, netewperest, komunîst, hemû dijî hebûna netewa bi navê Kurd in.”
Dû re min pirs kir: Lê îro Kurdistaneke xweser li Başûr heye û têkiliya wan bi Tirkiyê re baş e?
Mamoste wiha dawî li hevpeyvîna xwe anî:
”Na, Tirkiyê qebûl nakin. Tenê bi awayekî mercî, şertî Kurdistana Başûrê qebûl dikin, ne heta dawî. Tirk difikirin “me çavê xwe girtin ji Kurdistana Başûr re, emê li Rojava wiha nekin.” Gava li Kurdistana Başûr referendûma serxwebûnê çêbû, Tirk dijî derket. Ev e zîhnîyeta wan.”