“Namûsa keçan beşek ji rûyê fermî yê malbatê ye. Eger keç li gor adetan tevnegere, malbat dikare rêza xwe di nav civakê de winda bike. ‘Namûs’ mîna pere ye. Ev pere statuya her malbatê diyar dike,” pispor Joanne Payton dibêje.

Ji aliyê Deniz Serinci ve

Tundiya li dijî jinan û kuştinên bi navê namûsê her di rojeva Başûrê Kurdistanê de ne. Lê tundiya li dijî jinan û kuştinên bi navê namûsê li derveyî Kurdistanê, di nav Kurdên koçber de jî rastiyek e. Di nav bûyerên herî navdar de kuştinên Pela Etrûşi li Swêdê di 1999ê de, Fadîme Şahîndal li Swêdê di 2002yê de, Xatun Surucu li Almanyayê di 2005ê de û Banaz Mehmûd li Brîtanyayê di 2006ê hene.

Sedemên van kuştinên keçan ji aliyê malbatan ve çi ne?

Li gorî Joanne Payton, lêkolêrekî Zanîngeha Cardiff li Brîtanyayê, sedema tawanên bi navê namûsê girêdayî rola zayendan e di civatên ku di bin kontrola mêran de ne.

Di rêzefîlmê “Banaz: Çîrokeke evînê” de, ku çîroka kuştina keça Kurd Banaz Mehmûd kiriye mijar, ku hêjayî xelata Emmy jî hate dîtin, Payton wekî pispor şêwirmendiya ekîba fîlm kiriye.

Ew niha li ser raporteke derbarê tundiya li dijî jinan li Başûrê Kurdistanê dixebite.

Wî got ku di hîn malbatan de şert e ku keç û jin li gor qanûnên xedar ên civakê bijîn.

“Namûsa keçan beşek ji rûyê fermî yê malbatê ye. Eger keç li gor adetan tevnegere, malbat dikare rêza xwe di nav civakê de winda bike. ‘Namûs’ mîna pere ye. Ev pere statuya her malbatê diyar dike,” weke ku Payton got.

Dema keç li dijî adetan derdikeve, ev yek barê malbatên wan jî di nav civakê de giran dike, weke ku Payton bawer dike:

“Malbat nikare xwe rehet ji civakê re nîşan bide. Ew nikarin li rûyên xelkê binêrin û belkî nikarin danûstan û bazirganiyê jî bikin.”

Zewacên zorî qebûl nakin

Carcaran di navbera dêbavan û keçan de pirsgirêk çêdibin, ji ber ku keç zewaceke ku ji aliyê malbatê ve hate destnîşankirin red dike. Gellek caran dêbav dixwazin ku keç ligel kurmamê xwe bizewice.

“Dema jinek dawiyê li zewacekê tîne, yan zewacekê qebûl nake, ev wekî kêmasî û şermekê tê dîtin”, Payton diyar kir.

Aisha K. Gill, profesora krîmînolojiyê li Zanîngeha Roehampton a Brîtanyayê, ku li ser kuştinên namûsê li Başûrê Kurdistanê lêkolaye û pirtûka ”Kuştina namûsê û tundî: Teorî, Siyaset û Pratîk” nivîsiye, ligel Payton hemfikir e.

“Kuştinên namûsê normalî di civakên ku bêtir giringiyê didin parastina malbatê li dijî bêşerefiyê çêdibin. Ev parastin ji bo wan malbatan ji xweseriya jinê girîngtir e, û ji jiyana jinan jî,”Gill got.

Li gorî Gill “namûs”carcaran girêdayî kontrolkirina zayendiya jinan e, bi taybetî derbarê hezkirin û pêwendiyên cinsî yên beriya zewacê. Payton got ku taybetmendiya tundiya bi navê namûsê ew e ku ew kesên ku tawanê pêktînin ne yarên qurbaniyan in, lê ew kes ji malbatên qurbaniyan in.

“Di gellek bûyeran de hevkariya çalak di navbera çend endamên malbatê bo kirina van tawanan çêdibe”, Payton got û wekî mînak kevirkirina Dua Xelîl Eswadê da.

Burhan Yasîn, mamosteyê zanîngeh: “Kuştin di nav kêmneteweyên nemisilman ên Rojhilata Navîn de jî çêdibin.”

Di sala 2007ê de Dua Xelîl Eswada 17 salî bi sedema tawana namûsê li Başûrê Kurdistanê li ber çavên bi sedan şahîdan bi kevirkirinê hate kuştin, ku ev tawan bi kamerayên telefonên xwe girtin.

Sucê Îslamê ye?

Sedemên van kuştinan carcaran tên guftûgokirin.

Hîn kes dibêjin sûcê ol e, hîn dibêjin sedem adet e.

Li gorî Payton him ol, him adet tên bikaranîn, da ku rewatiyê bidin van tawanan. Lê dîsa jî ne sûcê Îslamê ye, weke ku Payton got, ”ji ber hîn Mesîhiyên Ereb, Hindû, Sîk û – berê – Katolîkên Behra Sipî ji bi navê namûsê jin kuştine.”

Pisporê kurd Burhan Yasîn, mamoste li Zanîngeha Lund li Swêdê, mînakek ji welatê xwe da: “Sala 1994ê Filistîniyekî Mesîhî li Swêdê keça xwe kuşt, ji ber ku wê daxwaza bavê xwe ya ser zewacê qebûl nekir. Ango ev kuştin di nav kêmneteweyên nemisilman ên Rojhilata Navîn de jî çêdibin,” Yasîn got.

Payton herwisa got ku di hîn bûyeran de Kurdên Ewropayê ji gelên din yên Rojhilata Navîn bêtir adetperest in: “Meylek heye: Dema kesek li derveyî welatê xwe û di nav kesên bi kultûreke cuda derbarê wekhevbûna zayendan de dijî, ew kes bêtir li adetên xwe yên berê xwedî derdikeve.” Çawa mirov dikare pêşiya van kuştinan bigire?

Li gorî Payton, dewletên Ewropayê çawa hemwelatiyên xwe diparêzin, pêwîst e keçên biyanî jî wisa biparêzin û heman giringiya ku didin tawanên din, wê giringiyê bidin tawanên namûsê jî. Lê Payton got ku pêwîst e polîsên Ewropî rîska taybet ya van tawanan jî bibînin:

“Pêwîst e rayedar baştir fêm bikin ku avahiya kompleks a ”namûsê” û kiryarên li dijî van keçan ji aliyê bav, bira, dayik, xal û kurmam ve ji tawanên normal ên Ewropayê cuda ne,” Payton diyar kir.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer