Hoşyar Elî herdu seqên (bacak) xwe piştî teqîna mayinan winda kiriye. Niha li mayinan lêdigere û wan bi destê xwe betal dike.

Ji aliyê Deniz Serinci ve

Pir bi xeter e û herdu seqên (bacak) xwe di teqîna mayinê de winda kiriye ji. Lê Hoşyar li Kurdistana Iraqê dîsa jî erdê ji mayinan paqij dike. 32 sal in ew bi vî karî re mijûl e û ji ber vê xelkê herêmî wî wek “Mayin Hoşyar” bi nav kir.

Hoşyar li Helebçê dijî, bajarek ku bi êrişa kîmyawî ji aliyê rejîma Bexdadê li adara 1988ê bi navûdeng bû, û xwe goriya betalkirina mayinan.

Ew herdu seqên (bacak) xwe piştî teqîna mayinan winda kiriye û niha seqên bîyonîk/elektronîk bikar tîne. Lê Hoşyar dîsa li mayinan lêdigere û wan bi destê xwe – bê parastina profesyonel – betal dike.

“Ez dixwazim erdê ji mayinan paqij bikim, ku canên bêsuc biparêzim,” wî got.

Di ciwaniya xwe de xwest lîstikvanê futbol be û beşdarî marathon be jî. Lê jiyana wî bi temamî guheriye.

Şerek 8-salî li navbera du cîranan, Iranê û Iraqê dest pê kir. Hoşyar seqek di vê şerê de winda kir, yê din di dema raperîna sala 1991ê de li dijî dîktatorê berê, Saddam Hisên.

Hoşyar van deman beşdarî nav refên pêşmerge bû û şerê hikûmeta Iraqê kiriye, ku dest bi kampanyaya Enfalê, komkujiya Kurdan, kiribû. Tê tehmîn kirin ku sedhezaran mayin ji aliyê dewletên Iranê û Iraqê ve hatin bicihkirin.

“Bo xatirê Xwedê û Welat ez amade me”

Rojek Hoşyar derbasî mayinek bû. Ev qediya û Hoşyar giran birîndar bû. Rêxistina alikariyê ya Japonî bi navê “Bayê Aştiyê Japonya” hate û wî rakiriye nexweşxaneya Tokyo. “Mayin Hoşyar” ji mirinê rizgar bû û doktorên Japonî wî dane du seqên bîyonîk/elektronîk.

“Li Japonya xelk bi rastî pir dostane bû. Seqên bîyonîk/elektronîk dan min. Piştî wê min navekî Japonî daye keça xwe,” Hoşyar got.

Di teqînê mayinan de jiyana du birayên Hoşyar ji dest dan di dema şerê Iraq û Kurdan de. Yek ji birayên wî tenê 9-salî bû.

“Piştî teqînê ku birayên min kuştiye, min biryar da ku êdî dest bi rakirina mayinan bikim,” wî got.

Êdî ev mere bêtirs di nav xelkê de pir popular e. Xelkê herêmî nave gundekî, nexweşxanekî, dibistanekî û mizgeftekî kirin Hoşyar.

Şer nemaye û Hoşyar niha ceneralekî jikarketî ye li hêzên pêşmerge. Lê ev dîsa erdê ji mayinan paqij dike û dibêje ku amade ye biçe alikariya xelk, eger li çewlîga wan mayin hebe. Wekî nivîsek ser erebeya/seyara wî: “Bo xatirê Xwedê û Welat ez amade me te (mayinan) li herderê tune bikim.”

Li mala xwe komkirina mayinan û bombeyan hene, ku yek ji wan mayin e ku sedema windakirina seqeke wî ye. Ev dibêje ku ev bi komkirina van dixwaze dîrok binivîse û di pêşerojê de wan li muzeyek bicîh bike.

“Ez vî karî bo xatirê nifşên bên dikim, ji ber ku ew li tiştên ku bi çavî nabînin bawer nakin,” Hoşyar got.

“Bila Danîmarkê jî Enfalê nas bike”

Seddam Hisên li sala 1987 li dijî Kurdên Iraqê dest bi kampanyaya Enfal kiribû. Kampanya heta 1989 dewam bû û ji bombeyên hewayî, êrişên kimyawî, talankirina gundan, sirgûnkirina Kurdan pêk hatin. Gorî statîstîkên navneteweyî li dora 182.000 Kurd hatine windakirin, piraniya wan jin û zarok bûn. Roja 16ê Adara 1988’an balafirên şer yên artêşa Iraqê bombeyên kîmyawî barandine ser bajarê Helebcê, nêzikî sînora Iranê. Di nava çend saetan de li Helebce û derdora wê bi hezaran Kurd mirin. Helebce bû sembola kampanya Enfal.

Li sala 2012 Swêdê wekî yekemîn welatê dinyayê Enfalê wekî jenocîd naskir. Piştî çend meh parlamentoya Brîtanyayê jî Enfalê naskir. Niha bêtir siyasetmedaran dixwazin hemû Ewrûpa û welatên Rojavayê vê jenosîdê qebûl bikin. Di nav wan siyasetmedaran de endamên parlamentoya Brîtanyayê, Lord Clement Jones, Robert Halfon, endamên parlamentoya Swêdê, Annika Lillemets, Valter Mutt, endamê parlamentoya Kanadayê, Jim Karygiannis û endamê parlamentoya Danîmarkê, Nikolaj Villumsen hene. Herwiha ew dixwazin 16ê Adarê bibe roja navnetewî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî.

Ev pêsketin Hoşyarî pir kêfxweş dike.

“Naskirina welatên Ewrûpayê pir bi mane ye bo me. Pêwîst e hemû welaten Enfalê nas bike. Lazim e ev zilma ku me Kurdan dît ji bîr nekin.”

Di vê dema navbera de, kesê populerê Helebçê dîsa li lêgerina mayinan e.

“Heta ku destên min hene, ezê ji paqijkirina mayinan di erdê de ranewestim,” wî got.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer