Nusret Tahîr serokê Navenda Enfalê li Duhokê: “Min 300 zarok binaxkirin”

Ji aliyê Deniz Serinci ve

Nusret Tahîr serokê Navenda Enfalê li Duhoka Başûrê Kurdistanê ye.

Tahîr derbarê kuştî û birîndarên Enfalê zanyarî dide li parêzgeha Duhokê. Lê ev zehmet e, ji ber ku hertişt tevlihev bû.

”Enfal bo me wekî roja Qiyametê bû: Herkes xwest xwe biparêze, ji ber vê yekê nêrîneke giştî tine,” Tahîr got.

Normalî tê tehmînkirin ku 182.000 Kurd di dema Enfalê de ”winda bû”. Lê ev hejmar jî bi xwe ne tam e, ji ber ku gelek term tucar nehatin diyar kirin.

Rejîma Iraqê êrişê Kurd bi çekên kîmyawî kir. Hîn wisa miriye. Hîn di koçkirina sînorê Iranê an Tirkiyê de ji ber birçitî û sarî jiyana xwe ji dest dan.

Yên ku li Kurdistana Başûr man di bin rewşeke nediyar de jîyan. Tahîr nimûnekê dide:

”Li gundê Kurêmê 33 kes di 28 Tebaxa 1988ê de ji malbateke hate kuştin.”

Serokê Navenda Enfalê her wisa dibêje ku, girtiyên Kurd hatin şandin ji kampên bi navekî Erebî ”Mucame’et”. Li vir carcaran miriye ji birçitî û westîn. Tahîr ji yek ji van girtiyan bû. Bîranînên xwe wisa tînê zimên:

”Kamp tijî bû. Xwarin pir nebû û me hertim di bin çavdêriya hêzên ewlekariyê bûn.”

Mêrên dîktatorê berê yê Iraqê, Saddam Hisên, li girtiyan îşkence kirin – hîn carcar bi îşkencê van kuştin. Di nav miriyan de zarokên biçûk jî hebûn.

Bi xwe Tahîr 300 zarokên 1 heta 3 salî binaxkirin li kampa  Bahrekeyn li Hewlêrê.

”Ew ji birçitî û êrişên kîmyawî miriye.”

Yên ku ji êrişên kîmyawî saxlem derketin an birîndar bûn, paşê hatin kuştin. Tahîr mînakek dide: Mêrekî bi navê Îbrahîm Hacî Remezen ji Sersingê, ku hemû laşê wî hate şewitandin di encama êrişa kîmyawî de li Tebaxa 1988. Kes heta niha wî nedît.

Tahîr bi taybetî roja 25emîn Tebaxa 1988 ji bîr nake. Ev roj li Duhokê bû. Ev roj li vir û li devera Badînan 13 cih rastî êrişên bi çekên kîmyawî hatin.

”Hertişt mirî bû. Rehek, heywan, mirov – hertişt. Ez tucar ji bîr nakim.”

1000 mirov ev roj rastî êrişên kîmyawî hatin, hatin girtin, mirin û dayîn gorên komî li Duhokê.

Bandora vê komkujîyê li Kurdan îro mezin e, li gor Tahîr. Gelek zarok, ku piştî Enfalê tên dinê, dîsa pirsgirêkên bêhn standin heye an jî bi astengî dibin. Her wiha dêûbav hene ku bêtir zarok naxwazin ji ber ku pereyên wan tine bo derman.

Seddam Hisên li dijî Kurdên Iraqê dest bi kampanya Enfal kir li sala 1987. Kampanya heta 1989 dewam bû û ji bombeyên hewayî, êrişên kimyawî, talankirina gundan, sirgûnkirina Kurdan pêk hatin. Gorî statîstîkên navneteweyî li dora 182.000 Kurd hatine windakirin, piraniya wan jin û zarok bûn.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer