Hikûmeta Danîmarkî dixwaze kombûna ji du kesan zêdetir qedexe bike û cezaya binpêkirina qedexeya kombûnê zêde bike.
Ji aliyê Deniz B. Serinci ve
Foto: Steen Brogaard
Hikûmeta Danîmarkî, ji bo ku pêşiya belavbûna vîrûsa Koronayê bigire, dixwaze qedexeyên nû ragîhînin. Pêşniyarên qedexeyên nû wisa ne.
1-Herî zêde du kes
Îro: Kombûna ji 10 kesan zêdetir, li hundur û derveyî jî, qedexe ye.
Qanûna nû: Qedexekirina kombûna ji du kesan zêdetir.
Qanûn ne ji bo karistanan, kesên ku di eynî malê de dijîn an xwendevanên ku di kolej de dijîn û mutbex parve dikin.
2-Cezayên pere yên bilindtir
Îro: Cezaya pere ji bo binpêkirina qedexeya kombûnê 1500 kron e. Ji bo dikan û şirketan 5000 kron e.
Qanûna nû: Hikûmet dixwaze cezaya pere ya binpêkirina qedexeya kombûnê bike 2500 kron e. Cezaya dikan û şirketan divê ji 10.000 heta 150.000 kron be, girêdayê hejmara binpêkirinan û karmendan.
3-Amadebûna kesan li park û firokexaneyan
Îro: Qedexe ye ku ji 10 kesan zêdetir, li hundur û derveyî jî, kombin.
Qanûna nû: Eger polîs bawer dike ku ”ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrûsa koronayê mecbûrî ye” dikarin amadebûna kesan li çend cihan qedexe bikin. Ev cihên wekî parkên giştî, plaj (qerax derya), meydan, rê, îstgeh, firokexane, molên danûstandinê. Derbasbûna meydan û park qedexe nabe.
4-Girtina yarîgehan
Îro: Cihên giştî yên hundirê wekî pirtûkxane û hewzayên avjeniyê qedexe ne, lê ne cihên derveyî.
Qanûna nû: Wezîrê tendurustiyê û kalûpîran dikare cihên giştî yên derveyî qedexe bikin, wekî cihên werzîş (fitness) û yarîgehan.
5-Komele û qadên kampê
Îro: Hikûmet dikare bikaranîna lokalên giştî ji aliyê bazirganan ve qedexe bike. Lê hikûmet nikare bikaranîna wan lokalan ji aliyê kesên ne bazirgan û komele ve qedexe bike.
Qanûna nû: Hikûmet dixwaze cihên, ku xwediyê wan ne bazirgan in, qedexe bike. Herwiha hikûmet dixwaze bikaranîna cihên wekî qadên kampê (çadirga) û qadên ku golf lê tê lîstin.
6-Serdana xaniyan
Îro: Hikûmet dikare serdana xweyîtîxane (malên kalûpîran) û nexweşxaneyan qedexe bike.
Qanûna nû: Qedexeya serdana xaniyên giştî û taybet (ji bo kesên ku ji mala xwe reviyan an bi riyeke din problemên wan hene). Lê hatûçûna xizmên van kesên, ku nexweşiya wan giran e, qedexe nabe.
Pêşniyarên qanûnên nû di navbera partiyên meclîsê de dê were danûstandin.