“Eger em di betlana Nîsanê (påske) de bibînin, ku di riya rast de neçe, peyama me pir zelal e: Em Danîmarkê ji nû ve venakin.”

Ji aliyê Deniz Serinci ve

Foto: Sandra Skillingsås, Arbeiderpartiet

Serokwezîr Mette Frederiksen di civîneke rojnamevanî de li Kopenhagê plana jinûvevekirina Danîmarkayê piştî belavbûna virûsa koronayê eşkere kir. Li gor seroka hikûmetê Danîmarka bi qonaxên biçûk bi awayekî hêdî, bi baldarî û kontrolkirî tê vekirin.

Xwendevanên dibistanên amedeyî (gymnasium) îsal dikarin biçin îmtîhanên xwe.

Hefteya dahatî ji 15ê Nîsanê ve bexçê zarokên 0-3 salî (vuggestue), bexçê zarokên mezintir, dibistanên zarokên herî biçûk û dezgehên rojane yên zarokan bi giştî vedibin. Ji bilî wê, dezgehên wextê zêde ji bo zarokan (skolefritidsordning) jî dîsa vedibin. Di van dezgehan de bi temamî 300.000 zarok qeydkirî ne.

Lê Serokwezîr Mette Frederiksen di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya girtina tedbîrên hişyariyê.

”Divê zarok û mezinan heta dikarin li derve bimînin. Li hundirê gerek navber bidin di navbera zarokan de û bêtir paqijiyê bikin,” serokwezîra Danîmarkayê got û dewam kir. ”Eger zarok û mezinan nexweş bin, divê li malê bimînin.”

Zarokên ji sinifên 6ê heta 10ê û xwendevanên dibistanên şevînî (efterskoler) heta 10ê Gulanê divê li mala xwe dersê xwe bixwînin. Ew nikarin îsal biçin îmtîhan jî. Li şûna encama îmtîhanê ji bo van xwendevanan pola îsal (årskarakter) tê bikaranîn.

”Pêşniyara me ev ku ciwanên ku nêzikî xilaskirina xwendina xwe bû divê bi awayekî cûda karibin biçin îmtîhanê,” serokwezîr got.

Rewşa taybet û girtina civaka Danîmarkî di aliyên din de berdewam in. Heta 10ê Gulanê qedexeya kombûna ji 10 kesan zêdetir dirêj dibe. Cihên olî wekî dêr, komel, sînema, navenda kirînê, berber (porbirgeh), xwaringeh heta 10ê Gulanê girtî ne. Sînorên Danîmarkayê ji heta vê tarîxê nayê vekirin.

Festîvalên ji bo sed an hezaran bi însanan vê havînê heta meha Tebaxê nayê lidarxistin û gerek bê betalkirin, li gor seroka hikûmetê.

Niha hikûmet dê bi baldarî çavdêriya pêşveçûnên di demên dawî de bikin.

”Di riya rast de diçe,” Mette Frederiksen bi kêfxweşî got. ”Ji ber vê pir girîng e herkes pabendî rênimayên dezgehên tendurustiyê bin. Eger em di betlana Nîsanê (påske) de bibînin, ku di riya rast de neçe, peyama me pir zelal e: Em Danîmarkê ji nû ve venakin.”

Berê civîna rojnamevanî serokwezîr bi serokên partîyên meclîsê bi rêya dîjîtalê, konferans çêkir û naveroka plana jinûvevekirina ji wan re eşkere kir.

Wê wiha dawî li axaftina xwe anî:

”Dinya hatiye guhertin. Cîhan wekî berê korona nabe.”

Duhî Mette Frederiksen di hevpeyvîneke li gel kanala DR de jî got ”Emê beşek mezin ji jiyana xwe ya normal biguherin. Em venagerin Danîmarka mîna berê.”

“Emê êdî wek berê nikaribin xwe di trên (qîtar), bus û metro de nêzîkî hevdu bikin,” wê got. “An jî gelek mirov gelekî nêzîkî hev bisekinin û ahengekê li gel hev lidarbixin.”

187 kes li Danîmarkê ku tûşî vîrûsa koronayê bûn jiyana xwe ji dest dan. Bi temamî û bi fermî 4681 kes bi koronayê ketin. 503 di nexweşxanê de ne. Ji wan 139 di bin çavdêriya tund de ne û 108 mecbûr in cîhaza bêhngirtinê bikarbînin.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer