Hikûmeta Danîmarkî: Karmendên giştî ku ji mal re hatine şandin divê betlana xwe bikarbînin.
Ji aliyê Deniz B. Serinci ve
Pressefoto
Îro Wezîrê Bacê yê Danîmarkî Morten Bødskov di civîneke çapemenî de naveroka rêketina ji bo karmendên giştî eşkere kir. Naverok wisa ye:
• Karmenden gişti ku ji mal re hatine şandin divê betlana (tetîl) xwe bikarbînin.
• Karmendên ku heta 13ê Nîsanê şol nakin, divê pênc roj ji betlana xwe bikarbînin. Ew mercek e.
• Karmend dikare rojên betlanê, rojên betlaneyên taybet, û ev dema ku zêde kar kirî (afspadsering) wek betlane bikarbînin. Ev dikarin rojên xizmetê (omsorgsdage) û rojên kalûpîran jî bikarbînin.
• Ev dem di navbera karger û karsaz de tê bicîh anîn.
• Divê betlane di navbera sê roj 6ê heta 8ê Nîsanê bê kirin an tu rojên girêdayê hev li hefteya 14 an 16.
• Betlaneyên ji 13ê Adarê heta 27ê Adarê wek ev betlaneyên pênc rojî têne hesabkirin.
• Bikaranîna betlane di rojekê de dikare bê danûstandin.
Ev rêketin heta 14ê Nîsanê ye. Karmend û karger dikarin rojên betlane, ku piştî vê tarîxê hatine danûstandin û heta bi 30ê Nîsanê, pêş bixin. Eger ji ber vê mesref zêde be, karger drav dide.
Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen çend hefte berê ji ber rêgirtina li pêşiya belavbûna vîrûsa koronayê rewşa taybet li Danîmarkê ragihandibû. Heta piştî betlana Îda Nîsanê/zadika hêksore (Påske), ango 13ê Nîsanê, gelek cihên civakê wekî dibistan, pirtûkxane, sînema, dezgehên werzîşê (Fitness), salonên tanîn, rûkenkaran, berber, bar girtî ne.
Li gor Dezgeha Tendurustiya Danîmarkê niha 386 kes ji ber tuşbûna koronayê di nexweşxaneyê de ne. Ji wan 94 kes di bin çavdêriya tund de ne. 78 kes mecbûr in cîhaza bêhngirtinê bikarbînin. 41 kes jî piştî tuşbûnê jiyana xwe ji dest dan. Bi temamî û bi fermî 2010 kes bi koronayê ketin.