“Hezaran dayikên Kurd navên zarokên xwe kir Leyla li her çar perçên Kurdistanê,” Leyla Peköz Çalişkan got.

Ji aliyê Deniz Serinci ve

46 sal piştî mirina xwe, çalakvana Kurd Leyla Qasim dîsa dîsa ket rojevê

Jina Kurd di 12ê Gulana 1974ê ji aliyê rejîma Baas ve li Bexdadê hate îdamkirin. Çend sal berê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî bi minasebeta îdamkirina Leyla Qasim de peyameke wisa pêşkêş kiribû.

“Şehîd Leyla Qasim sembola canfedayî, bawer bi xwe kirin, welatparêzî û jina Kurd e û herwiha ciha serbilindî û serfiraziya her takekî Kurd e û lazim e heta heta bîranîna vê bi zindî bimîne,” Barzanî got û berdewam kir:

“Leyla Qasim nîşaneya serbilindiya gelê xwe ye. Leyla ewqas bilind û mezin e ku di dema Şehadeta xwe de jî sere celadên rejîmê di bin pêlavên xwe de didît, Leyla serê xwe bo lêborîna neyaran netewand.”

Leyla Qasim li 1952ê li Xaneqîna Kurdistana Başûr hate dinê. Weke Kurdeke Feylî di du alî de bindest dibû: Him wekî Kurd, him wekî girêdayî mezheba Şîe. Kurdên Feylî civatek Şîe Misilman in, bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ne û normalî li Bexdad, Xaneqîn û Mendelî dijîn. Zaravaya wan jî wekî ”Feylî” tê nasîn.

Li 1972ê Leyla Qasima 20 salî endameke çalak ya Yeketiya Qûtabiyên Kurdistanê ku li jêr serokatiya serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mistefa Barzanî hatiye damezrandin. Di nav armancên Leyla Qasim û hevalên wê de damezrandina Kurdistaneke serbixwe û beşdarbûna jinan di sehneya siyasî de bû. Li nîsana 1974ê ev ligel çar hevalên wî hate girtin ji aliyê rayedarên Iraqê ve bi hecêta ku tevlî ”çalakên neyasayî” bûn. Piştî mehek hemû hatin îdamkirin.

Leyla Peköz Çalişkan nivîskar û lêkolînera dîrok û jinên Kurd e. Wê ji got ku Leyla Qasim paşê mirina xwe pir navdar bûye.

“Hezaran dayikên Kurd navên zarokên xwe kir Leyla li her çar perçên Kurdistanê,” weke wê got.

Di eynî demî de şoreşgera Kurd berî her tişt li ser giringiya netewî rawestand, ne ol. Kêm nivîskar, dîroknas û rojnamevan li ser Feylîbûna Leyla Qasim nivîsiye.

“Leyla Qasim baş zanibû ku behsa ol dê bibe sedema perçebûna grûba wê ya Kurd. Ji ber vê behsa olê nekir, negot ku ez Şîe me, ji ber ku Kurd girêdayên olên cuda ne. Tenê bal kişand ser kurdayetî,” Leyla Peköz Çalişkan got.

Li gorî Salih Waladbagi, rojnamevan û pisporekî dîroka Kurd li Iraqê, Leyla Qasim weke “sembola netewî” û yek ji “qehremantirîn jinên Kurd” tê naskirin, bi taybetî wexta hat gotin ku lêborîn li celadên xwe nexwest.

“Demek kurt paş mirina wê, gelek kes bûne Pêşmerge ji bo berdewamkirina wê xebatê ku Leyla Qasim tê da canê xwe da,” Salih Waladbagi got.

Barzoo Eliassi, lêkolînerê Zanîngeha Oxfordê û nivîskarê pirtûk û gotarên ser pirsgirêka Kurd e, bawer dike ku piştî 46 salan niha jî hezkirina Leyla Qasim sedemên neguher hene.

“Hizbên Kurdî dixwestin sîstemeke çêbikin ku ji sîstemên û nêrînên Rojhilata Navîncuda cuda bin: Kurd xwestin mafeke zêdetir bo jinan bidin û tu cudahî di navbera jin û zilam nemîne,” wî herwiha got.

Barzoo Eliassi wiha axaftina xwe bi dawî anî:

“Heremêk ku Kurd lê dijîn, mafê jinan tune. Jin di civaka Kurdistanê de çalak e – têkoşîna Leyla Qasim jî nîşana vê ye.”

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer