Penaberekî Kurdê Hesekê Nûredîn Şêxo li dibistana amedeyî a Kolding HF & VUC bi pileya herî baş derçû.

Ji aliyê Deniz Berxwedan Serinci re

Kurdê Hesekê Nûredîn Şêxo di demeke zû de zimanê Denîmarkî fêr bû û dibistana xwe ya Kolding HF og VUC vê havînê bi pileya herî baş (11,0) teva kir.

Nûredîn ligel bav, dayik, xuşk û birayê xwe di dawiya sala 2013ê de wek penaber hatin Denîmarkê. Vê demê Nûredîn tenê 17 salî bû.

Di bawernameya îmtîhanê ya Nûredîn de 15 ders heye. Ji wan 15 dersan xortê Kurd 12 caran pileya herî bilind 12 stand.

Di dawiya meha Tebaxê de Nûredîn di zanîngeha Odensê dest bi dersa bijîşkîtîyê dike. Wî çîroka xwe ji Jiyan.dk re bi zimanê Denîmarkî vegot. Keremkin li vir bixwînin:

Flygtning blev student med det højeste gennemsnit

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer