“Namûs wekî pere ye”
“Namûsa keçan beşek ji rûyê fermî yê malbatê ye. Eger keç li gor adetan tevnegere, malbat dikare rêza xwe di nav civakê de winda bike. ‘Namûs’ mîna pere ye. Ev pere statuya her malbatê diyar dike,” pispor Joanne Payton dibêje. Ji aliyê Deniz Serinci ve Tundiya li dijî jinan û kuştinên bi navê namûsê her di rojeva Başûrê Kurdistanê de ne. Lê tundiya li dijî jinan û kuştinên bi navê namûsê li derveyî Kurdistanê, di nav Kurdên koçber de jî rastiyek e. Di nav bûyerên herî navdar de kuştinên Pela Etrûşi li Swêdê di 1999ê de, Fadîme Şahîndal li Swêdê [...]
Nîzamedîn Arîç: Bila hêzên Kurd bibin yek
Hevpeyvîn ligel hunermend Nîzamedîn Arîç. Ji aliyê Deniz Serinci ve Hunermendê navdarê kurd Nîzamedîn Arîç diyar kir ku dema qedexeya li ser zimanê kurdî rabibe û zarokên kurd bikarin bi kurdî perwerdeyê bibînin ew dê vegere welatê xwe. Arîç anî ziman ku dewleta tirk li ser rakirina qedexeya kurdî derewan dike. Hunermendê navdarê kurd Nîzamedîn Arîç ku bêtir ji nêzikî 40 sal in li sirgûnê û xerîbiyê dijî, diyar kir, ji ber ku zimanê wî li Tirkiyeyê hatibû qedexekirin ew neçar ma ji welatê xwe dervkeve û li xerîbiyê bijî. Li ser vegera xwe jî Arîç wiha got: “Helbet ez [...]
Christian bû Şakir û fêrî Kurdî bû
Hevpeyvîn ligel Christian Thoning, Danîmarkîyekî ku fêrî Kurdî bû. Ji aliyê Deniz Serinci ve ”Çi dikî, rind î?” Christian Thoning ji min dipirse, gava ez wî cara yekem li rawestgeha trênê ya Kopenhagê dibînim. ”Baş im, spas, tu çi dikî?” ez bersiv didim. Di eynî demê de ez şaş dimînim, ji ber ku mêrekî Danîmarkî dibînim ku bêyî aksan û bêyî xete zimanê min diaxive. ”Elhamdulîllah, ez jî baş im,” Christian bersiv dide. 20 sal berê Christian derbasî Îslamê bûye û di nav Misilmanan de wekî Şakir tê naskirin. Ne cara yekem e ku ez Ewropayekî dibînim ku bûye Misilman. [...]
سەرۆک وەزیرانی دانیماڕک، مێتە فرێدرێکسن پلانی کرانەوەی دانیمارکی ئاشکرا کرد
Foto: Sandra Skillingsås, Arbeiderpartiet سەرۆکوەزیر مێتە فرێدرێکسن پلانی کرانەوەی دانیمارک ئەشکەرە کرد. سەرۆکوەزیری دانیمارک مێتە فرێدرێکسن ئەمڕۆ لە کۆبوونەوەی چاپەمەنی لە وەزارەتی دەولەت بریاری دا بە کردنەوەی وەلاتی دانیمارک بە شێوەی سنووردار. قوتابی ئامادەیی دەتوانن ئەمساڵ بچن بۆ ئیمتیھان. دوای ١٥ێ مانگی نیسان (ئەپریل) باخچەی منداڵان، دایەنگەھ (خانەی چاودێریکردنی منداڵان) دەکرێتەوە. پۆلەکانی شەش تا دە ناتوانن ئەمساڵ بچن بۆ ئیمتیھان، لە بەر ئەوە لە مالەوە دەرسەکانیان بخوینن. تا دەی مانگی ئایار (مایس) کۆبوونەوەی لە دە کەس زیاتر قەدەخەیە. سنوورەکانی دانیماڕک بە داخراوی دەمێننەوە. فیستیڤالی گەورەکان تا مانگی ئاب (ئاوگوست)) قەدەخەیە. خواردنگە، سینەما، قاوەخانە، سەرتاش، شوێنی وەرزیش داخراوە. سەرۆکوەزیری دانیمارک مێتە [...]
Serokwezîr plana jinûvevekirina Danîmarkê eşkere kir
"Eger em di betlana Nîsanê (påske) de bibînin, ku di riya rast de neçe, peyama me pir zelal e: Em Danîmarkê ji nû ve venakin.” Ji aliyê Deniz Serinci ve Foto: Sandra Skillingsås, Arbeiderpartiet Serokwezîr Mette Frederiksen di civîneke rojnamevanî de li Kopenhagê plana jinûvevekirina Danîmarkayê piştî belavbûna virûsa koronayê eşkere kir. Li gor seroka hikûmetê Danîmarka bi qonaxên biçûk bi awayekî hêdî, bi baldarî û kontrolkirî tê vekirin. Xwendevanên dibistanên amedeyî (gymnasium) îsal dikarin biçin îmtîhanên xwe. Hefteya dahatî ji 15ê Nîsanê ve bexçê zarokên 0-3 salî (vuggestue), bexçê zarokên mezintir, dibistanên zarokên herî biçûk û dezgehên rojane yên [...]
”Bi îhtîmaleke mezin emê Danîmarkê ji nû ve vekin”
"Lê emê êdî wek berê nikaribin xwe di trên (qîtar), bus û metro de nêzîkî hevdu bikin," wê got. "An jî gelek mirov gelekî nêzîkî hev bisekinin û ahengekê li gel hev lidarbixin," Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen dibêje. Ji aliyê Deniz Serinci ve Foto: News Øresund - Johan Wessman Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen di hevpeyvîneke li gel kanala DR de îşev got ku Danîmark "bi îhtîmaleke mezin" ji nû ve piştî Îda Nîsanê/zadika hêksore (Påske) vedibe. ”Bi îhtîmaleke mezin emê bi awayekî hêdî, kontrolkirî û aram bikarin Danîmarkê ji nû ve vekin," serokwezîr got. Li gorî serokê hikûmeta Danîmarke ne diyar [...]
KORONA: Rênimayan bo jinên ducan
Rênimayên rayedarên Dezgeha Tendurustiyê ya Danîmarkê li dijî vîrûsa Koronayê bo jinên ducan (bihemle). Ji aliyê Deniz B. Serinci ve Ez xwe çawa biparêzim li dijî tûşbûnê? Destê xwe pir caran bişo û alkola destşûştinê (håndsprit) bikarbîne, nimûne piştî ku te destê xwe da destikên dergehî (derî), digmêyên elektrîkê û dema tu vedigerî mala xwe. Li nav qermûçeka milê xwe bikuxe û bipişke Têkiliya fîzîkî, destdan, hemêzkirin û maçkirinê kêm bike. Haya xwe ji paqijkirinê hebe Ji bilî wê tu dikarî Neçe cihên qelebalix. Veguhestina gelemperîyê bikarneyne, eger ne pêwîst e. 1.5 metir ji kesên din dûr bibe. Li zarokên kesên [...]
کوردێکی ئورمیە خواردنی خۆرایی دەدا بە کارمەندانی تەندرۆستی دانمارک
کوردێکی خەڵکی شاری ئورمیە لە وەڵاتی دانمارک، خواردنی خۆرایی دەدا بە کارمەندانی تەندرۆستی دانمارک خاوەنی ئەم رێستوورانتە ناسر ئیسماعلی زادە بە ناوی ساسۆن پیززا و کەباب ھاوس وەک ھەنگاوێکی بۆ بەشداری لە بەرەنگار بوونەوەی ڤیرۆسی کرۆنا و رێزگرتنێک بۆ پارێزەرانی سڵامەتیی مرۆڤ، ھەر لە سەرەتای بڕیاری ھکوومەت بۆ قەرەنتینەی وڵاتی دانمارک ھەتا کۆتایی ھاتنی قەرەنتینە، پارەی خواردن لە: دوکتۆر، پەرەستار و شۆفێری ئامبۆلانسەکان وەرناگرێ و بردنی خواردن لە رێستوورانت ، یان سفارش کردن بۆ شوێنی کاریان بە بەلاش دەبێ https://www.facebook.com/permalink.php?story_fbid=2782719748442977&id=184160564965588 تاکو ئێستا ٥١٧ کەس بەھۆی ھەڵگری ڤایرۆسی کۆرۆنا لە نەخۆشخانە خەوێندراون، ١٣٩ کەسیش بە ھۆی ئەم پەتایەوە مردوون سەرۆکوەزیرانی دانیمارک [...]
حکوومەت پلانی کردنەوەی وڵاتی دوای ١٣ی ئاپریلی ھەیە، ئەگەر ژمارەی تووشبوان کەم ببێتەوە
حکوومەت ھیوادارە کە کۆمەڵگا بگەڕێتەوە سەر رەوتی ئاسایی خۆی بە پێی تێپەڕبوونی کات. سەرۆکوەزیرانی دانیمارک مێتە فرێدرێکسن ئەمڕۆ لە کۆبوونەوەی چاپەمەنی راگەیاند کە پلانی کردنەوەی وڵاتی بە شێوەیەکی وردە وردە دوای ١٣ی ئاپریلی ھەیە، ئەگەر ژمارەی تووشبوان بە وایرۆسی کۆرۆنا کەم ببێتەوە ”حکوومەتی دانیمارک دەیھەوێ بەشێک لە چالاکێکانی کۆمەڵگا بە شێوەی سنووردار و رێژەیی لە پاش پشووی"جێژنی پاک" بکاتەوە ئەگەر ئاماری تووشبوان رێگای پێ بدا.” ”ئەگەر ئێمە پابەندی رێنمایەکانی حکوومەت دانیمارکی بین، ئێمە دەتوانن ھێدی ھێدی بچنە ژیانی نۆرمالی خۆمان.” ”سنوورەکانی دانیماڕک بە داخراوی دەمێننەوە. بێگومان نابیت ئایمە نەخوشینکە سەر لە نوی بھینین لە دەرەوە" ئەلێت مێتە فرێدرێکسن. سەرۆکوەزیران مێتە [...]
“Belkî em hêdî hedî dikarin civaka Danîmarkê vekin”
"Eger em di du hefteyên dahatî de pabendî rênmayên giştî bin, belkî em dikarin bi awayekî kontrolkirî dîsa civaka Danîmarkayê vekin," serokwezîr Metre Frederiksen got. Ji aliyê Deniz Serinci ve Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen di civîneke çapemeniyê de li Kopenhagê derbarê virûsa koronayê ragihand ku hikûmet dikare civakê hêdî hêdî piştî Îda Nîsanê/zadika hêksore (Påske) veke - girêdayî rewşa vîrûsa Koronayê. "Eger em Danîmarkîyan di du hefteyên dahatî de pabendî rênmayên giştî bin (rêzê pêşniyarên dewletê bikin), ango piştgiriya hev bikin, ji hev dûr bisekinin, belkî em dikarin bi awayekî kontrolkirî dîsa civaka Danîmarkayê vekin," serokwezîr got. "Dema em li [...]