Şivan Perwer ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên bêdem û bê dorveger ên li girtîgehên Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê di roja 66’an de berdewam dikin, li Hewlêrê komeke hunermend û rewşenbîrên kurd re li ber Parlamentoya Herêma Kurdistanê dest bi greva birçîbûnê kir. 

Hunermendê kurd ê navdar Şivan Perwer ku li vir axivî, bang li hemû cîhanê û hikûmeta herêmê kir ku ji bo grevên birçîbûnê bikevin nav liv û tevgerê. 

Çend gotinên Şivan Perwer wiha ne:

“Ji bilî kurdan, kesek kurdan tunebû. Îro jî, roja xwedî derketina li hevdû ye” û da zanîn ku çalakiya girtiyên kurd, têkoşîneke bi şeref û mezin e. Perwer destnîşan kir ku daxwazên girtiyên kurd, daxwazên gelek mafdar û mirovane ye û diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rêbereke siyasî yê kurdan e, tecrîdkirina wî jî tiştekî gelek xelet e.”

“Min gotibû AKP pêşîlêvekirinê pêk tine û min jî li çepikan xistibû. Heta, gelek kesan ji ber vê helwesta min, li hemberî min dest bi helwestê kiribûn. Heta min bang li rewşenbîrên li Tirkiyê kiribû ku piştgiriyê bidin van gavên hikûmetê. Lê her ku çû, tiştek jî qebûl nekirin. Muxalifan ceza dikin, tu alternatîfek qebûl nakin. Ev ne baş e. Ango, hêviyên me şikandin.”

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer