”Gerek emê zincîra enfeksiyonê biweşînin,” Serokwezîr Mette Frederiksen got.

Ji aliyê Deniz B. Serinci ve

Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen di civîna çapemeniyê de derbarê virûsa Coronayê axivî.

Di civînê de Wezîrê Tenduristiyê Magnus Heunicke, Serokê Dezgeha Tenduristiyê Søren Brostrøm, kesek ji Wezareta Karên Derve û Berpirsê Polîsê Neteweyî Thorkild Fogde jî beşdar bûn.

Serokwezîr Mette Frederiksen got ku 82 kes niha di nexweşxaneyê de ne. Ji wan 18 kes di lênerîna berfireh de ne.

”Gerek emê zincîra enfeksiyonê biweşînin,” Serokwezîr got.

Ji bo têkoşîna li dijî Coronayê hikûmet dest bi însiyatîfên nû dike ji 18ê Adarê heta 30ê Adarê:

– Qedexe ye ku ji 10 kesan zêdetir, li hundur û derveyî jî, ji bo çalakiyan kom bibin.

– Di dikan (markêt) de pêwîst e di navbera mişteriyan de pir cih û dûrbûn hebe. Herwiha pêwîst e mişterî karîbin tiliyên xwe bişon.

– Gelek cihan tên girtin: Dezgehên werzîşê (Fitness), salonên tanîn, rûkenkaran, berber, mesac, tatoo, klubên şevê, kafeyên nergîlê/şîşe, bar.

– Molên danûstandin (Storcenter) jî tên girtin, ji bilî (xeynî) dikanên (markêt) di hundirê Molên danûstandin de.

– Hemî xwaringeh tên girtin. Lê ew dikarin wek TakeAway berdewan bin.

– Kesên ku ji derveyî welêt vedigerin Danîmarkayê divê xwe ji lîsta Danîmarkî betal bikin û 14 rojan biçin ser karantînek dilxwaz.

Di dawiya civînê de Serokwezîr û beşdarvanên din spasiya yên amadebûn kir.

Li hemû dinyayê 184,976 kes bi vîrusa Coronayê ketin. Ji wan teqrîben 7500 kes mirin û rewşa 79 hezar û 883 kes piştî dermankirinê baş bûn. Li Danîmarkayê heta niha bi fermî 977 kes bi Coronayê ketin û 4 kes mirin.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer