Rola Kurdan di komkujiya Ermenî de çi bû?
Ji aliyê Deniz Serinci ve
Her sal di 24ê Nîsanê de Ermeniyên hemû dinyayê kuştîyên xwe bibîrtînin. Di vê tarîxê de Komkujiya Ermenî di 1915ê de ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve destpêkir. Di encama sirgûnkirina û qetlîaman de tê texmîn kirin ku navbera 1 û 1,5 mîlyon Ermenî hatin kuştin. Rola Kurdan di komkujî de çi bû?
Ugur Ümit Üngör, professor ji Zanîngeha Utrechtê li Hollandayê û pisporekî Komkujiya Ermenî, ji bersiva vê pirsê wiha şîrove kir:
“Hîn eşîretên Kurdî alikariya hikûmeta Osmanî kir û Ermenî kuştin. Lê, hîn eşîretên din jî, mînak li Dêrsimê, Mêrdînê û Semsûrê, berxwe da û alikariya Ermenî kirin. Van veşartin di malên xwe de û van şandin herêmên di bin kontrola Rûsiyan de.”
Li gorî Üngör eger gelek Ermenî îro bijîn, ev bi sedema ew Kurdan e ku van parast. Profesora zanîngeha Hollandayî wisa berdewam kir derbarê serokê tevgera îslamî ya Nurciyan, Seîdê Nursî, ku di nav Kurdan de wekî Seîdê Kurdî tê naskirin:
“Seîdê Kurdî bigumanî bi sedan zarokên Ermenî ji Rûsiyan re şandiye û wan wisa ji mirinê rizgar kirin.”
Bi propagandaya olî xapandin
Yên ku beşdarî qetlîaman bûn bi sedemên aborî û jeopolîtîk wiha kiriye, li gorî Taner Akçam, dîroknasekî ji Zanîngeha Clark a Amerîkayî. Akçam yekem akademîsyenê Tirk bû ku komkujiya Ermenîyê qebûl kir.
“Eşîretên Kurd ji aliyê hikûmeta Tirk ve hatin bikaranin dijî Ermeniyan, ji ber ku Kurd û Ermenî daxwaza eynî herêman kir li Anatoliya Rojhilat. Di eynî demî de hîn eşîret bi kuştina Ermeniyan hêviya berjewendiyên aborî kir,” Akçam got.
Berpirsyarên serekî yên komkujiyê dewleta Osmanî bû û sê serokan, Enver, Talat û Cemal Paşa.
“Lê rayedarên Osmanî ji dema Ebdulhemîd re di salên 1890an de Kurd li dijî Ermeniyan organîze kir, di bin Alayên Hemîdiye, yekîneyên Osmanî yên nîvsiwarî, ku Ermeniyan qetil kirin,” Akçam got.
Yên din bi propagandaya olî hatin bikaranin.
“Ji gelek Kurdên nexwendî re gotin ku ‘eger tu kafiran bikujî, biçî cinnetê’,” Üngör got.
Hîn Ermeniyan derbasî dînê Îslamê bûn û wiha ji komkujiyê reviyan û li malbatên Kurd mezin bûn. Karapetê Xaço muzikvanê Ermenî bû ku bavê wî yek ji wan ku ji komkujiyê bi saya Kurdan rizgar bû. Paşê Karapetê Xaço çûye paytexta Ermenîstanê, Yerîvan û bo Radyo Yerîvan xebitî. Li vir bi sedan stran û kilamên Kurdî qeyd kir û wisa roleke mezin di pêşketina muzika Kurdî de lîstiye.
Ahmet Türk lêborîn xwest
Sala borî, siyasetmedarê Kurd û niha şaredarê Mêrdînê, Ahmet Türk got ku Kurd jî tevlî bûyerên ku di sala 1915 an de li hemberî Ermenî, Sûryanî û Êzdîyan hatin kirin bûn û lêborîn ji van mîlletan xwest.
“Di bûyeran da berpirsiyariya Kurda jî heye. Bav û kalê me jî zulm li wan gelan kir. Em weke nevîyên bav û kalen xwe lêborîn ji wan gelan dixwazin. Qebûlkirina lêborînê jî pir girîng e,” Türk got.
Lê herkes bûyerên 1915ê wekî komkujiyê qebûl nake, herçend ku piranî dîroknasan hevfikir in ku qetlîamên dijî Ermeniyan komkujiyeke sîstematîk bûye. 99 sal derbas bû, lê, hê jî rêveberiya Tirkiyê komkujiyê înkar dike. Binavkirina bûyerên 1915ê wekî komkujiyê tê cezakirin. Hrant Dink, rojnamevanê Ermenî, serokê giştî yê rojnameya Agos bû. Piştî ku komkujiya Ermenî naskir gelek caran hate darizandin û bi “piçûkxistina Tirkbûnê” hate tawanbarkirin. Di 2007ê de ji aliyê neteweperestekî Tirk ve hate kuştin.
Li gorî Daniella Kuzmanovic, mamoste di Zanîngeha Kopenhaga Danîmarkê û pisporeke Tirkiyê, gelek Tirk ditirse ku eger komkujiyê qebûl bikin, Ermenî dazwaza tazmînat û vegerandina herêmên Anatoliya Rojhilat bikin, ji ber ku berê gelek Ermenî li vir jiyan.
Tirk li ser komkujiyê nexwend
Lê dijiyetiya naskirina komkujiyê kûrtir e. Tirkan di dibistanên xwe de ticar li ser komkujiyê nexwendin.
“Piraniya Tirkan hama nizanin komkujiya Ermenî çi ye, ji ber ku behsa ev dîrokê ji wan re nehatine kirin,” Kuzmanovic got.
“Tirk nizanin çi hat serê kêmnetewên Anatoliyayê, ji ber ku dîrokên wisa wekî tehdîdên dijî yekitîya Tirkiyê tê dîtin,” ev berdewam kir.
Her wiha, armanca înkarkirinê parastina bitirîya netewî ya Tirkan e. Li gorî xwefehmkirina fermî ya dibistanên Tirk, ev ticar tiştek nebaş li dijî gelên din nekir.
“Eger komkujiyê nasbikin, namûsa bitir a netewî jî binpê dikin,” Kuzmanovic got.
Üngör ligel Kuzmanovic hevfikir e û wiha axivî:
“Hes û bitirîya netewî pir girîng e. Eger tu ji welatekî bi 80 mîlyon mirov re di 80 sal de derew bikî, tuyê paşê çawa ji wan re bêje: ‘Hertişt ku me ji we re gotin derew e?’”