Rêkevtinnameya (peymananameya) di navbera PDK Îranê û Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê de.

Rêkevtinnameyek ji bo karê hevpar di navbera PDK Îranê û Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê de hat imzakirin.

Teksta rêkevtinnameyê bi vî awayî ye:

Ev rêkevtinnameya han di navbera PDK Îranê û Komeleya Şeroşgerên Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê de hat imzakirin û ji niha şûn ve di her cihekî vê rêketinnameyê de, dema ku gotinên Komele û Partiya Demokrat derbas bibin, mebest jê ev herdu rêxistin in.

Destpêk

Tevgera rizgarîxwazî ya gelê kurd li Kurdistana Îranê bi salan e ku qonaxên ciyawaz ên xebata pirr hewraz û nişûv derbas bûne. Berxwedana neteweyî, qurbanîdan û şehîdbûna bi hezaran keç û xortên fedakar ku di rêya bidestxistina nasname û mafên siyasî yên neteweyê kurd de û bi ser tevan de jî misogerkirina mafê diyarkirina çarenivîsê rastiyeke nayê inkarkirin e.

Ji bo xebata gelê kurd di vê serdem û rewşê de, hem guhertinên cuda yên cîhanê û hem jî guhertinên vê dawiyê yên Rojhilata Navîn, her wiha balansa hêzên mezin û hevkêşeyên nû, ji her demê zêdetir delîve û derfet ji bo xwestekên neteweyî yên gelê kurd anîne rojevê û pêdagiriyeka zêdetir li ser mafên wê di asta cîhanê de afirandiye. Bahoza guhertinxwazî û demokrasîxwazî ya xelkên herêma Rojhilata Navîn, ji her demekê bi hêztir û xurttir koşka dîktatoran ber bi hilweşînê ve biriye. Zû yan dereng dîktatoriya Komara Îslamî jî li Îranê, bi xebata berdewamî ya civatên xelkê û îradeya qahîm a xebatkarên riya azadiyê, tu asoyeka ji bilî xurtbûna krîzên tevalî yên aborî, siyasî û çûna ber bi herifîna yekcarî jê re nayê dîtin.

Muxalefeta Îranê û grûb û aliyên dijî Komara Îslamî yên derveyî welat, di van du sê salên derbasbûyî de, piştî serhildan û şikestina Tevgera Kesk li Îranê, dewreke nû ji bo diyalog, rûniştinên hevbeş û çalak dan destpê kirin. Di vê navê re serbarê cudahiya nêrîn û bîr û rayan, li gor berê hinek ji hevûdu têgihiştineke zêdetir û nêzîkbûn derketiye ortê û hizra hevgirtin û şêwazek hewildan ji bo pêkanîna eniya demokrasîxwaziyê bi durûşma guhertina rejîmê, ji berê zêdetir alîgir peyda kiriye.

PDK Îranê û Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê, wekî du hêzên xwedî tecrube ku di vê midetê de li ser komek pirsên girîng hevkarî û karên hevbeş bi encam gihandine, di dewama pêvajoya ber bi geşiya vê nizîkbûn û hevkariyan de, herdu alî li ser vê baweriyê ne ku di rewşeke wiha de, rêkevtin li ser komek xalên bingehîn ên hevbeş li gor naveroka vê gelaleyê de hewcehiyek înkarnekirî ye. Di rastiya xwe de, ev platforma hevbeş, wekî serektirîn rojeva siyasî li hember guhertinên di vê serdemê de, zelalî û guherîn di hevalbendiya navbera herdu hêzan de dike.

Ev rêkevtinnameya hevbeş ku ji aliyê birêveberiya herdu partiyan ve hatiye pesend kirin, dê bingehekî ji bo karê hevbeş yê herdu aliyan di warên siyasî, dîplomasî, ragihandin û …hwd de dabirêje. Di heman demê de ev ji bo xebata hevbeş a ji bo xurtkirina vê rêkevtinnameyê û misogerkirina hevkariyên zêdetir di navbera hêzên din ên mayî li Kurdistana Îranê de hewce ye.

A) Bingehên Giştî:

1: Herdu alî li ser vê baweriyê ne ku bêyî hilweşandina rejima Komara Îslamî, demokrasî û mafên neteweyî yên gelên Îranê û bi taybetî gelê kurd misoger nabin. Her wiha di vê baweriyê de ne ku sîstema siyasî ya pêşerojê di Îranê de, hewce ye sîstemeke sekuler (layîq) a demokratîk a federal be, lewre hewce ye herdu alî di civînên bi muxalefeta Îranê û derve re li ser van xalan tekezî bikin.

2: Komele û Partiya Demokrat, baweriyek temam bi hilbijartinên azad ên siyasî yên ji aliyê xelkê Kurdistanê ve hene û di van hilbijartinan de bêşik sandoqên dengdanê, bi serekîtirîn çavkaniya rewatî ya hemû hêzeke siyasî li Kurdistanê ye û em vê bingehekî serekî yê demokratîzekirina civakeke azad û serbest dizanin.

3: Herdu alî baweriyeke temam bi cudahiya dîn ji dewletê heye û ew di wê baweriyê de ne ku desthilata pêşeroja Kurdistanê û qanûna bingehîn a welat divê li ser bingehê prensîbên demokrasî, peymannameya cîhanî ya mafên mirovî, siyasî û neteweyî yên xelkê Kurdistanê bêne danîn. Her wiha azadiya dîn, bîr û baweriyên cuda li Kurdistanê mafekî rewa û înkarnekirî yê hemû rûniştiyên Kurdistanê dizanin.

4: Herdu alî pêdagiriyê li ser wekheviya temam a mafên jin û mêran di hemû warên siyasî, civakî, aborî, çandî, malbatî û… hwd di civakê de dikin û xwe bi parêzerê qanûnên pêşketîxwazane, modern û mirovî yên di vî warî de dizanin û dê ji bo cihgîrkirina wê bixebitin.

5: Komele û Partiya Demokrat xwe parêzerên azadiya derbirîn, nivîsîn, rojnamevaniya serbixwe, pêkanîna rêxistinên siyasî, avakirina rêxistinên sîvîl û sinifî yên wekî rêxistinên karkeran, jinan, xwendekaran, xortan, mamostayan û… hwd dizanin û piştgiriyeka temam a qanûnî di civakê de lê dikin.

6: Herdu alî piştgîrî û pabendbûna xwe bi dadgeriya civakî û parastina jîngeha Kurdistanê û cihgîrkirina van babetan di qanûna bingehîn a welat de radigihînin.

7: Herdu alî pabendbûna xwe bi çareserkirina pirs û astengên siyasî yên di navbera xwe de, ji rêya diyalog û bi awayê siyasî, aram û dûr ji her awayê şiddet, tund û tûjiyekê tînin ziman. Her wiha vî awayî jî di navbera hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê de hewce dizanin û ji bo cihkirina vê prensîbê dê di seranserê hemû Kurdistanê de bixebitin.

8: Partiya Demokrat û Komele, Federalîzma Neteweyî-Coxrafîk wekî durûşma sereke û bernameya xwe ya siyasî ji bo çareserkirina sîstema neteweyî li Kurdistanê hilbijartine û xwe hilgirê ala vê durûşmê dizanin û karê hevbeş ji bo bicihkirina wê dikin.

9: Ev rêkevtinnameya han, prensîba serbixwetiya siyasî, rêxistinî, dîplomasî û ragihandinî ya tu yek ji van du aliyan birîndar nake, belko hewil dide ku hevdengî û hevahengî di navbera wan de di xema armancên hevbeş de ku di vê platformê de hatine, misoger bike.

B) Erkên beriya guhertinên siyasî û hilweşandina rejîmê

1: Nasandina pirsgirêk û xwestinên gelê kurd li Kurdistana Îranê bi civaka navneteweyî û misogerkirina piştivaniya siyasî ji bo tevgera rizgarîxwazî ya gelê kurd e. Wekî nimûne, rêkxistina çalakiyên dîplomatîk ên hevbeş di asta cîhanî de û serdana navendên navneteweyî ji bo vê armancê.

2: Beşdarî kirin yan nekirina hevbeş li gel hêzên muxalefeta
Îranî bi hevahengî û şêwirmendiya pêşwext û pêdagirî li ser maf û daxwazên xelkê Kurdistanê bi armanca bihêzkirina pêgeha kurd di rêya helwesta hevbeş di konferans û semînerên cuda û hevahengî yên di vî warî de. Tekeza herdu aliyan li ser durûşma federalîzmê, wekî rêçareya pirsa neteweyên Îranê di nav gotarên cuda yên muxalefeta Îranê û kesatiyên dijî Komara Îslamî de. Bihêzkirina helwesta hevbeş û gotara pêşkevtinxwazane ya neteweyî di Kongreya Neteweyên Îrana Federal û parastina wê rêxistinê û nasandina wê bi raya giştî ya cîhanê re. Hewildan ji bo afirandina siyasetek hevpar li hemberê muxalefeta Îranî ku derbirrê prensîbên esasî yên tevgera millî-demokratîk a xelkê Kurdistan û …hwd be.

3: Herdu alî piştivaniya xebata rewa a gelê kurd li hemû perçeyên Kurdistanê dikin û her wext li ser vê baweriyê ne ku her awa desttêwerdana perçeyek ji perçeyên din, siyaseteke ne baş û bi zerar e. Her di vê arasteyê de ji bo qahîmkirina peywendiyan û misogerkirina pêgeheke jêhatîtir ji bo kurdên rojhilatê û li berçavgirtina siyaseteke hevbeş, li gor hewcehiyan, dê rûniştinên hevbeş bi Hikumeta Herêmê û hêzên siyasî re li Herêma Kurdistanê encam bidin.

4: Komele û Partiya Demokrat, tebayî û yekîtiya neteweyî li Kurdistana Îranê û bihêzkirina hevxebatê di navbera hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê de, bi erkê ser milê xwe dizanin û ji bo dîtina rêçareyên guncaw bi armanca jinavbirina astengên li ser rêya yekîtiyê dê bixebitin.

5: Herdu alî bi hev re ne ku hevkariyên dualî di navbera xwe de xurt û bihêztir bikin. Di vê pêxemê de hevkarî di navbera organên peywendîdar ên herdu aliyan di warên ragihandin, weşandina daxuyaniyên hevbeş li ser bûyer û guhertinên siyasî yên girîng û karê hevbeş yên ji bo eşkerekirina siyasetên dijî gel yên rejîma Komara Îslamî, yan her bizaveke sîvîl û siyasî, bi awayekî jêhatî gavên piratîkî jê re bavêjin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Komeleya Şoreşgerên Zehmetkeşan a Kurdistana Îranê
Sekreterê Giştî Mistefa Hicrî

Sekreterê Giştî Ebdula Muhtedî

Gelawêja 1391ê Rojî 
Tebaxa 2012yê Zayînî

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer