Di Parlementoya Tirkiyeyê de çalakiyek nû
Parlementerên BDPê di çalakiyek nû de wêneyên parlementerên girtî yên partiya xwe danîne ser masiyê û nameya wan xwendin. Duhî serê sibê di Parlamentoya Tirkiyeyê de parlamenterên BDP çalakiyek dîrokî qewimandin, cara yekeme ku li ser navê parlementerên girtî, parlementerên din derketine ser masiyê û fikr û ramanên wan bi raya giştî re parve dirin. Bi vî awayî, her çiqas ew parlementerana li girtîgehê bûn jî, wêne û gotinên wan li meclîsê bûn. Parlementerên BDPê Sirri Sureyya Onder, Sebahat Tuncel, Pervîn Buldan û Hasîp Kaplan, ji bo hevalên xwe yên girtî derketine ser kursiya meclîsê. Her parlementerekî wêneya parlementereke girtî [...]
Roja pêşmerge li Aalborgê hate bi bîranîn
Roja yekëmiyê kurdên akinciyê bajarê Aalborgê bi merema bi bîranîn û rêzgirtina roja pêşmergeyên Kurdistanê semînarek li darxistin. Roja yekşemiyê 17ê desamberê yekîtina jiyan ya wî bajarê bi merema rêzgirtina roja pêşmergeyan semînarek li bajarê Aalborê pêkanîn ku peyamnêrê jiyan.dk jî têde beşdar bû û çendîn çalakî hatin lidarxistin. Li gorî peyamnêrê me semînara han bi axaftina pêşmergeyê kevnar yê Kurdistanê rêzdar Zahîd Bedrî destpê kir û piştre hinek pêşmergeyên kevn yê Kurdistanê ji partiyên cuda bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bîrhatên xwe yên dema pêşmergayetiyê bo beşdaran bas kirin. Hêjayî gotinê ku sala 1984an Sekreterê Giştî yê [...]
Li bajarê Roskilde komeleyekî kurdî ava bû
Ji bo organîzekirina kurdên akinciyê bajarê Roskilde û herwiha giringîdan bi kultura kurdî, komeleyekî kurdî li wî bajarî hate avakirin. Komeleya kurdî ya Roakilde ku sala 1991'an hatibû damezirandin, mixabin ev heyama çend salan bû ku ji ber nebûna pirsenilên aktîv hatibû rawestandin. Lê niha cardin bi destpêşxeriya çend ciwanên kurd û herwiha bi piştevaniya kurdên akiciyê wî bajarî dest bi kar bû. Endamê rêveber yê komeleya han Diyar Molayî ji bo jiyan.dk wiha got: Komeleya Kurdî ya Roskilde ku bi salan û bi xebata bi dehan çalakên kurd karîbû bibe pirek ji bo nasandina kultura kurdan bi xelkê Danmarkayê [...]
Şivan Perwer dest bi greva birçîbûnê kir
Şivan Perwer ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên bêdem û bê dorveger ên li girtîgehên Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê di roja 66'an de berdewam dikin, li Hewlêrê komeke hunermend û rewşenbîrên kurd re li ber Parlamentoya Herêma Kurdistanê dest bi greva birçîbûnê kir. Hunermendê kurd ê navdar Şivan Perwer ku li vir axivî, bang li hemû cîhanê û hikûmeta herêmê kir ku ji bo grevên birçîbûnê bikevin nav liv û tevgerê. Çend gotinên Şivan Perwer wiha ne: "Ji bilî kurdan, kesek kurdan tunebû. Îro jî, roja xwedî derketina li hevdû ye" û da zanîn ku çalakiya girtiyên kurd, têkoşîneke [...]
Omeran – dîroka gundê Tavşançalı
Di salên 1800 de ji êla Ömerhanlı, li bajarê ku niha navê wî Adiyaman e, di dema derketina pevçûnekê de, tenê 4 mêr û gelek zarok û jin mane. Ji aliyê Nesrîn Bayram ve Ji ber germaya hewaya wê, berê tenê di mehên zivistanê de pezê xwe dibirin li Adanayê diçêrandin. Lê piştî derketina wî şerî û kuştina mêrên eşîretê, bi temamî li Adanayê bi cih bûn. Êdî eşîreta Omerhanlî, Adiyamanê li pey xwe dihêle û li Adanayê cîwar dibe. Di wan salan de, li Konya Yunan dijiyan. Ömerhanî dibin cîranê Yunan, di mehên havînan de jî, bi wan re, [...]
Li ser sînorê Libnanê 8 kurdên ji Efrînê hatin kuştin
Roja 11’ê cotmehê dema wesayitek rêwî dibirin Libnanê, rastî êrşîekê hat û di encamê de 8 Kurdên ji Efrînê jiyana xwe ji dest dan. Li gor ANFê, 11’ê cotmehê wesayita ku rêwî dibir Libnanê di rê de rastî êrîşa çekdarî hat û di encamê de 8 Kurdên ji navçeya Şiyê ya Efrînê jiyana xwe ji dest dan.. Şahidên bûyerê ragihandin ku otomobîl rastî êrîşa komeke çekdar a ne diyar hatiye û di encama êrîşê de 8 Kurdan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dan, nasnameya 4'an weha ye: [...]
PDK û tevgera Gorranê civiyan
Her dû alî xwedî heman nêrînê bûn li ser amadekirina zemîneke çareserkiriyê û pêşvebirina prosesa siyasî li Herêma Kurdistanê û Iraqê. Îro di civîneke hevbeş a şandeke tevgera Gorranê û şandeke rêvebertiya Partiya Demokrat a Kurdistanê de li Hewlêrê, di nav hewayeka zelal a rasgoyane de, behsa peywendiyên du alî û awayê çareserkirina asteng û kelemên li ber rêya bihêzkirina peywendiyên navbera Partîya Demokrat a Kurdistanê û Tevgera Gorranê hat kirin. Her dû alî xwedî heman nêrînê bûn li ser amadekirina zemîneke çareserkiriyê û pêşvebirina prosesa siyasî li Herêma Kurdistanê û Iraqê. Herweha her dû alî yek nêrîn bûn li [...]
PDKI û Komele lihev kirin
Rêkevtinnameya (peymananameya) di navbera PDK Îranê û Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê de. Rêkevtinnameyek ji bo karê hevpar di navbera PDK Îranê û Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê de hat imzakirin. Teksta rêkevtinnameyê bi vî awayî ye: Ev rêkevtinnameya han di navbera PDK Îranê û Komeleya Şeroşgerên Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê de hat imzakirin û ji niha şûn ve di her cihekî vê rêketinnameyê de, dema ku gotinên Komele û Partiya Demokrat derbas bibin, mebest jê ev herdu rêxistin in. Destpêk Tevgera rizgarîxwazî ya gelê kurd li Kurdistana Îranê bi salan e ku qonaxên ciyawaz ên xebata pirr [...]
‘Kurdekî crazy’ di Mugadisho’ya dîn de
Somalî jê re dibêjin Crazy Turk, an jî Crazy Kurd. Evdila Aydin ji bajarê Bursayê çûye Somalya, lê koka wî ji Bazidê ye. Nesrîn Rojkan RUDAW.NET Welatek têkçûyî, civatekê jihevketî, rûmetekê binpê kirî. Tinebûna nav hebûnê: Somalya. Dayîkek birîndar e, zarokên wê kujerên xwe ne. Li ser dîwaran, rêyan, kolanan şopên şerê navxweyî bi me re dimeşin. Somalya wek erd û war wek bihûştek e, lê mirovan dojehek tê de ava kirine. Niha hinek baya aramî ketiye nav Mugadîşoya birçî û birîndar, lê hê jî gef ji devên tarî ve dibarin ser. Kurdekî bi çend çekdarên xwe ve ketiye nav wan [...]
PYD banga diyalogê li Tirkiyê kir
Hevserokê PYD'ê Salih Mihemed Mislim banga diyalog li dewleta Tirkiyê kir û diyarkir ku 'bila Davûtoglû were ligel me hevdîtinê bike ne li Hewlêrê.' AVESTAKURD Mislim der barê gefxwarinên Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan li hemberî Kurdên Rojava de ji ANF'ê re axivî. Mislim der barê axivitina Erdogan de ku gotibû 'ji mafê me ye em derbasî Sûriyê bibin' de got "Axivitinên Erdogan nayên qebûl kirin, ne di cihê xwe de ne. Ew bixwe dibêje ku ji gelê Sûriyê re demokrasî û azadiyê dixwaze, em jî dixwazin. Ger di vê mijarê de duriste çima Kurdan cuda dike?" Mislim der barê mijara mudaxelekirina [...]