Hevserokê PYD’ê Salih Mihemed Mislim banga diyalog li dewleta Tirkiyê kir û diyarkir ku ‘bila Davûtoglû were ligel me hevdîtinê bike ne li Hewlêrê.’
AVESTAKURD
Mislim der barê gefxwarinên Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan li hemberî Kurdên Rojava de ji ANF’ê re axivî. Mislim der barê axivitina Erdogan de ku gotibû ‘ji mafê me ye em derbasî Sûriyê bibin’ de got “Axivitinên Erdogan nayên qebûl kirin, ne di cihê xwe de ne. Ew bixwe dibêje ku ji gelê Sûriyê re demokrasî û azadiyê dixwaze, em jî dixwazin. Ger di vê mijarê de duriste çima Kurdan cuda dike?” Mislim der barê mijara mudaxelekirina Tirkiyê ser Sûriyê jî got “Ev zehmete. Rewşa dinyayê destûra vê nade, lê ger vê yekê bike dê dînatî be, dê bikeve nava teqnê. Ne aliyê navnetewî ne herêm, ne jî Welatên Rojava û ne jî Ereb mudaxeleke weha qebûl dikin.”