Di salên 1800 de ji êla Ömerhanlı, li bajarê ku niha navê wî Adiyaman e, di dema derketina pevçûnekê de, tenê 4 mêr û gelek zarok û jin mane.

Ji aliyê Nesrîn Bayram ve 

Ji ber germaya hewaya wê, berê tenê di mehên zivistanê de pezê xwe dibirin li Adanayê diçêrandin. Lê piştî derketina wî şerî û kuştina mêrên eşîretê, bi temamî li Adanayê bi cih bûn.

Êdî eşîreta Omerhanlî, Adiyamanê li pey xwe dihêle û li Adanayê cîwar dibe.

Di wan salan de, li Konya Yunan dijiyan. Ömerhanî dibin cîranê Yunan, di mehên havînan de jî, bi wan re, ligel hev di çadiran de dimînin.

Vê jiyana hevbeş 14 salan dirêj kiriye.

Jinên eşîreta Ömerhanlî di hunera destan de gelekî jîr bûn. Xalîçe çêdikirin.

Ev yeka bala Yunan dikişîne, hunera ku ji destê jinên  Ömerhanlî  tê, ji Yunanên ku cîran bûn, gelekî balkêş tê.

Yunan ji keç û jinên xwe dixwazin ku ew jî xwe fêrî wê hunerê bikin. Her wiha ji eşîretê dixwazin ku bimînin û li cihê xwe venegerin.

Destpêkê, eşîreta Ömerhanlî bi şêweyekê germ nêzîkî wê teklîfê nabin, piştre difikirin, radikin, datînin û li dawiyê biryarê didin ku bi carekê de li Konya bimînin.

Di wan deman de, xelkê nevçeya ku niha navê wê Tavşançali ye li Konya, ji Turgut Bey ku bi xwe ji Kahramanoğulleran bû, bi 9997 qurşînên zîvîn, ji bo çêrandina pezê xwe, ji bo 50 salan kirê dikin.

Ji 4 mêrên eşîretê yên ku piştî şer mabûn, Haci Exsani Olle, zarokên wî

Ali, Mast û Olo, tevî jin û zarokên xwe li Konya bi cih dibin.

Hecî Exsanî Olle, weke begê navçeyê, peymana ku bi Turgut Bey re çêkiribû, derbasî qeydan dibe.

Heta mirina xwe Hecî Exsanî Olle li Konya cîwar dijî. Piştî mirina wî, kurê wî şopa wî dajo.

Eşîreta ku li herêma Tavsançalı bi cih dibe, navê gund dike Hac Xalîl. Piştre navê wê dikin Ömerhanli, Ömerhanli jî navê xwe ji eşîretê dibe.

Li herêmê kultureke dewlemend hebûye, kultureke têkel. Danûstandina kulturan li herêmê pir li pêş bû ye, li aliyê minî rastê Solvej, li aliyê minî çepê Henne rûdiniştin, me bi hev re xalîçe çêdikirin, Rowê Kasê.

Xalîçeyên ku dihatin çêkirin, mêrên Yunan ew dibirin li Istanbulê difrotin, pereyên ku jê dihatin jî, li gundiyan dihatin parvekirin.

Bi salan wiha çû.

Gundiyan, bi xwe kincên xwe didirûtin. Wan ji mûyê hesp û deveyan kinşên germ çêdikirin û xwe ji sermaya zivistanê diparastin.

Di dema hatina firtineyekê de, nêzîkî 400-500 serî pez, dikevin gola Tuz û têde difetisin.

Gundiyên Tavşançalı bi hev re alîkariya malbata Yilmaz dikin, pezên wê malbatê ku di avê de fetisîbûn, derdixin kenara golê, hiriyên wan jêdikin, dikin werîs, xalîçe û ferşan jê çêdikin û ji bo firotinê dibin Istanbulê.

Bi zeman re li gund, ji gelek olan, ji gelek cihên cuda kes lê cîwar bûne. Piraniya kesên ku ji derve li gund bi cih bûne, bi daxwaza xwe ola îslamê hilbijartine. Beşê din jî li ser ola xwe maye.

Di dema sirgûnê de, hejmareke mezin ji malbatan koçî Anadoloya Navîn bûne.

Niha li gund tenê Hanîfî heye.

Malbata Belek ji eşîreta Çelikan, ji çiyayên Yozgat Çiçek, piştî bûyerên Dêrsimê li gind bi cih bû..

Di sala 1951 de koçerên Afgan, 5-6 malbatên Özbek Tatarı, her çiqas gelek ji wan ji gund derketibin û çûbin bajaran jî, lê beşek ji wan heta niha jî li gundê Tavşançali jiyana xwe berdewam dikin.

Li gund 5 malbatên Türkmen bi navê Kızılırmak hene. Ew di salên 1900 de, li wê derê bi cih bûne.

Cihên ku niha weke zozan têne bikaranîn, berê şênî li wan deran cîwar bûn.

Di derbarê gundê me de, di arşîva Kadınhanı de, gelek dokument û belge hene.

Di dema şerê cihanê yê yekemîn de, Yunanên ku li herêmê ola xwe neguhertibûn û nebûbûn Misilman, ji tirsa kuştinê nasnameya xwe eşkere nekiribûn.

Wan Yunan axa xwe ya li herêmê bi kirê dabûn, gotibûn dema ku dawî li şer were ewê jî vegerin, ji herêmê derketibûn.

Dawî li şer hatibû. Lê belê ew Yunanên ku jig und derketibûn, careke din venegeriya bûn. Bi vî awahî axa wan ji Ömerhanliyan re mabû. Ew axa ji berê bêhtir berhemdar bûye. Yek ji wan axan, zozana Dedebey ye.

Li gora ku Xelîl Barlasî dibêje, yek ji wan Yunanên ku axa xwe ji papîrên wî re hîşt, navê wî Nîko bû. Ew jî çû û venegeriya.

Di sala 1967 de, nivîseke fermî ji Enqerê ji bo tê. Di nivîsê de tê gotin ku, gund navê xwe ji xanedan girtiye, navgirtina ji xanedan jî li gora zagonên li Tirkiyê qedexe ye.

Wê demê, gundên cîran, navê Davşîn, ku tê wateya kêfxweşî, li Ömerhanli dikirin.

Li ser wê nivîsa ku ji Enqerê hat, nave gund jî hate guhertin û êdî bû Tavşançalı

Helbestvanê Kurd Cegerxwîn, li ser Ömerhanli lêkolînek çêkiriye û têde dibêje, ew ji Akatan hatine, Akat dewletek bû ye, piştre jî di nava Kurdan jiyan e.

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer