Roja 11’ê cotmehê dema wesayitek rêwî dibirin Libnanê, rastî êrşîekê hat û di encamê de 8 Kurdên ji Efrînê jiyana xwe ji dest dan.

Li gor ANFê, 11’ê cotmehê wesayita ku rêwî dibir Libnanê di rê de rastî êrîşa çekdarî hat û di encamê de 8 Kurdên ji navçeya Şiyê ya Efrînê jiyana xwe ji dest dan..

Şahidên bûyerê ragihandin ku otomobîl rastî êrîşa komeke çekdar a ne diyar hatiye û di encama êrîşê de 8 Kurdan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dan, nasnameya 4’an weha ye: Aslan Hesen Hemşo, Ehmed Hisên Qosî, Hisên Çita û Mihemed Musa.

RUDAW 

Del på sociale medier

Kommentér via Facebook

kommentarer