Xakîbegî: ”Ewropa ji xewê şiyar bû.”
Ji aliyê Deniz Serinci ve
Di salvegera kuştina serokê berê yê Partiya Demokrata Kurdistanê-Îran (PDKÎ), Dr. Sadiq Şerefkendî de, rêberê Kurd tê bibîranîn.
Şerefkendî piştî kuştina serokê partiyê Ebdulrehan Qasimlo bi girtina dengên giştî yên Komîteya Navendî bû Sekreterê Giştî yê PDKÎyê. Ew di 17ê Îlona 1992ê de li Berlînê li Elmanya ligel sê hevalên xwe ji aliyê sîxurên dewleta Îranê ve hate kuştin. Bûyer weke ”Qetlîama Mykonosê” tê naskirin, ji ber cihê kuştinê, xwaringehekê li Berlînê.
Rostem Cehangîrî, endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ, Fuad Xakîbegî, serokê Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê (LAWAN), Selahedîn Fazilî Azer, pêşmergê kevn ê PDKÎyê ku salan ligel Şerefkendî kar kir, Mîna Qasimlo, keça Ebdulrehman Qasimlo, dîroknas Ahmet Aliş, rexne, raman û dîtinên xwe anîn zimên.
Azer ligel Şerefkendî ji sala 1979ê heta 1986ê pêşmergeyatî kir û herwiha di polîtburoya PDKÎyê de ligel wî kar kir. Azer ku niha li Danîmarkê weke penaber dijî, 2 roj beriya kuştina serokê PDKÎyê bi rêya telefonê ligel wî qise kir.
”Şerefkendî ji min re got ’were Berlînê, emê hev bibînin’, lê min nekarî ji ber nexweşî û pirsgirêkên li pişta min. Di kanala Brîtanyayî BBCê de min dît ku Şerefkendî hate şehîdkirin,” Azer got.
Azer serokê berê yê PDKÎyê weke mirovekî ”vekirî, demokrat û netewperwer” binav dike.
”Ev ji bo fikrên nû hertim vekirî bû. Weke însanekî demokrat qanûna Şerîatê red kir, di cihê wê de qanûna humanîzmê pejirandibû. Netewperwer bû, lê li dijî ti netewên din nebû. Di cihê wê de baweriya wî bi Îraneke demokratîk bi otonomî bo Kurd, Azerî, Belucî hebû,” Azer got.
Rostem Cehangîrî, endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ, wiha girîngiya Şerefkendî anî ziman:
”Pêş û paşê serokatiya Qasimlo, bandorek gellek mezin ya Şerefkendî li tevgera Kurdên Rojhilat hebû. Piştî şehîdkirina Qasimlo, Şerefkendî bi kar û xebata xwe cihê Qasimlo tijî kir,” Cehangîrî got.
Li gorî Fuad Xakîbegî, serokê LAWAN, Şerefkendî piştî kuştina Qasimlo hêvî û motîvasyon da alîgirên partiyê.
”Di encama şehîdbûna Qasimlo de gellek endam û alîgirên me bêhevî û bêbawerî bûn. Lê Şerefkendî bi peyama ’Qasimlo êdî li vir tine, lê emê berdewam bin’ ji nû ve motîvasyon da wan,” Xakîbegî got.
”Serokên bi karîzma tunin”
Li gorî Ahmet Alis, dîroknas ji Zanîngeha Bogaziciyê li Stenbolê, tevgera Kurd li Iranê piştî kuştina Qasimlo û Şerefkendî hate marjînalîze kirin.
”Serokên bi karîzma di nav Kurdên Iranê de êdî tunin,” Aliş got
Berê partiyê bi pêşmergên xwe şerê rejimê kir, paşê dest ji çekan berda. Wê jî zirar da partiyê, Aliş bawer kir:
”Kêmasiya motîvasyona siyasî heye piştî bidawîbûna têkoşîna çekdarî di salên 1990yan de. Herwiha pirsgirêka navxwe û koçkirina kadroya wan bo Ewrûpayê an Kurdistan Başûr jî bû sedema zeyîfbûna wan,” Alis got.
Di salên 1990yan de kadroyên PDKÎ koçî Kurdistan Başûr bûn. Li vir peymanek îmze kir ku êrişê Îranê neke ji axa Başûr.
Di sala 2004ê de Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, bi kurtî PJAK, hate damezrandin û dest bi têkoşîna çekdarî kir. Berê çend salan peymana agirbest îmze kir.
Polîsê Elmanî piştî qetlîama Mykonosê kujerên Îranî girtin û ewan cezakirin. Herwiha dewleta Îranê weke berpirsê qetlîamê hatibû destnîşankirin.
Cehangîrî helwesta dadgeha Elman gellek girîng dît û di salvegerê de carekî din sipasiya dewleta Elman kir, ”ku weke dewleta Awistiryayê nekir.”
Cehangirî: ”Elmanya pêşiya terora Îranê li Ewropa girt”
Ebdulrehman Qasimlo di 13ê Tîrmeha 1989ê de li Vîyanayê ji aliyê dewleta Îranê ve hat qetilkirin. Di sala 1988ê de rûniştina bi nûnerên komara Îslami ya Îranê û sekreterê giştî yê PDKÎ Qasimlo dest pêkir. Roja 13ê Tîrmeha 1989ê Qasimlo ligel hevalên wî Dr. Fazil Resûl û Ebdullah Qadirî Azer ku nûnerê PDKÎ li Ewrûpayê bû, jî hatin kuştin.
Kujer piştî kuştarê çûn balyozxaneya Îranê û piştî hefteyekê bêyî astengî ji Awisturyayê derketin û çûn Tehranê. Yek ji kujerên ji aliyê polîsê Awisturyayê hate girtin jî, lê paşê rayedarên Awisturyayê hukimê girtina wî rakirin. Malbata Qasimlo û partiya wî şikayetnameya xwe teslîmî dewleta Avusturya kirin, lê encam derneket.
Cehangîrî got ku ew hertim gilî dewleta Awistiryayê dikin ku kujerên Vîyanayê radestkirin û şandin Tehranê:
”Lê bi hikma dadgeha Mykonosê Elmanya karî pêşiya terora Komara Îslamî ya Îranê li Ewropa bigre û piştî terora wan li Ewropa rawestin ,” wî got.
Li gorî Xakîbegî bi sedema kuştina Şerefkendî Ewropa şiyar bû.
”Rejîma Îranê weke rejîmeke terorîst hate naskirin û Ewropa ji xewê şiyar bû.”
Mîna Qasimlo: Em pir kêfxweş in
Keça Qasimlo, Mîna Qasimlo jî dîtinên xwe parve kir û got ku bavê wê ”hemû jiyana xwe ji bo doza Kurd da”.
”Em bi biryara dadgeha Mykonosê pir kêfxweş in. Lê edalet cihê xwe di doza bavê min de nedît. Ji ber vê têkoşîna me dê berdewam be,” wê got.
Cehangîri got ku ew wek PDKÎ hertim ditirsin ku Îranê dijî rêberên Kurd plan çêke.
”Hertim metirsî heye. Em dibînin ku planên wan bi piranî li Libnanê, Iraqê û Sûriyê çêdibin, destê wan li herderê heye, lê piştî dadgeha Mykonosê kes li Ewropayê nayê şehîdkirin.”
Di dema kuştinê de Şerefkendî li Berlînê hevdîtin bi opozisyona Îranê re pêk dihanî. Ji bilî Şerefkendi, nunerê derveyî welat a PDKÎ, Fettah Ebdulî, Berpirsê Komîta Elmanya, Humayun Erdelan û mûxalîfê Îranî Nûrî Dehkurdî jî hatin qetilkirin. Di sala 2004ê şaredariya taxa Charlottenburg-Wilmersdorf ya Berlînê ku qetlîam lê pêk hatibû, li cihê bûyerê monementek avakir. Rejîma Îranê vekirina monumentê protesto kir.