Penaberên demkî mecbûr in mesrêfên xwendinên xwe bidin.
Deniz Serinci
Havîna 2018ê ji bo Ahîn Mihemed Elî demeke xweş bû. Wê ji îmtihana dibistana amedeyî ya Denîmarkî derket û di îmtihanê de bi ser ket bi puana 10,6. Keça 26 salî, ku xelka Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, şivqa xwe da serê xwe.
Ahîn zû zimanê Denîmarkî fêr bûbû û wek wergêr bo penaberên din kar dikir. Xewnên wê yên mezin hebûn ji bo pêşerojê. Dixwest derbasî zanîngehê bibe û bijîşkîtî bixwîne. Ji ber ku li hemû welatên cîhanê hewcebûna alîkarîyên bijişk hene. Lê kêfxweşiya wê zêde berdewam nekir.
Li Denîmarkê Ahîn ”penaberekî demkî” ye, li gor madeya 7,3 li qanûna hikûmeta vî welatî. Maneya vê ev e ku keça Efrînî nikare xwendina xwe berdewam bike. Bi gotinek din: Eger penaberên demkî bixwazin derseke bilindtir bixwînin – nimûne zanîngeh – mecbûr in mesrêfên xwendinên xwe bidin.
Li gor rojnameyaa Denîmarkî Jyllands-Posten mesrefa xwendina bijîşkîtî (medicin) bo salek 100.000 kron e. Derfeta Ahîn tune ku bixwe mesrefên zanîngehê pêk bîne.
“Divê mafê min jî hebe ji bo xwendin wek hemû kesan,” Ahîn ji Jiyan.dk re dibêje. “Min gelek hewl da ku bibim bêşek di vê civatê û her wiha fêrî zimanê Denîmarkî bûm. Lewma divê derfeta min jî hebe daku bikarim xwendina xwe berdewam bikim.”
Dema Ahîn li Sûriyê bû, di zanîngeha bajarê Helebê de Ingilizî dixwend. Lê ji ber şerê navxweyi ya Sûriyê mecbûr bû bireve û nekarî xwendina xwe xilas bike. Meha Oktober, sala 2015ê keça Efrînî bi rêya Tirkiyê hate Denîmark. Di kampa penaberan a Bolderslev de wek wergêra zimanên Erebî û Ingilizî kar dikir. Niha Ahîn li gel dayik, bav û du birayên xwe bi navên Siwar û Dilar li bajarê Tølløse li bakurê-rojavayê girava Sjælland dijîn. Her wiha dersê di dibistana HF li Roskilde de dixwîne. Ji bilî vê, karê xwebeşî di nexweşxaneyekî de jî dike.
Hêviya wê ya herî mezin çareserkirina pirsa xwendina zanîngeh e. Ji ber vê bang li rêxistinên penaberî û endamên meclisa Denîmark dike.
Hinek kesan li Denîmark difikirin; ”Em jixwe gelek pere bikartînin ji bo penaberan. Madem ku hebûna wan li Denîmark tenê demkî ye, bo çî em mesrefa xwendina wan bidin?”
Bersiva Ahîn wisa ye:
”Eger şerê Sûriyê xilas nebe û gelek salan berdewam be, ezê çi bikim? Tenê rûnim û li bendê bim? Çima nikarim bixwînim û jiyana xwe berdewam bikim? Denîmark gelek alîkariya min kir. Ez jî dixwazim alîkariya Denîmark bikim.”
Dersa Ahîn li HF Roskilde vê havînê xilas dibe. Hê jî ne diyar e piştî havînê çi bike. Lê keça Kurd dibêje ku xewna xwe bernade.
”Ez pir hêvîdar im û dixwazim qanûn were guhertin. Xebata min berdewam e.”
Li gor reqemên rayedarên biyanî yên Denîmarkê li vî welatî 4577 penaber hene ku weke ”penaberên demkî” hatin bi nav kirin.