Sê wekîlên BDPê birîndar bûn
Di mîtînga BDP û KCDê ya ku niha li Amedê didome de se parlamenter û bi dehan welatî birîndar bûn. Cîgira Koma BDP'ê û Parlementera Îdirê Pervîn Buldan dema ku diket qada Îstasyonê rastî mûdaxaleya polîsan hat. Ji ber bombeya gazê lingê Buldanê ket Buldan birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Di xwepêşandanê de parlamentera BDPê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî nesîbê xwe ji êrişa polîsan girt û birîndar bû. Şaredarê Amedê Osman Baydemir jî ji hişê xwe çû û rakirina nexweşxaneyê. Li Stasyon, Baglar û Ofisê bi dehan kes jî birîndar bûn.
Kurdên Sûriyê Peymana Yekîtiyê îmzakir
Îro li Hewlêrê bi amadebûn û çavdêriya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî partî û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê peymanek bi navê Peymannameya Hewlêrê îmze kir. Li gorî peymanê konseyeke hevbeş ê di navbera ENKS û civata Gel ya Rojavayê Kurdistanê de bê damezrandin û erkê vê konseyê amade kirina siyaseteke giştî ya Kurdî û birêvebirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê di vê pêvajoya hesas de ye. Her di vê peymannameyê de tekez li ser vê yekê hat kirin ku, nabe ti aliyek bi rêya çapemenîyê êrîşa aliyekî din bike. Piştî bidawîhatina merasima îmzekirina Peymannameya Hewlêrê Serok Barzanî jî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî aliyên [...]
Bayram Bozyel li gel Villy Søvndal civîya
Bi pêwana ku niha serokatîya Yekîtîya Ewropa di destê Danîmarqa de ye, serokê giştî ê Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) Bayram Bozyel duh (03.05.2012) li gel serokê konseya Yekîtîya Ewropa û wezîrê derve ê Danîmarqa Villy Søvndal civînek pêk anî. Civîn li paytexta Danîmarqa, li bajarê Kopenhagê pêk hat û di nava atmosfêr û pêşwazîyeke germ de derbas bû. Di civînê de pirsa kurdî, zagona bingehîn a nû li Tirkîyê, qetlîama gûndê Roboskîyê, rawestandina şer û hwd. hatin guftugokirin. Piştî ku Bayram Bozyel di serî de spasîya wezîr Villy Søndal ji bo civînê û ji bo pêşwazîya wî a germ [...]
Yekemîn hêlîna zarokan a bi kurdî vebû
Di bin banê Şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê de, ji bo zarokên kurd hêlîna zarokan (kreş) hate avakirin. Di vê hêlînê de, dê hem axaftin hem jî perwerdehî bi temamî bi kurdî be. Hêlîna zarokan li Taxa Bagivar a bi ser Şaredariya Sûrê hate vekirin. Bi temamî 16 zarok di vê hêlînê de, perwerde dibin. Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş ku çû serdana hêlînê, diyar kir ku zarokên di vê hêlînê de bi zimanê xwe yê dayikê ji dibistanê re tên amadekirin û wiha got: “Perwerdehiya li vê derê bi temamî bi rêbazên zanyarî û pedagojîk tê dayîn. Divê li Tirkiyeyê bi [...]
Navên wezîrên hikûmeta nû ya Kurdistana Bașûr
Biryar e sibê saet 4ê êvarê berbijêrên wezaretên nû yên ji bo kabîneya heftê sonda qanûnî dixwin. Ji aliyê cîgirê serokê Fraksyona Kurdistanî li parlamentoya Kurdistanê Dilşad Şehab, bi daxuyaniyêkê ji Xendanê re, navê ew namzetên wezaretên kabîneya heftem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkira kir. Navên namzetên wezaretan yên kabîneya heftem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê: 1- Kerîm Sincarî: wezîrê navxwe 2- Cafer Mistefa: wezîrê pêşmerge 3- Bayîz Seîd: wezareta darayî (maliye) 4- Aştî Hewramî: wezîrê samanên xwezayî 5- Şîrwan Heyderî: wewzîrê dad 6- Elî Sindî- wezîrê plandanan 7- Rêkewt Heme Reşîd: wezîrî tendirustî 8- Îsmet Mihemed Xalid: wezîrê perwerdeyê 9- [...]
“Ez pirsgirêkên gelê kurd ji nêz ve dişopîn im”
Rojnamevanê Kurd Beşîr Kavak ku di Radyoya Dengê Swêdê-SR de kar dike, li ser nave SR-Zayele bi Cîgirê Serokê Neteweyên Yekbûyî-UN re li ser Doza Kurda axifî. Em hevpeyvîna wî bi we re parvedikin. Dîplomatê swêdî Jan Eliasson bû cîgirê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî û piştî Ban Ki-Moon dibe kesê herî bi hêz yê rêxistinê. Di hevpyevînek bi Zayele re Eliasson xembarîya xwe derheqê bêdengîya cîhanê de tîne zimên û diyar dike ku ew pirsgirêka gelê kurd ji nêz ve dişopîne. Kevnedîplomatê Swêdê û wezîrê karê derve yê berê Jan Eliasson bû cîgirê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî û bi [...]
APP’a alfabeya kurdî hat weşandin
Diyarbekir Kommune har lavet en applikation for børn, som vil lære kurmancî-kurdisk. Læs pressemeddelelse på kurdisk her. ”Em bi kêfxweşîyeke mezin radigîhînin ku me bi zimanê kurdî "app"a zarokan a pêşî weşand. Navê appê "ABC kurdî" ye. Ev app ji alfabeya kurdî û ji du lîstikên deng û tîpên kurdî pêk tê. Zarokên ji 2-salî û mezintir dê bi alîkarîya lîstikan hînî dengên kurdî bibin. Mamoste, malbat û kesên din dê bikaribin vê appê li malê, li zarokxaneyê û li dibistanê bi kar bînin. Êdî zarokên kurdan jî dê zimanê xwe bi reng û dengê xwe di nav teknîka nûjen [...]
Kurdên Rojava peymaneke hevbeş îmze dikin
Li gor zanyariyên dawiyê yên ku gihîştine, Encumena Niştimanî ya Kurdên rojava, Partiya Yekîtiya Demokrat û Encumena Gel ya nêzîkî PYDê ê peymanekê di navbera xwe de îmze bikin. Peyman dê li ser xalên hevbeş be ku aliyên siyasî yên Kurdî bikaribin bi hev re xebata xwe bi rê ve bibin û tevgerê ji astengan biparêzin. Li gor zanyariyan jî, civîn û hevdîtinên di nava wan aliyan de berdewam in. Endamê sekreteriya Encûmena Niştimanî ya Kurd Mistefa Îsmaîl ji AKnewsê re aşkere kir, “Me beriya 2 mehan ji aliyê PYDê ve nameyek wergirt, tê de daxwaza hevkarî û hevdengiyê dikirin, me [...]