Nesrîn Qasimlo: “Dewleta Avusturyayê qatil serbest berdan. Min îtîraz kir, lê ev ji aliyê dadgeha bilind a wan hate red kirin. Min xwe bi tenê hîs kir.”

Ji aliyê Deniz Serinci ve

Helen Krulich hevjina berê ya siyasetmedar û rêberê Rojhilatê Kurdistanê Ebdulrehman Qasimlo yê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran ye. Di nav Kurdan de wek Nesrîn Qasimlo tê naskirin. Ebdulrehman Qasimlo di 13ê Tîrmeha 1989ê de li Vîyanayê ji aliyê dewleta Îranê ve hat qetilkirin.

Di sala 1988ê de hevdîtinên nûnerên komara Îslami ya Îranê û sekreterê giştî yê PDKÎ Qasimlo destpêkirin.

Roja 13ê Tîrmeha 1989ê Qasimlo ligel hevalên wî Dr. Fazil Resûl û Ebdullah Qadirî Azer ku nûnerê PDKÎ li Ewrûpayê bû, hatin kuştin.

Kujer piştî kuştarê çûn balyozxaneya Îranê û piştî hefteyekê bêyî astengî ji Avusturyayê derketin û çûn Tehranê. Yek ji kujeran ji aliyê polîsê Avusturyayê ve hat girtin, lê paşê rayedarên Avusturyayê hukimê girtina wî rakirin.

Malbata Qasimlo û partiya wî şikayetnameya xwe teslîmî dewleta Avusturya kirin, lê encam derneket.

Piştî Qasimlo, Sediq Şerefkendî bû sekreterê giştî yê PDKÎ. Şerefkendî jî li Berlînê ji aliyê dewleta Îranê ve hat kuştin.

Di destpêka salên 1980an de Helen Krulich mamostayê zimanê Ingilizî bû di kampên pêşmergeyan de li Rojhilatê Kurdistanê. Wan deman ew herêman di destê Pêşmergên PDKÎ de bûn. Bi xwe hevjina Qasimlo Kurdiya Soranî, Farisî, Fransî, Ingilizî û zimanê xwe Çekî dizane. Helen Krulich ji min re dîtinên xwe anî ziman.

Deniz Serinci: Te xebera kuştina Ebdulrehman Qasimlo çawa bihîst?

Helen Krulich: Ez di roja kuştina Ebdulrehman de li Parîsê bûm. Dawiya rojê hevalekî ji PDKÎê telefonî min kir û got ku Qasimlo hate qetilkirin.

Deniz Serinci: Te çi hîs kir?

Helen Krulich: Eger dilê min ne saxlem bûya ezê ji sekinandina dil bimirama. Destpêkê min bawer nekir ku hate qetilkirin. Min bawer kir ku min xewn didît. Paşê min fehm kir ku ev ne xewn bû, ev rast bûye.

Deniz Serinci: Dewleta Îranê rola xwe di kuştinê de înkar dike. Nêrîna te çi ye?

Helen Krulich: Ez baş dizanim Îranê mêrê min kuştiye. Polîsê Avusturyayê delîl jî dît. Lê mixabin ji ber zexta dewleta Îranê û gefên aborî wan qatil – ku sîxurên Îranê bûn – serbest berdan.

Deniz Serinci: Di roja kuştina Ebdulrehman Qasimlo de ev çûbû gotûbêj ligel dewleta Îranê, wî bawer kir. Naveroka vê gotûbêjê çi bû?

Helen Krulich: Rawestandina şerê navbera Kurd û rejîma Tehranê û helwesta opozîsyona Kurdî di vê yekê de. Gelek kes di vî şerî de hatibûn kuştin û rejîm got ku niha em dixwazin ji bo bidawîbûna vî şerî dest bi gotûbêjan bikin. Qasimlo fikra gotûbêjan baş dît, ji ber ku wî hertim bo xatirê gelê xwe xwest şer rawestîne.

Deniz Serinci: Bandora vê qetilkirinê îro li te çawa ye?

Helen Krulich: Mixabin yên berpirsyar nehatin cezakirin. Dewleta Avusturyayê qatil serbest berdan. Min îtîraz kir, lê ev ji aliyê dadgeha bilind a wan hate red kirin. Min xwe bi tenê hîs kir. Pir zehmet bû bo min. Gelek kesan piştgiriya manewî dane min, wekî Daniella Mitterand, xanima serokê Fransayê. Le wê nekarî pir tiştan ji bo min bike.

Deniz Serinci: Hêviya te ji bo bi mîlyonan Kurd li Îranê çi ye?

Helen Krulich: Hikûmeta niha, rejîma meleyan çi dixwaze dike. Qet guhdarî Kurdan nake. Ji ber vê gel bêhêvî ye. Ez dixwazim vê hikûmeta niha bê hilweşandin. Çareserî avakirina Iraneke demokratîk e bi otonomî an federasyon ji bo kêmneteweyên Îranê, wekî Kurdan. Ez wekheviyê ji bo herkesî dixwazim.

Kommentér via Facebook

kommentarer